Medeni FERHO
Cîhan di nava erdhejekê de ye û ji bo gelek guhertinan avis e!…
Ev erdhej di dîrok, civak û siyasetê de guhertinan çêdike. Ev guhertinek “sîstemîk” e û bê dudilî dibêjim; di vê guhertinê de, para fikrê Ocalan, têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, zêde heye.
Kurd, di “rengê dîroka xwe” de, derketin rê û arena siyasî ya cîhanê de cih girtine. Slogana Kurdan, “rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad” e. Ev alternatif e û weke xeta sêyemîn di rojeva gelan de ye, li cîhanê jî bayekî nû bizivandiye.
Belkî û “sahîh” e, mîrovahiyê rastiya Ocalan ku dibêje; “jiyana civakî ya xwezayî”, di pêvejoya “coronovirus”de bêhtir fêhm kir. Ocalan, dibêje; “eger mirovahî hesabê pêşerojên xwe yên 3 hezar sal neke”, serketinê bidestnaxe.
Ev pêşdîtin, ji aliyê feylesofên serdemê û pêşengên siyasî yên cîhanê ve, bi rengên cûda têne vegotin. Ev jî kesayeta Ocalan ya dîrokî, pêşbînî û zansitî derdixê holê.
Berî çend rojan, feylesof Avram Noam Chosky got; “mîrateya Kurdan heye da ku bidin mirovahiyê.” Ev gotin, ne tenê têgihiştinek ansîklopedîk e, tespîtek dîrokî ye… Bêjingkirina pêşektinên li Rojhilata Navîn e, nirxandina siyaseta cîhanê û bextreşiya li hemberî gelê Kurd û lîderê Kurd Ocalan e.
Belkî bi gotina; “Hinekî sendroma hukumranên cîhanê ya li hemberî gelê Kurd e” baştir were fêhnkiri. Ji ber ku sendorama hukumranên cîhanê, bi taybetî li hemberî Ocalan heye. Sendrom, ne dînîtî tenê ye, kontra û korsanî ye, 22 sal in, ev sendrom di pratîkê de ye. Em bi tîpên mezin binivîsin, KOMPLO û TECRÎD!…
Guman têde nine, wê di serdema me de jî “Dante”yek derbikeve, wek Selahaddînî Eyubî, ew ê kesayeta Ocalan ya “adîl, comerd, zana û pêşbîn” ji raya giştî ya cîhanê re dîkta bike. Wê “dîkte” bike!… 40 sal in, gotin û vegotin xêr nekir, lewma min gotina “dîkta” bikaranî.
Cîhan jî, wê hingî fêhm bike ku Ocalan, “waqa-î serketin”e, mîrateya ku Chomsky behsa wê dike jî, “kulliye”ya Ocalan e. Jiyana abad, wekheviya abad, aştiya abad, demokrasiya abad e!… Di refleksa berxwedana Kurdan de, di lehengiya ciwanên Kurd de, civakbûn heye, civakbûna bi ahlak, xwezayî û azad heye!… Jiyana civakî, siyasî, kulturî û aborî ye û temsîliyeta sosyolojîk e.
Chomsky, dixwaze bêje ku mirovanî ji van nirxan hatiye dûr kirin, lê Kurd li van nirxan xwedî derketin û danîne ser sifra mirovaniyê. Ev dîtîn û nirxandin, ji dîtin û nirxandinên siyaseta aşûfteyî bi gelekî cûda ye!…
Mînak: Serokê demêyê Yekîtiya Ewropa jî got: “Ingiltere deyndarê Kurdan yê sedsalî ye.” Nunerê NY ye Rojhilata Navîn yê demê, Steffan de Mistura jî got: “… biqasî min dît, Kurd xwedî xisletên taybet û irade ne. Ya duyemîn jî li hemberî kultur û baweriyên cûda birêzin.” De Mistura, ku ne bi Kurdên eslî, her dem bi kurdên ji “ifare”yê xerabtir, ji kesên ji dara Kurdî “nefilandî” re têkilî daniye, dewam dike; “Paranoya Tirkiyê ya li hemberî Kurdan fêm nakim û ji ber vê jî bi fikar im.” Gelo em van gotinan, çawa sîstemize bikin, çawa bi eşq û evîna Kurd ve têkildar bikin? De Mistura, yek care jî nunerên Kurd, vexwendî, civînên dibin serkeşiya xwe de nekirin.
Piştî şerê 40 salî, êdî em, repertuara lîstikên siyasî ji nû de keşif nakin.
Xalek ji mîrateya Kurdan siyaseta bi exlak û demokratîk e.






