Faruk Sakik
Di şerê cîhanê yê duyem de mirovahî êşek mezin jiyabû. Piştî vî şerî, parazvanên mafên mirovan ji bo ev karesetên qewimînin, cardina runedin ‘danezana gerdunî ya mafên mirovan’ ku ji 30 xalî pêkdihat deklere kirin.
Yekitiya Ewrûpa jî peymanek ji bo mafên mirovan amadekiribû û dewletên endam jî ev peyman îmzekiribûn. Hemû dewletan şertên vê peymanê qebûl kiribûn.
Piştî demek ji bo girtîgehan jî pêdivî bi saziyek dîtin û ‘komîteya têkoşîna li dijî îşkenceyê ya Ewropayê’ CPT avakirin. Ev sazî, dema ku li girtîgehên dewletên endamê Yekitiya Ewrûpanin îdeayên binpêkirina mafê girtiyan hebûya, wê biçûna lê wêderê lêkolîn bikira, rapor amade bikira û pêşî li wan kiryarên ku tespîtkirine, bigirtina.
Sal û dem derbasbûn van saziyan erk û berpirsyariya xwe jibîrkirin û li gor berjewendiyên dewletan tevgeriyan.
Li Tirkiyê bi dehan caran êrişên komkujî, kuştin, qirkirinê li Kurdan hatin kirin. Di demek waha de li hember kurdan û Kurdistan van peymana tu tiştek nekirin. Zilma li ser kurdan nedîtin anjî dîtin bêdeng man û midaxle nekirin.
Kurdan li dijî vê komkujî, qirkirin û êrişên kuştinê, xwe bi rêxistin kirin û amûrên têkoşînê afirandin.
Di dawiya salên 80’î de, di pêşengiya Ocalan de, bi navê PKK rêxistinek hatibû avakirin û ji têkoşîna kurdan re pêşengtî dikir. Kurd bawerî bi vê tevgerê û rêberî anîn li dor wî kombûn.
Di sala 1998an de, xwediyê îmzeyên bin peymanan, li dijî vî kesayetî di nav xebatên komployek debûn. Fikr û ramanên wî bi azadiya Kurdistan sînorkirî nebû, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn bûn. Ev yek desthilatdarên rojhilata-Navîn dixist talukê. Metirsiyek wan hebû û pêvajoya komployê dane destpêkirin.
Di 15ê Sibata sala 1999an de bi hevkariya hêzên navneteweyî, li dijî hiqûq û peymanan, bi awayek korsanî Ocalan radestî dewleta Tirkiyê kirin.
Rêbazên dîlgirtina Ocalan jî li dijî biryar û qanûnên navneteweyî bû. Ew bi awayek korsanî hatibû revandin. Revandin bi serê xwe sûc bû.
Ocalan ji roja 15’ê Sibata 1999’an de hate girtin hetanî roja me, li girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran de ye.
Ocalan 21 salin bi rengekî ku li tu deverekî din a dinyayê nehatiye dîtin, dihat tecrîd kirin.
Dema ku li Îmrali mafê Ocalan binpê di bû û tecrîd dewam dikir, li derve jî li dijî vê tecrîdê, çalakiyên cûrbe cûr yên wek grevên birçîbûnê, kampanya îmzeyan, meş û mitîng dihatin lidarxistin.
Komîteya têkoşîna li dijî îşkenceyê ya Ewrûpayê CPT, gelek caran bi xemsarî tevdigeriya û hin caran jî di encama têkoşîna kurdan de, mecbûr dima ku here Îmrali yê.
Di sala 2019an de di encama çalakiya grevên birçîbûnê de, derbasî Îmralî bûbû û rapora xwe bi rayagiştî re parvenekiribû.
Lê 14 meh şûnde dema ku rapora xwe eşkere kir, di heman demê de îspatdikir ku bûye şirîkê vê sûcê tecridê jî.
CPT di rapora xwe de destnîşan kir ya li Îmraliyê pêktê, tecrîd û êşkence ye.
Tevî CPT serdana girtîgeha Îmraliyê kir û têkildarî vê yekê raporek derxist, lê dîsa jî ji bo rakirina tecrîdê tu gavên erênî neavêt.
Ji ber vê yekê jî kurd dibêjin dem hatiye ku ji bo azadiya Ocalan kampanyayeke mezin bê birêxistinkirin. Ne tenê Kurdên li welat û herêmên cuda, divê her deverî, her kes tevlî vê kampanyayê bibin.
Di heman demê de kurd bangî mirovahiyê û xwediyên peymanan dikin ku ji bo sûcên rejîma Tirkiyê yên li dijî mirovahiyê eşkere û ceza bikin.






