Medeni FERHO
Cîhan di nava erdhejekê de ye û ji bo gelek guhertinan afis e!…
Ev erdhej di civak, dîrok û siyasetê de guhertinan çêdike. Guhertinek “sîstemîk” e û bê dudilî dibêjim; para fikrê Ocalan, têkoşîna gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, div ê guhertinê de zêde heye.
Kurd, di “rengê dîroka xwe” de, derketin rê û di arena siyasî ya cîhanê de cih girtin. Slogana Kurdan, “rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad” e. Ev xetek e, alternatif e û weke xeta sêyemîn di rojeva gelan de ye, li cîhanê jî bayekî nû bizivandiye.
Belkî û “sahîh” e, rastiya Ocalan ku dibêje; “jiyana civakî ya xwezayî”, di pêvejoya “coronovirus”de bêhtir hate fêhm kir. Dîse, bi gotina “eger mirovahî muhsebeya pêşerojên xwe yên 3 hezar sal neke nikare di paşerojan de serketinê bidestbixe”, mirovaniyê şiyar dike.
Ev pêşdîtin, ji aliyê feylesofên serdemê û pêşengên siyasî yên cîhanê ve, di reng û gotinên cuda têne vegotin. Ev jî kesayeta Ocalan ya dîrokî, pêşbînî û zanyarî derdixê holê.
Berî çend rojan, feylesof Avram Noam Chosky jî got; “Mîrateya Kurdan heye da ku bidin mirovahiyê.” Ev gotin, ne tenê têgihiştinek ansîklopedîk e, tespîtek dîrokî ye… Bêjingkirina pêşketinên li Rojhilata Navîn e, nirxandina siyaseta cîhanê û bextreşiya li hemberî gelê Kurd û lîderê Kurd Ocalan e.
Belkî bi gotina; “sendroma hukumranên cîhanê ya li hemberî gelê Kurd, li hemberî Ocalan, baştir were şîrove kirin. Sendrom, gelek caran ne dînîtî ye, kontra û korsanî ye û 22 sal in, ev sendrom di pratîkê de ye. Em bi tîpên mezin binivîsin, KOMPLO û TECRÎD!…
Guman têde nine, wê di serdema me de jî “Dante”yek derbikeve holê, wek Selahaddînî Eyubî, ew ê kesayeta Ocalan ya “adîl, comerd, zana û pêşbîn” ji raya giştî ya cîhanê re dîkta bike. Erê, wê “dîkta” bike!… 40 sal in, gotin û vegotin xêr nekir, lewma min gotina “dîkta” bikaranî.
Cîhan jî, wê hingî fêhm bike ku Ocalan, “waqa-î serketin”e, mîrateya ku Chomsky behsa wê dike jî, “kulliye”ya Ocalan e. Jiyana abad, wekheviya abad, aştiya abad, demokrasiya abad e!… Di refleksa berxwedana Kurdan de, di lehengiya ciwanên Kurd de, civakbûna bi ahlak, xwezayî û azad heye!… Esas girtina, jiyana civakî, siyasî, kulturî û aborî heye.
Ev jî temsîliyeta sosyolojîk e.
Chomsky, dixwaze bêje ku mirovanî ji van nirxan hatiye dûr kirin, lê Kurd li van nirxan xwedî derketin û danîne ser sifra mirovaniyê.
Mînak: Serokê demê yê Yekîtiya Ewropa jî got, “Ingiltere deyndarê Kurdan yê sedsalî ye.” Nunerê NY ye Rojhilata Navîn yê demê, Steffan de Mistura jî got: “…biqasî min dît, Kurd xwedî xisletên taybet û irade ne. Ya duyemîn jî li hemberî kultur û baweriyên cûda birêzin.” De Mîstura, tu caran, bi Kurdên Kurd re têkilî ne daniye, her dem, bi kurdên ji “ifare”jî dûr, kurdên ji dara Kurdî “nefilandî” re têkilî daniye û dibêje; “Paranoya Tirkiyê ya li hemberî Kurdan fêm nakim û ji ber vê jî bi fikar im.” Gelo, em van gotinan, çawa sîstemize bikin, çawa bi eşq û evîna Kurd ve têkildar bikin?
Piştî şerê 40 salî, êdî em, repertuara lîstikên siyasî baş nas dikin.
Lewma, divê hemû “aqîl”ên mirovaniyê wek Chomsky, li hemberî siyaseta aşûfteyî ya hukumranan dengê xwe bilind bikin; hingî wê cîhan fêhm bike ku Ocalan, bi serê xwe “waqa-î serketin”e, mîrateya ku ji mirovaniyê re bê hiştin jî, “kulliye”ya Ocalan e. Ev “kulliye”, pirtûkxeneyek hişmendî ye, ansiklopedik a dîrokî ye û mîrateyek abad e.
Mixabin, Kurd di “qedirşînasi”ya li hemberî kesên ji xwe, qels in, kûlek û korîşkî ne!… Gelek Kurdên dudilî, armanc-xerab, zikreş, “kulliye”ya Ocalan, weke “antî etnosnetrîst” dibînin, hin bi zanebûn, hin bi nezanîn di “repertuara lîstikên dijmin de” cih digirin.
Mixabin, ev kes, dîroka Kurdan nizanin, konfederasyonên Kurdan, yanî dîroka 3 hezar sal nizanin, “muhasebata” wê nekirine, “fonetîk”ên nivîskarên ku dîroka Kurdan nivîsî ne li ber çavan negirtine.
Bûyera Ayasofya jî di nav de…. Midurê olî yê Erdogan, dema li Ayasofya bi şûr derkete ser mîmberê, her kesî, Tirk, Kurd û biyaniyan, bi arzanî nêzîkî vê helwestê bûn, gotina “xeyalên Osman” derxistin pêş. Newî propagende kirin. Lê kesî ne got, “çi hedê midurê olî yê Erdogan û çi hedê Erdogan e, ku dikarin fetwayên olî bidin. Di ola îslamî de, “alim”ên ku dikarin fetwayê bidin, 34 medereseyan temam dikin û ji nû digihine “icezeta fetwa”-dayinê.
“Cahala cuhala”tç heye!… Lewma, paletiya spekulasyon û demagojiyan tê kirin, polemik têne kirin… Di apologetic (zanista olî) de jî “cehaletî” zêde heye, lê her kes “ahkam-i merdane”tiyê dike. Ev nabe, dive bi taybetî întelîjansiya Kurd, bi aqli selîm tevbigere, da ku mirovên ”aqîl” yên cîhanê jî bikin nava tevgerê!..
Min, gelek caran, dewşirmetî vegotiye û gotiye: Kesayeta dewşirme, di nav ferşê aşê Turk-î îslam û ferşê aşê îslama Muawiye de hatiye hertin, bê xem û xeyal, bê sewm û selat, bê nemaz û niyaz in!… Ev kesayet, bi pêşengiya Erdogan, faşîzma serdsalê dimeşînin, maxma di qatmenên cîhanê de gûr û geş dikin, ne tenê gelan, xwezayê, heywanan, çavkaniyên enerjiyê, asoyên hêviyên mirovaniyê tune dikin. Ev “potansiyala paşverûtî “ û “çeteyên cahaliye”ne, bi gotineke din “zebaniyên dojehê” ne. Divê em ratsiyê bi cîhanê bidin fêhmkirin.
Erdogan ven zebaniyan, ji welatekî diguhêze welatekî din. Cîhan bêdeng bimîne jî, dive Kurd qiyametê rakin, dive Gelê Suryanî û Asurî, nebî Îsa ji ezman daxînîn jêr û hemû hawariyên wî, careke din li cîhanê bela bikin.
Ev “potansiyal paşverûtî”, li hemberî guhertina pêşverû ya cîhana nû, metirsiya herî mezin e. Gelê Kurd, bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd hêviyên paşerojan derxistine holê û firkê Ocalan yê, “jina azad, civaka azad”, “gelê demokratîk” û “siyaseta demokratîk” pejirandiye. Ev hêvî wek bayekî nû yê guhertina “sîstemîk”e, hêdî hêdî li Rojhilata Navîn dikevê pratîkê, Ewropa jî bi erênî nêzîk dibe.
Balkêş e; De Mistura jî dema bûrî de gotibû; “Kurd ne xwedî stratejî ne”. Dubare balkêş e, De Mistura tu caran têkildarî Kurdan “eslî” nebûye, her dem bi Kurdên “ifare”, Kurdên ji dara Kurdî “nefilandî”re têkildar bûye. De Mîstura, siyastemedarekî di nava “ecz”ê de ye ku, dikare gotinên, ”ez paroneya Tirkan ya li hemberî Kurdan fêhm nakim” rêz bike. Ev siyaseta aşûfteyî ye.
Em dewam dikin; multî-milyarderê Emerîkî Thomas Kaplan jî, li ser pirsa, “Kurd, dikarin pişta xwe bidin Rojava, yan na” dibêje; “Guman dikim, beriya her tiştî dive Kurd, pişta xwe bidin xwe.” Weytî jarê, Thomas Kaplan, komploya navneteweyî û desteka tekholojî û endustriya çekan ya Elmanya û Ewropa ku didine Tirkiyê ji nedîtî ve tê û dibêje; “me rêxistineke “Ji bo Kurdan Edalet” ava kir.
Xuya ye ku Thomas Kaplan, siyasetmedar û hempîşeyên xwe ku destekê didine faşîzma Erdogan, wek “oldarên cil spî” yên Amîn Maalof, “halle hawarê”, (1). Kurdan jî, wek “parsekên medîne” dibîne. Divê şablonên klasîk werin terkkirin, Thomas Kaplan û hempîşeyên wî, heta îro, yek carê, neçûne cem nobedarên ku 7 sal in, li ber Konseya Ewropa ya Strasbourgê li edaletê digerin. Yan jî û eger raste, we bûna hawariyên edaleta ji bo Kurdan; îro, ew dem e ku bikevin nava haraketê, destekek bi hêz bidin Kampanya “Ji bo Ocalan azadî” ya Sendîqeyên Ingilîstanê.
Em gotina Feylesofê Fransî Bernard-Henry Levy, ku, piştî konferansa li Erebîstana Suidî got;”Niha, ji bilî çiyayên Kurdistanê dostên Kurdan nînin”, dubare bikin û bêjin; Divê hukumranên cîhanê, hawariyên edeletê, xwe ji “şablona şaş” ya klasîk rizgar bikin.
Şablona şaş ya cîhanê, “bi cih kirina PKKê di lîsteya terorê de” ye.
Swêd jî di nav de, hukumranên cîhanê û sermayedarên cîhanê ku derfetan didine xewn û xeyalên mêjiyê kûfîkî yê dewşirme û faşîzma Edogan, dibê şablona klasîk û şaş terk bikin.
Chomsky dibêje; Divê hêviya Kurdan çiyayên wan bin, dive, baweriyê bi tu hêzên din neyînin. Sînorên ku ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatine danîn, têkçûne, Divê Kurdên li Tirkiyê, Iranê, Suriye û Iraqê bibin yek.
KCKe jî, beriya sê rojan, car din, banga yekîtiyê kir. Lê hizbên Kurdm yên li Başûr, bi taybetî PDKe, ji “selefî”tiya dewşirmetiyê rizgar nabe.
Çare, nepenî ye, di îşareta heyrê û pirsê de (!-?) de winda ye.
—————
- Emîn Maalouf… Baxçeyên Tîrêjên Ronahiyê, weşanxaneya “telos”…






