Sîpan Şînda
Ev çend hefte bûn me li ser procesa pişaftinê dinivîsî û qala rewşa ku Kurd ketine tê de dikir. Lê ya rast, ev mijarekî gelekî kûr e û hêjaye ku mirov tezên doktorayê li ser binivîse. Bi rastî ji, mirov nikare mijarên evqasî girîng di quncikên rojnameyan de bi kûrahî vekole, jiber ku cih hindike; dema mirov çend heftiyan li pey hev li ser mijarekê binivîse ji, dibe ku bêhna xwîneran jê teng bibe. Lê mijar ji bo Kurdan weke mesela man û nemanê ye. Jiber wê divê Kurd serê xwe gelekî li ser vê meselê biêşînin.
Piştî ku pergala mêtînger evqas sal bi awayekî hovane û sîstematîk polîtîkayên xwe yên pişaftinê domandin, êdî evan polîtîkayan encamên mezin ji bi xwe re anîn. Me gotibû ku gelek Kurd bi awayekî ruhî ji Kurdî dûrketibûn û tenê bi awayekî polîtîk Kurd mabûn. Piştî şoreşa Tevgera Azadiyê li bakûr destpê kir û geş bû, êdî bandora xwe ji pitir li ser van kes û derdoran dida xwiyakirin. Jiber wê, piştî salên 1990’î bi taybetî li Stembolê him Navenda Çanda Mezopotamya (1991) vebû û him ji Întstîtuya Kurdî ya Stembolê vebû (1992) û evderên henê ji bo Kurdên ku li Stembolê dijiyan bûn navendên lêkolîn û pêşvebirina zimanê Kurdî. Ew Kurdên ku jiberê de li Stembolê dirûniştin, berê xwe dan van saziyan û zarokên wan ji li wan saziyan jinûve fêrî Kurdî bûn. Lê wan zarokan jixwe perwerdehiya xwe bi tirkî dîtibûn û tirkî bibû zimanê wana yê “dayîkê”. Piştî bayê azadiyê li ser dilê wan dayî, jinûve qesta Kurdî kirin, xwe elimandin Kurdî û gelek ji wan ji dest bi nivîskariyê, rojnamegeriyê, helbestvaniyê kirin. Ewan kesan bi xwe re formeke “nû” ji anîn û êxistin di nava Kurdî de. Yanê Kurdiyeke “nû” avakirin ku eleqa wê Kurdiyê bi forma Kurdî ya resen ve tunebû. Ew kesên ku nû hînî Kurdî bûyîn, ketin di nava jiyana nivîsa Kurdî de; lê bi tirkî difikirîn, hevokên xwe pêşiyê di serê xwe de bi tirkî avadikirin, paşê werdigerandin Kurdî û nû dinivîsîn. Lê ev “wergera” wan gelekî lehwaz û qels bû. Çawe dema yekî ku hema wenise bizaniya bi Kurdî bixwîne ew nivîs dixwendin, dizanîn ku eleqa wê formê bi Kurdî ve nîne. Jiber ku ev nivîsên henê ji mentiq û forma Kurdî dûr bûn, çi tam nedida xwendevanan û ew ji van nivîs û nivîskaran direvîn. Lê belê ewan ji xwe weke nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurdî didan xwiyakirin. Ji Kurdiya xwe re ji digotin “Kurdiya akademîk”. Bêgoman ez ked û hewldana wan kesan kiçik nakim, lê belê li gorî min ewan ji feydî pitir xwisar dane zimanê Kurdî. Jiber ku dema mirov helbestên wan yan ji nivîsên wan dixwîne, li mirovî gelek ecêb tên. Hevokên wan çi wate û tamê nadin xwîneran. Her çend ewan bi “Kurdî” dinivîsîn ji, lê jiber ku ew forma hevokên wan ne li gora Kurdî bû, ew ziman li xwendevanan biyanî dihat. Çawe ew hatibûn pişaftin, ewan ji bi vî hawî forma zimanê Kurdî dipişaftin. Belê ew “rewşenbîrên pişaftî” bûn û mixabin îro ji gelek kesên bi vî hawî “nivîskariya” Kurdî dikin hene. Heyf e! 10.07.2020.






