Ahmet Aktaş
Di 18.8.2020 de, ji nişka ve li Caracasa paytextê Venezuela hat dîtin. Maduro, bi taybetî ew qebul kiriye û bi hev re rûniştine. Lê naveroka armanca vexwendinê û hevdîtinê nedan der!
Belê gûmankirina armancên wan ne zahmet e. Hema em bi bîrbînin, ma hevalbendî û dostaya wan li ser çi hatibû ava kirin? Li ser ticareta zêr!
Di sala 2018 de dostaniya Receb û Maduro despê dike. Wê demê Receb jî, Maduro jî hewcedarên hev bûn. DYA, cezayê dorpêçek giran danîbû ser Venezuela û êdî nikaribûn zêrê xwe bibin Swisreyê, hewcedarî welatekî bûn! Bi kurtayî “pîrê ji bêkesî, kalo ji bênefsî û herduyan li hev pirsî”!
Receb jî wê demê bazirganê xwe yê ciwan Riza Saraf ji destê xwe filitandibû, ketibû destê DYA’yê. Li ezmana zêrdarekî weke Madurê digere, lê li erdê hatiye ber lingê wî, ma berdide vê fersendê? Li goreyî agahdariyên BBC’î, di wê salê de Maduro 4 caran tê seredana “dost”ê xwe Receb, Receb jî carekê diçe û herî kêm 23.9 ton zêr pêşkêşî wî dike.
Ma gelo nabe dîsa agahiyê nuh li ser zêr hilda be û hema bi lez Çavuşoglu şand Caracasê?
Her wiha vê meha dawî, weke ku Receb xwe dabe ser karê hundur û karê derve jî xistibe destê H.Akar, Y.Guler, İ.Kalin û M.Çavuşgolu. Geh li Qeterê ne, geh li Malta ne, geh li Libya û Libnanê ne û hwd. Diçûn Iraqê jî, lê ji ber di êrîşa ezmanî de 2 generalên Iraqê û fermandarekî gerîlla şehîd kiribûn, Bexdayê gera wan nexwest!
Bê gûman ev hewldan û gerên wan hemû ji ber tengasiya wan a aborî û bêkesiya wan a siyasî ye. Ji ber ku him li herêmê him li cîhanê êdî krediya wan şikestiye, lewma ketiye pey têkileyên marjinal. Bi tenê di destê Wî de êrîşkariya leşkerî maye. Ma ne ji bo vî karê qirêj jî dolar û zêr lazim e? Rezervên wî yên Benka Navendî jî ber bi dawiyê diçe! Li goreyî saloxan, dibe ku ji naçarî xwe bavêje himbêza axayê xwe Trump.
Ditirse ku Trump jî bikeve û şwîna wî Biden bi serkeve. Ji xwe êdî him ew û him Çavuşoglu, ji qebedayîtiyê bêhtir behsa çareseriya siyasî dikin. Piştî Başûr û Rojava û Idlibê, nuha li Libyayê jî tengav bûye. Piştî civîna bilind a YA’yê, li pey Macron, Merkel jî hilwesta xwe li dijî Receb ragihand û got “em li gel Yewnan û Qibrisê ne”!
Li ser vê mijarê, balyozên wan ê kevn ê Misrê Abdurrahman Salah qerfê/henekê xwe pê dike û dibêje; Receb him welatên perava Behra Spî tehdîd dike û him jî bang li wan dewletan dike, da ku werin ji bo aşbûnê civîneke navnetewî li darxin! Ya balkêştir jî di serî de bang li Misrê, Suriye, Libnan, Fransa, Israil û hwd.dike.
Nikarin dolara peyda bikin, eger zêran peyda bikin jî derdê wan derman nake! Ji ber ku ketine pirikê heta qirikê!






