Zekî Berdran
Hat fêmkirin ku bi giranî destê rejimê di kuştina rûspiyên eşîrên Derezorê de heye. Hin ji kesên tevlî bûyeran bûyîn hatin girtin. Weke din lêpirsîn û lêkolîn dewam dikin. Herwisa eşkere bû ku hin çeteyên girêdayî dewleta Tirk, ji bo ku li Dêrezorê tevlîheviyê derxin û rêveberiya xweser bêbandor bikin bangewazî kirine. Li aliyê din ji bo derxistina Emerîka ji Sûriyê Îran û Rûsya jixwe her tim di nava hewldanê de ne. Tevlîhevî, kaos û tesfiyeya rêveberiya xweser di berjewendiyên xwe de dibinin. Di rewşeke wisa de wê dest daynin ser herêmê û rejimê serdest bikin.
DAIŞ, Rûsya û rejim li ber çavan li dijî hev in. Li hemberî hev şer dikin. Bi heman awayî Tirkiyê, erdê Sûriyê dagîr kiriye. Rejim û Rûsya li dijî Tirkiyê ne. Lê çawa ku tê dîtin ev hêzên li dijî hev dema mijar dibe rêveberiya xweser ya daemokratîk ya bakur-rojhilatê Sûriyê dibin yek. Tişta ku wan dike yek, dijberiya wan ya li hemberî demokrasiye ye. Projeyeke wan ya wisa û modeleke wan ya çareseriyê nîne. Tev li dû wî qasîne ka wê çawa berjewendî û desthilatdariya xwebiparêzên, yan ji desthilatdariyê parekê bi dest bixin.
Li bakur-rojhilatê Sûriyê modeleke rêveberiyê ya ku dimeşe û hatiye birêxistinkirin heye. Ango mijar ji teorî û gotûbêjan derbas bûye. Sîstemeke dimeşe heye. Rêveberiyeke wisa demokratî heye ku heta niha ne li Sûriyê hatiye dîtin, ne li Rojhilata Navî. Modeleke wisa hatiye afirandin ku di nava şer de azad dike, bawerî û çandên gelan tevan hatine birêxistinkirin û di nava aştî û aramiyê de bi hev re dijîn. Li şûna ku her kes li vê modela ku pirsgirêkên herêmê bi awayekî demokratîk çareser dike xwedî derkeve, tersê wê ji bo xerabkirin û bêbandorkirina wê dixebitin.
Sûriye di binê rêveberiya Beşar Esed de ket vê rewşê. DAIŞ, El Nusra û rêxistinên din yên weke wan jî li dijî demokrasiyê û di wêrankirinê de bûn alî. Hêzên weke Tirkiyê yên piştgiriya DAIŞê, El Nusra kirîn jî berpirsên wêran û koçberiyê ne. Para gelek hêzên din jî di vê wêrankirinê de heye. Lê eger em bala xwe bidinê li herêmên di binê desthilatdariya rejimê de weke berî sala 2011an azadiya fikir hê jî qedexe ye. Ti kes nikare desthilatdarî û rejimê rexne bike, bê destûra rejimê ti kes nikare xwe birêxistin bike. Danûstandina dijmin bi wan re tê kirin. Mohra xayîntiyê li wan tê xistin. Eger stûyê xwe xwar nekin wêdewlet bi ser wan de biçe û wan tine bike. Yên desthilatdarî xistîn destê xwe têgehên weke azadî û demokrasiyê nayên bîra wan jî.
Li herêmên di binê dagîrkeriya Tirkiyê de li milekî qirkirina neteweyî dibe, li milekî jî talan û hovîtî heye. Ya herî xerab jî piraniya çeteyên çekdar ji Sûriyê ne û bûne leşkerên Tirkiyê yên bipere. Ma wê ji bo çi dewleteke weke Tirkiyê ya faşîst û dagîrker parastina azadî û demokrasiyê bike? Erdogan, li Tirkiyê bi tinekirina demokrasiyê û avakirina dîktatoriya xwe ve mijûl e. Rûsya û Îran bixwe jî ne xwediyên sîstem û rêveberiyeke demokratîk in, heta ku li Sûriyê demokrasiyê biparêzin.
Çawa ku tê dîtin yên Sûriyê bi rê ve dibin û hêzên ji derve dest lê werdirin, derdekî wan, hedefeke wan ya aştî û demokrasiyê nîne. Ev hêz tev aştiya xwe dixwazin. Ango dixwazin hêzê û desthilatdariyê bixin destê xwe û bi yên din jî bidin qebûlkirin. Diyar e ku ji van polîtîkayan û ji vê hişmendiyê aştî û demokrasî dernakeve. Çawa ku dernakeve. Cinêv jî di navê de gelek civîn û hevdîtin çêbûn. Lê li ser bername û destûreke demokratî lihevkirin nîne. Eger armanc û niyeteke wan ya wisa hebûye, wê nûnerên rêveberiya xweser ku nûnertiya bi milyonan Sûriyeyiyan dikin jî tevlî civînan bikiran. Tersê wê ji bo dervemayîna rêveberiyên xweser van hêzan tevan li hev kiriye.
Divê Ereb, Kurd, Asûrî-Suryanî, Ermenî û civakên din di vê modela demokratîk de israr bikin. Eger rejim yan Tirk û çeteyên wan werin aştî û aramiya niha namîne. Wê dîsa şer, xwîn û rondikên çavan pir bibin. Bi modela rêveberiya xweser gel xwe bi rê ve dibe. Baweriya wî pê tê. Tecrûbeyên wî pêş dikevin. Çand û zanebûna demokratîk pêş dikeve. Divê rewşenbîr, welatparêz, yên aştî û demokrasiyê dixwazin rêveberiyên xweser biparêzin û ji bo ku bibandortir bibin têkoşînê bikin.






