Idrîs Henan
Rojên ducanî yên li pêşberî me, girantir û çarenûsî ne. Tevlihevî û lihevketina berjewendiyên li herêmê bandorek stratejîk li şiklê pêşketinên li qada “Rojhilata Navîn” dikin. Aktorên nû yên ku deh sal in mesafeyek dûrî aloziya li herêmê ne, îro bi mecbûrî dehfî navenda aloziyê dibin. Di heman demê welatên yek-blokê, ji ber wê cudahiya berjewendiyan, îroj di mewziyên dijberî hev û din de ne.
Ji xwe aloziya li herêm û cihanê rû daye, herikîneke xwezayî ya pêşketina ku li qada berjewendîperest a dewletparêz e. Sîstemeke ku di encama aloziyên exlaqî û tevliheviyan de çêbûye. Bi hezaran sala in bi alozî û kirîzan re temenê xwe gihandiye vê roja me ya îro. Ji lew re; pergaleke ku di oxira mayîndekirina desthilatdariyê de, jêdera bingehîn a afirandina aloziyan e. Ne wisa be, ti şansekî domdar a vê sîstemê namîne. Bi qasî ku şerê van sîstemên dewletparêz ê desthilatdarî û serweriyê çêdibe, ewqas jî li hemberî projeyên gelan ên demokratîk, exlaq û polîtîk yekdestarî ne.
Îro heman sîstemên ku li ser axa Sûriyê, Lîbya, Îraq, Kurdistan û Afrîqyayê dijberî hev in, li ser imhakirina çirûska demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatî Sûriyê hem fikrin. Her yek bi awayekî cuda ku carinan navên diplomatîk lê bar dikin, êriş û niyetên xwe yên dijberî vê sîstema gelan rave dikin. Ji xwe hewce nîne ku rojên em dijîn bîn bîra ti kesî. Ji ber ku encamên wan ber bi çav û jiyanî ne. Lê xeteriya herî mezin ne şer û ne jî encamên şeran e. Ew xeteriyên li ber çavan û reaksyonên naskirî yên êrişên nijadperest in ku mirov an jî rêveberiya heyî dikarin li gorî derfetan tedbîran jê re bigirin. Di encamê de yan êriş tê şikênandin an jî bandor qet qetî dibe. Mînakên ji xeta Efrînê heya Serê Kaniyê û beşên dîtir ên Sûriyeyê ber bi çav in. Lê dîsa jî neyar pala xwe nade encamên êrişên teknîkên leşkerî û awayê klasîk ên şeran, dibe ku encam qirkirina fîzîkî û tunekirina hayberî be. Lê ti caran di dîrokê de lê nehatiye ku gelan bi şeran hebûna xwe ji binî ve wenda kirine. Dêmek; êrişa nepenî ya çandî ku îroj bûye modelek bi qanûn û zagonên navneteweyî rewa bûye ya herî xeternak û metirsîdar e. Bi van şiklên êirşan gel hatine keviya qirkirin û tunebûnê. Bi dehan milet û şaristanî bi van rêbazên qelandinê ji holê rabûne û ti eserên wan jî nemane.
Êrişên han bi oto-(sîxûrtî, ajantî, gendelî) bi destê elementên hundirîn bandortir û encamgirtir dibin. Ji lew re li her dera ku zemîna vê cureyê bête avakirin, dêmekî rêveberiya xwecihî û tevahî saziyên wê rûbirûyî tunekirinek misoger in. Li cihê ku şaneya herî bi çûk a civakbûyînê ji rê derkeve, wê li şûna gel, xizmeta malbat û kesayetan bike. Dê fena kevirên domînoyê jî koka rêveberiya heyî bikiritîne û dê weke ‘gopala’ Sultan Silêman lê were ku dê ji hundir ve birize û li ser stûyê xwe de bikeve.
Li cihê ku bedelên giran tên dayîn, ti mafekî kesekî nîne ku bi seranserî, xemsarî, awanî û bê sinc bi van nirxan bilîze û ji xwe re bike mal. Çi nirxekî civakê, di encama bedelên giranbuha de ye. Dema ku mehkûmî kesayet û malbatan bibin, wateya xwe ya nirxbûyînê ji dest didin. Fena ku Rêber APO gotiye; ancax bi yekîtiya li hemberî vê cureyê gendel a kurtêlxwar em veguherin hêzeke mezin a çareserker ku li hemberî vê şiklê êrişan li ber xwe bidin. Rêber APO karê baş jî wisa pênase dike; Çi wateya ku hûn karekî baş bikin? Karê baş; xizmeta gel ne kesayetan e. Her tişt bi têkoşîna rast bi ser dikeve. Gotinên Rêber APO bangewaziyên vekirî ji her zeman û mekanî re ne. Ta ku fena ‘gopala’ Sultan Silêman li me neyê, li gotinên rêberê xwe xwedî derkevin!






