Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê tebaxê redkirina koletiyê ye

17/08/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedan rûmetdar dike
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Şahîn

Ji bo wate û girîngiya 15’ê tebaxê were fêmkirin, hewceye dîroka serhildanan a 214 sale bênavber dewam dike û bi dehan serhildanên kurdan ên her yek bi qirkirin û trajediyên herî mezin dagirtîne were fêmkirin, hewceye hişmendiya siyaseta komara tirk a qirker û tineker were fêmkirin, hewceye şert û mercên jiyanê yên ji dojehê xerabtir li ser kurdan hatibûn ferzkirin werin fêmkirin, hewceye rihê faşîzma 12’ê îlonê were fêmkirin.

Ji destpêka sedsala 19 emîn heta dawiya sedsalê civaka kurd ji bo bidestxistina xweseriya xwe bi dehan serhildanan pêk tînin û li dijî dewleta osmanî li berxwe didin. Lê ji ber bêtifaqiya neteweyî û ji ber îxanetên navxweyî hemû serhildan bêencam û bi têkçûyina kurdan bi dawî dibin. Di encama wan serhildanan de serok û rêberên kurdan hemû tên qetilkirin.

Mixabin civaka kurd bê serok û bê rêber û bêyê tifaqa neteweyî, bi awayeke parçe parçe bûyî pêvajoya şerê yekemîn ê cîhanê pêşwazî dike. Civakên din ên bin serweriya osmanî de hemû ji bo azadî û serxwebûna xwe li dijî osmaniya şer dikin û di nava tifaqên cûrbicûr de cih digrin lê kurd dibin şervanên desthilatdariya osmanî.

Şerê ku di 1914’an de dest pê kir di 1918’an de bi dawî bû. Di encamê de dewleta osmanî têk çû. Kurd bê serok û bê rêber bi awayeke parçe parçe bûyî li holê man. Anatolya û Kurdistan di nava dewletên emperyalîst de hat parvekirin. Li gorî parvekirinê her dewletek qadek dagir dikir. Li milê Anatolyayê li dijî dagirkeriyê bertekek çênebû. Lê dema ku Fransa yê hewl da bajarên Kurdistanê Riha, Dîlok û Gurgümê dagir bike civaka kurd li dijî dagirkeriya Fransayê li berxwe da û destûr neda dagirkerî pêk were.

Berxwedaniya civaka kurd bala M.Kemal dikşîne. M.Kemal, bê serok, bê rêber û bê tifaqa neteweyî bûna civaka kurd ji bo xwe weke fersendê dibîne û berê xwe dide Kurdistanê. Li ser soz û bexta biratî û wekheviyê avakirina dewleteke hevpar a kurd û tirk li dijî dewletên emperyalîst ji bo berxwedaneke hevpar di kongreyên Erzerom û Sêwazê de tifaqa stratejîk a sêyemîn a kurd û tirk pêk tê.

Berxwedana tifaqa kurd û tirk a ku 1919’an de dest pê kir bi serket û komara nû ava bû. Di makeqanûna yekemîn a 1921’an de xweseriya civaka kurd tê nasîn. Nasîna xweseriya Kurdan heta îmzekirina peymana Lozanê dewam dike. Piştî ku di 24’ê tîrmeha 1923’an de peymana Lozanê hat îmzekirin û di hûqûqa navneteweyî de hebûna komara tirk hat nasîn soz û bextên ku M.Kemal dabûn hemû hatin jibîrkirin û îxanet û bêbextiya dîrokî ya li dijî civaka kurd dest pê kir.

Di makeqanûna 1924’an de hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest esas tê girtin û komara nû li ser wê hişmendiyê tê avakirin. Di wê hişmendiyê de tinekirina civaka kurd û tirkistankirina Kurdistanê esas tê girtin. Bi kurtahî komara nû li ser tinekirina civaka kurd tê avakirin. Xweseriya civaka kurd ji makeqanûnê tê derxistin û pêvajoya înkar û tinekirina civaka kurd dest pê dike. Hevokên helvalbendê M.Kemla û wezîrê dadmendiyê wê demê Mahmut Esat Bozkûrt “ Li vî welatî xeynî civaka tirk mafê tu kesî tine ye, heke mafeke wan hebe ew jî xulamiya tirkane”. Wekî di hevokên Mahmut Esat Bozkûrt de jî diyare dibe, ji bo civaka kurd du vebjêrk hebûn. Ya di encama qirkirinan de tinebûyin, yan jî jiyaneke bêrûmet a xulamtiya tirkan.

Li dijî bêbextî û siyaseta înkar û tinekirinê ji bo kurdan tenê rêyek heye ew jî serhildan e. Rêze serhildanên kurdan di sala 1925’an de bi serhildana Şêx Seîd dest pê dikin. Bi dehan serhildan pêk tên. Lê weke serhildanên di serdema osmaniyan de ji ber bê tifaqiya neteweyî û îxanetên navxweyî her serhildanek ji bo civaka kurd bi berdêlên giran û qirkirinên mezintir bi encam dibe.

Ji bo siyaseta xwe ya înkar û tinekirinê biser bixin Kurdistanê derveyî hûqûqa Tirkiyeyê bi pergaleke taybet birêve dibin. “Islehkirina Şerqê”, “Takrîrî Sikûn”, “Tedîp û Tenkîl”, “Pergala Mufetîşî ya Ûmûmî”, “Pergala Rewşa Awarte (OHAL) û waliyên heremî yên rewşên awarte” navên pergalên talankirin,  wêrankirina Kurdistanê û çewisandin, teslîm girtin û qirkirina civaka kurd in.

Di hebûna van pergalan de kesî nikaribû peyva Kurd û Kurdistanê bilêv bike. Di zanîngehan de, bin navê zanistiyê de bi hezaran çîrokên derewînên ku “kurd bi eslê xwe tirk in” hatin afirandin. Li gel berxwedan û serhildanên kurdan ew pêvajo ya qirkirin û tinekirinê heta salên 1970’yan bi hemû dijwariya xwe dewam dike û êdî nêzikê serkeftinê dibe.

Di pêvajoya ku dewleta tirk di tinekirina civaka kurd de nêzikê serkeftinê bûyî de di sala 1973’an de di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan de komek ciwanên kurd yê xwedî wijdan li dijî siyaseta qirker dikevin nava liv û tevgerê. Ji komê re dibêjin ‘Koma Apociyan’. Koma Apociyan liv û tevgera xwe di 27’ê mijdara 1978’an de bi avakirina partiyê (PKK) tacîdar dikin.

Liv û tevgera Apociyan dewleta tirk dixe nav tirs û fikaran. Ji bo pêşî li Apociyan bêgirtin û siyaseta wan a qirker bi serketî bi encam bibe di 12 îlona 1980’an de darbeya leşkerî pêk tê.

Weke hemû derbeyên berê di armanca derbeya leşkerî ya 12’ê îlonê de jî cewisandin û teslîmgirtina civaka kurd, tasfiyekirin û tinekirina sazî, rêxsitin, pêşeng û rewşenbîrên kurd hene. Yekane koma ku xwe ji tasfikerinê diparêze û li dijî faşîzma derbekarên 12’ê îlonê li berxwe dide koma Apociyan e. Apocî, zîndanên ku her tim bûne qada teslîmgirtin û tasfiyekirinê dikin qada berxwedanê, dikin qada têkçûna faşîzma derbakarên 12’ê îlonê.

Apociyên ku di pêşengiya Rêzdar Ocalan de derketibûn derveyê welêt ji bo deng bidin dengê berxwedana zîndanan û bersîveke layiqê berxwedana wan bidin faşîzma derbekaran di nava xebateke bêhempa de bûn. Piştî xebat û amadekariyên çend salan di 15’ê tebaxa 1984’an de di pêşengiya fermandarê mezin ê nemir Agît de li Dihê û li Şemzînanê bersîveke dîrokî da faşîzma darbekarên 12’ê îlonê û siyaseta qirker a dewleta tirk.

Ew bersîv ji bo siyaseta qirker û tineker derbeyeke mezin bû. Redkirina jiyana xulamtiyê bû, destpêka jiyana bi rûmet bû. Lewre dilê civaka kurd û dostên wê şad, hişmendiya dewleta tirk a faşîst û qirker serûbino kiribû.

Rayedar û darbekarên dewleta tirk ne li benda bersiveke wisa xurt bûn. Di nava Şaşwaziyeke mezin de bûn. Di nava gefûgurên xwe de aqûbeta 28 serhildanên berê dianîna bîra civaka kurd û ji bo serhildana 29 emîn bi qasê çend saetan temen diyar dikirin.

Ew çend saet bûn çend roj, çend roj bûn çend meh, çend meh bûn çend sal, çend sal bûne 36 sal û dikeve sala 37’an. Ez bawer dikim serhildana kurdan a herî temen dirêj ev e. Cara yekemîne ku dewleta tirk li gel piştgirî û hevkariya NATO’yê, bi teknîka xwe ya herî pêşketî, bi ceribandina hemû dek û dolabên xwe yên dîrokî û bi aktîfkirina xeta îxaneta kurd nikare serhildana kurd têk bibe.

Fişeka yekemîn a li Dihê û Şemzînanê teqiya tenê li nava dilê koletiyê neket di heman demê de ya ku her carê weke qedereke nebixêr li ser kurdan dihat ferzkirin ‘qedera têkçûyinê’ jî parçe parçe kir. Ji bo civaka kurd a ku di bin êrîş û mêtîngeriya dewletên faşîst de ber bi tinebûnê ve diçû bû mîladeke nû. Şoreşa vejînê ya neteweyî pêk anî û bû destpêka jiyaneke nû. Rêya azadiyê û jiyana bi rûmet nîşanê hemû kurdan da. Civakeke rêxistinkirî, zana, polîtîk a dildarê azadiyê afirand ku îro li çar parçeyên welêt dest bi destê gerîla bi lêhengî û fedekariyeke mezin li berxwe dide. Di heman demê de 22 sale li dijî komploya navneteweyî ji bo rizgarkirina Rêberê xwe li ber xwe dide.

Civaka ku mahkûmê koletiyê û bêrûmetiyê kiribûn bi berxwedana xwe ya bêhempa li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistine û bûye yek ji civakên herî rûmetdarê cîhanê.

Serhildana ku çend saet temen jêre dihat diyardikirin îro, ji Efrînê heta Heftanînê, Ji Dêrsimê heta Urmiyê, ji Erdexanê heta Helepçeyê li çar hêlê welêt bi ruheke fedaî li berxwe dide. Yên ku bi berxwedana xwe ya dîrokî faşîzma darbekarên 12’ê îlonê têkbirine bê guman dê faşîzma AKP-MHP’ê jî têk bibin.

Ew fişeka yekemîn a ku di 15’ê tebaxa 1984’an de tenê şewqa xwe da dilê civaka kurd îro ji hemû civakên Rojhilata Navîn re bûye hêvî û şewqa xwe dide cîhanê.

Lewre 15’ê tebaxê tenê ne roja cejna vejîna civaka kurd e, roja cejna vejîna hemû civakên Rojhilata Navîn û civakên bindest ê cîhanê ye. Li hemûyan pîroz be.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.