Medeni FERHO
Pêdiviya keşfan nîne, em ne Arşîmet in, ne jî Kopernîk.
Lê, em zanin ku “mîlad” bûyîn e, bi bûna Cn. Isa jî li cîhanê bûye destpêka salnameya mîladî. Bûyîn, himbêzkirina jiyanê ye, ev jî bi têgihiştin, fêrbûna di çarçoveya felsefî de bi wate dibe.
Pengava 15ê Tebaxê jî mîlad e, ji nû de bûyîn e û herî baş di gotina Kekê Musa Anter de xuya dike; “em dibin sifirê de bûn”. Ketina bin sifirê, tê wateya ku gelê Kurd “di gora betonî de hatiye metfunkirin”, ev jî “mahşerî Kurdistan” e!…
Piştî Komara Agirî û destnîşan kirina paytext “Kurdava”, di sala 1930î de, Berxwedana Agiriyê hate têkbirin, Kurdistan jî, di “gora betonî” de hate metfunkirin.
Piştî 50 salî, li gundê “Fîs”ê, , di 27ê Mijdara 1978an, PKKe hate avakirin. Ev destpêka têkoşîna homerîk e!.. Destpêka “multî dîsîplîn” e , vê jî di 15ê Tebaxa 1984an de, gora betonî parçe kir, destîniya gelê Kurd guhert, rê li ber hişmendiyek deryayî vekir. Multî disîplîn îro, hukumraniya li dem û mekan dike.
Vê hukumraniyê, Peymana Sykes-Pîcot jî parçe kir.
Faşîzma Turk-î Îslam û paşverûtiya chanê, dixwazin, peymana parçekirî, bi şîrêza ku bûye toza jehrî ya tunekirina gelan, bi hev ve bizelîqînin, lê çênabe!…
Hêza “gerilatîya kuantûmî” desturê nade.
Hêza quantûmî, gotina fermandareke jina Kurd e û têkiliya mêjî û elementên jiyanê, cewher û wateya bûyer û pratîkê tîne ziman. Îro, li her qada jiyanê şer heye û ciwanên Kurd, mîna “serdema antîk”, destanan dinivîsin.
Di nava du kevanan de û bi tîpêk îtalîk bêjim; (Li hemberî dijminê dagirker, tenê PKKe şer dike, gelê kurd jî li çar parçeyên Kurdistanê li dora PKKê kom bûye. Partiyên din, bi taybetî yên li Herêma Başûr, tovê waweylê û weytî jarê ne, buna qurbanê zaafên xwe…)
Di vê serdema lehengiya serdema antîk de, materyalên zindî hene û di oîjînal biyografiyên Gerilla de têne dîtin. Rast e, dîroka Kurdistanê, dîroka berxwedanê ye, lê di dîroka kevin ya Kurdistanê de pratîk heye, teorîk nine. Em dubare bikin; ji sedema dîroka Kurdistanê baş ne hatiye lêkolîn kirin, “zaafên” Kurdan jî veşartî mane. Zaafên Kurdan, her dem “zaafiyet” bi xwe re aniye.
Ev tezek e û di şerê îro li Heftanînê û dagirkeriya Başûrê Kurdistanê de, partiyên Herêma Başûr jî di nava “zaafên” xwe de digevizin. Eger em, têgihiştî li bûyer û pêşketinan binêrin, tez, di aliyê zaafiyetê de fereh dibe û xurtkirina histografya Kurdistanê asteng dike.
Zaafiyet, bûye çavkaniya xiyanetê.
Em, careke din vegerin paş; sala 1915an jî di nav de, 105 sal in, Kurdistan bi xwîna gelan tê avdan. Berxwedan jî, di stranên dilojarê de mane.
Lê pratîka 15ê Tebaxê, hawaleyî teorîyê bûyê û bû bingeha felsefeyekê.
Bêyî ku em wateyên cûda yên felsefê li ber çavan bigirin; em bêjin, felsefê “xwe naskirin e”; partiyên di nava “zaafan” de, mixabin bûne tovê waweylê û weytî jarê.
Em dubare bikin; Kurd her dem bûne qurbanê “zaafên” xwe, ev jî bûye “zaafiyet”. Bêguman, di zaaf û zaafiyeta Kurdan de, potansiyal xayintî û potansiyala welatparêzî heye. Potansiyala xayintiyê, hîstografya Kurdan qels û misrî kiriye û bûye çavkaniya korîtî û lalîtî ye. Li Başûr ev bêxelatî heye!..
Divê Gelê Başûrê Kurdistanê, vegerê mîlada raperîna li dijî rejîma faşîst ya Saddam, zorê li partiyên Başûrî bike ku zaafên xwe terk bikin û nebin sedema zaafiyete berxwedana azadiyê.






