Zekî Bedran
Dewleta Tirk yê bi rêveberiya faşîst Erdogan êrişa ser erdê Iraqê didomîne. Hefteya borî bi bombebarana balafirên Tirkan du generalên artêşa Iraqê hatin kuştin. Hikumeta Iraqû û hin welatên Ereb êrişa şermezar kirin. Yekîtiya Ereban jî êrişa şermezar kir û diyar kir ku li cem dewleta Iraqê ye. Lê dewleta Tirk çawa ku ev daxuyanî nebihîstibin tev geriya û pişt re êrişên xwe domandin.
Dewleta Tirk beşeke girîng ya erdê Sûriyê dagîr kiriye. Weke din li Libya jî xwe bi cih kiriye û hêzê dişîne wir. Digel vê dagîrkeriyê her ku devê xwe vedike dibêje, çavê me ne li erdê ti kesî ye, em alîgiyên yekbûna erdê ne. Li Astana û Soçî di her civîna bi Rûsya û Îranê re kirî de ev gotinên xwe dubare kirin û dike. Her kes baş dizane û dibîne ku Tirkiye, ji Efrînê heta Serê Kaniyê ciyê dagîr kirîn bi xwe ve girê dide û ew bi xwe lê hukum dike. Li herêmên dagîrkirî li milekî li dijî Kurdan qirkirina neteweyî dike, li milê din jî her renge sûcê dijmirovî dike.
Li ser erdê Iraqê bi dehan baregehên leşkeri yên dewleta Tirk hene. Piraniya wan li herêma federe ya başûrê Kurdistanê ne. Lê li deverên weke Başîka jî baregehên Tirkan hene. Digel hewldan û xwesteka hikumetên Iraqê jî baregeha Başîka vala nekirin. Lewre Iraq bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî ve mijûl e û dewleta wê lewaz e. Serdestên Tirkan jî li ser bingehê hêzê siyasetê dikin. Dîroka wan li ser vê hişmendiyê pêş ketiye. Eger em bînin bîra xwe dema êrişî Sûriyê kirin û Serê Kaniyê dagîr kirin Yekîtiya Ereban Tirkiye şermezar kir bang kir ku dawiyê li dagîrkeriya xwe bîne. Dewleta Tirk li hemberî vê bangewaziya heq û xwezayî wiha got: “Hûn dewletên Ereban tevan kom bikin bi qasî Tirkiyê nabin.”
Dewleta Tirk ji bo xistina Qedafî jî tevlî operasyonên NATO bûbû. Ji roja Israîl ava bûyî ve di serê dewletên Israîl nas kirîn de ye. Lê faşîstên weke Erdogan behsa yekîtiya misilmanan û biratiya Ereban dike. Lê di salên dawiyê de ya gefan li welatên Ereb dixwe û dema firsetê dibîne seferên dagîrkeriyê jî dike ew bixwe ye. Eger em bala xwe bidinê ya êrişî welatên Ereb yên weke Iraq, Sûriye û Libya kirîn û hewldana dagîrkeriyê kirî dewleta Tirk tenê ye. Di hedefa êrişan de bi taybetî Kurd û Ereb hene. Ji bo wê ya paşroja herêmê rizgar bike û bigihîne aramiyê jî itîfaqa Kurd û Ereban e.
Dewleta Tirk dema êrişî Sûriye û Iraqê kirî yan bi Emerîka re yan bi Rûsya re itîfaq kiriye. Lewre hêza wê ya ku bi serê xwe bike nîne. Niha jî eger alîkariya Emerîka û destûra wê tinebe faşîstên Tirk nikarin êrişî Iraqê bikin. Lewre kontrola qada hewayî ya Iraqê bi giranî di destê Emerîka de ye. Weke din qada hewayî ya Efrînê di binê kontrola Rûsya û ya Serê Kaniyê jî di desê Emerîka de bû. Eger Emerîka û Rûsya destur nedabûna nijadperestên Tirk nikariyan vê dagîrkeriyê bikin. Weke din eger çeteyên DAIŞ, El Nusra û dijeberên rejima Sûriyê ku ji bo xwe wan dide şerkirin tinebûna leşkerên xwe nedidan kuştin. Yên wan dişîne mirinê bi giranî Erebên xizan yên bêçare ne. Tirk li milekî erdê Ereban dagîr dikin li milekî jî wan ji bo xwe dike leşker û dide şerkirin.
Her kes dizane ku Tirkiye bi DAIŞê re kar kiriye û Sûriye xistiya nava teqana xwînê. Em ji bîr nekin delma Bexdadî yê sekêşî DAIŞê hatî kuştin, hikumeta xemgîn bûyî û hêrs bûyî hikumeta Erdogan bû. Jixwe Bexdadî li devera di binê kontrola Tirkan de dima. Erdogan li ber çavê çapemeniyê li Emerîka hêrs bû û got, we Bexdadî kuşt, mafê min jî yê kuştina Mezlûm Ebdî heye.
Rûsya û Emerîka berjewendiyên xwe li pêşiya her tiştî girtin û Tirk kirin xwediyên Sûriyê û şirîkên wê. Mixabin îro bê Tirkiyê ti kes nikare li Sûriyê çareseriyê bîne. Heman lîstikê niha li Libya jî dilîze. Lewazbûna Ereban û parçebûna wan cesarete dide dagîrkerên Tirkan û karê wan hêsan dike.
Erdoganê faşîst peymana Lozanê qebûl nake. Misa-i Millî dixwaze ku Heleb, Mûsil û Kerkûk jî di navê de ne. Kê hêza wî hebe û firsetê bibîne wê dagîr bike. Eger em bala xwe bidinê li hemberî faşîzma Tirkan ya li ber xwe dide û şer dike hêzek tene heye. Li Kurdistanê bi salan e hêzên gerîla li hemberî êrişên Tirkan li ber xwe didin. Hêza yekane ya ku nahêle Tirk Rojhilata Navî dagîr bikin Kurd û gerîla ne. Ji bo ku ev mayînde bibe û encamê bigire pêwîstî bi itîfaqa Kurd û Ereban heye. Lewre Kurd û Ereb helên Rojhilata Navî yên kevin in û din ava hev de dijîn.






