Faruk Sakik
Mîmarê teoriya ‘fîşeka yekemîn’ Dr. Frantz Fanon digot; “fîşeka ku gelên di bin mêtingeriyê de li dijî dijminê xwe diteqînin, di heman demê de li dijî tirsên xwe yên melisî, kesayetiya xwe ya bizdiyayî û vîna xwe ya şikestî jî diteqînin”
Vê carê fîşeka yekemîn, ji aliyê yek ji gelên herî qedîm ê Rojhilata Navîn, ji aliyê gelê Kurd ve li dijî mêtingeriyê, di 15ê Tebaxa 1984’an de hatibû teqandin û qereqolên ku mêtingeriyê di serê Kurdan de ava kiribû, rûxandibû.
Bi fîşeka yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an hatibû teqandin; jiyana gelê kurd ji nû ve hat dîzayinkirin. Di cîhana kurdan de hişmendiyeke nû, giyanekî nû û ramaneke nû afirand. Êdî tu tiştek weke berê nebû. Jiyaneke azad û civakek nû hat afirandin. Betona ku li ser gora Kurd hatibû rijandin, bi vê fîşekê hatibû parçekirin.
Kurdê ku axa mirinê ji ser xwe avêtibû, li hemberî kiryarên înkar û bêrûmetkirinê yên mêtingeriyê serî rakir, ji bo kerameta xwe, ji bo azadiya xwe, ji bo avakirina jiyaneke azad û bi coş û wêrekiyeke mezin rabû ser pêyan. Bi tûjitiya şûrê edaleta şoreşgerî, xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava kir, ji bo hilanîna tolhildana sedsalan çi pêwîst bû kir.
Hesabên dijminên dagirker serûbin bibûn. Ev serhildana dawî ya Kurdan, li gorî wan hinekî dijwar ajotibû. Gava li serhildanên din dinêrîn, di demeke kintir de encam girtibûn. Generalên mêtinger, temeneke 72 saetan dabûn vê serhildanê; lê saet bi rojan, roj bi mehan, meh bi salan bûhûrîbû, serhildan jî her diçû mezin dibû. Har û çavsorî bûbûn.
Di sala 2014’an de gerîlayên kurdan û şervanên Egît, li çiyayê Agirî mezelek sembolîk çêkirin û metîngerî li wêder binaxkirin. Ew foto û dîmen îspat dikir ku pêngav gihîştiye armanca xwe. Fîşeka yekemîn îsabetî mezelê ji bo Kurdistanê çêkiribûn kiribû û ew mezel parçe parçe kiribû. https://studio.youtube.com/video/jTNEFc3iYik/edit/basic
Û 15’ê Tebaxa 2020’an.
Kurd amadekariya pêgava duyemîn ya 15’ê Tebaxê dikin. Evcar ji bo azadiya Kurdistan fîşeka duyem ji Heftanînê birêketî. Wa ji me re dîmen hatin; Murat Karayilan rûniştiye peyama 15’ê Tebaxê dide û li pişt wî gerîla û lehengên kurd yên serdema nû û di nav kincê kamûfilajkirî de mizginiya azadiyê didin.
Dijminê dagirker dîsa temenê didin vê lehengiya gerîlayên serdema nû yên di nav kincên kamûfilajkirî de. Çawa di sala 1984’an de 72 roj temen dabûn gerîlla di roja me dejî her tim temenî biharê didin. Lê dîsa hemû biharan de dengê çeka gerîla li çiya belav dibe.
Fîşeka yekemîn ku 36 sal in bê rawestan xwe nû dike, îro dibe jiyan û li asîmanên hemû Rojhilata Navîn digere. Dibe tirseke di mejiyên mêtinger, emperyalîst, dagirker, zalim û xayînan de bi cîh bûyî.
Ev car eniyên cûda yên berxwedanê hene. Li çiya gerîlla, li rojava şervanên YPJ û YPG’ê, dîsa li rojava sîstemek rêveberiya xweser, li Başûr gel bi rihê berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî li dijî dagirkeriyê derdikeve. Li dîaspora kurd di qada navnetewî de, berpirsyara dewletan ya dîrokî bi bîra wan dixin, li Bakûr her çiqas gel di bin tundiya faşîzmê debe jî, di Newroz û hilbijartinan de bandora fîşeka yekemîn bi bîra dewleta Tirk a dagirker dixe û li Rojhilat jî ref bi ref ciwan derbasî qadên gerîla dibin.
Belê ev pengava duyemin ya 15’ê Tebaxê ji van navenda dest pê kir. Fîşeka duyem jî ji bo Kurdistanek azad ji Heftanîn bi rê ketiye.






