Ahmet Aktaş
Ji bo ku mirov zanibe vê pêngava dîrokî çi afirandiye, divê mirov zanibe ev pêngav, di çi şert û mercan de hat amadekirini û hat avêtin!
Derbeya faşîst a 12 ê Îlonê, bi ser gelê me ve hatibû û agir berdabû him xakê û him civakê. Jimara girtî û kuştî û birindar û koçbera ne diyar bû. Hemû sazî û rêxistinên şoreşger û demokrat û yên xwe wisa didît in, hemû ji hev hat belav kirin; ên hatin girtin, ên hatin kuştin, ên hatin revandin û hwd.
Bi kurtayî tirs û xof him li zîndanan, him li derve di asta herî bilind de bû.
Yên dîwarên vê faşîzma Kenan Evren qelişandin û hilweşandin; ew berxwedana wan lehengên zîndana bûn û yên ew ruh li derve bi rêxistin kir û vegerand Kurdistanê jî Rêber APO û heval û şagirdên wî bûn.
Di encama vê hewldan û xebata hêja de, bingeha pêngava dîrokî ya 15 ê TEBAXê hat amadekirin. Eha yên ew şerd û mercên faîşma Tirka afirandibû, berovajî kirin, şwûna tirsê curet afirandin; ev Rêber û ev şorgeşger bûn. Ev egît û ev ciwanmerd bûn. Mezlûm, Ferhat, Xeyri, Kemal, Sakîne, Mahsûm û heval û hogirên wan bûn.
Ew zanist, cesaret, dûrbînî û hezkirina ji welat û gel û jiyana azad û mirovahiyê, bû giyan, bû berxwedan, bû viyan û heta roja îro her mezintir bû û meşiya. Ev bû çandek e serîhildêr û li Rojava bû Şoreş. Belê ne rawestiya ev ruh û ev çand, weke ciwa herikî hemû herêmê û gav bi gav berê xwe daye cîhanê jî.
Bê gûman vî ruhî û îradê, çawa mirovahî şa kir, heman demê neyar jî, him tirsand him hêrs kir.
Ev neyarî ji roja despê ke ve diyar bû. Ne bi tenê dewleta Tirka û yên dagirkerên din û yên hegemonên cîhanê, belê kevneperestiya kurdî jî, di rojên despêkê de li himber derket û hilwesta xwe aşkere nîşan da.
Ez ê mînakek biçûk bêjim; hîn mehek derbas bûbû, serkirdatiya PKD’ê, li gundê Rajana Ûrmiyê, bang li PKK’ê kir. Heyeta PDK’ê hema hema serkirde hemû amade bûn, ya PKK’ê jî Cemîl Bayik û Mamosta Emin Sezgin bûn.
Aşkere got in; ev pêngava we ne rast e, em na pejirînin, we bo çi ji me îcaze ne wergirtiye û hwd?
Cemil jî got; weke dost an rêxistinek biratî hûn dikarin agahiyê li ser vê pêngavê an mijarek din bixwazin, em jî we agahdar dikin. Lê ew gotina din a “îceze” û hwd.ne gotinek li rêye, em dema derketin me îcaze ji kesî ne xwestiye û heta dawiyê jî em bi îcaza kesî têkoşînê nakin, em azad in û xwedî îradeyek serbixwe ne û hwd. Ez jî şahidê vê lihevrûniştinê bûm.
Nuha jî, her ew ên ji vê pêngavê ne razî ne û li dij in, pêkve ne. Belê yên li gel vê pêngavê ne, roj bi roj zêdetir dibin û yên bi serkevin her xwedî û layengerên vê pêngava pîroz in! Bijî ruhê pêngava 15 ê TEBAXÊ!






