Idrîs Henan
Împaratoriya Osmanî ji nîva sedsala pazdehan û heya dawiyên sedsala heftdemîn, xwedî mezintirîn artêşa bejahî û deryayî ya cîhanî bû. Ji wan deman û heya nîva sedsala nozdemîn pêvajoya berbijêriya imparatoriyê bû. Êdî bi navê Zilamê Ewrûpa yê Nexweş dihate naskirin. Ji ber lawaziya wê, Sîzerê Rûsyayê Nîkolayê Yekemîn di sala 1853’an de ew nav lê kir. Di ber re jî dawa Ingiltere kir ku împaratoriya Osmanî li hev parve bikin.
Artêşa Zilamê Ewrûpa yê Nexweş “Osmanî” ku desthilatê sê parzemînan bû li hemû eniyan têk diçû. Êdî ne rûmet û ne jî heybet mabû. Cihê xwe yê ceostratejîk li beramberî hêza Ewrûpa ji dest dida. Bi salên 1922’an re serdema Tirkiyeya Ataturk ya ku paytexta wê Enqere ye dest pê dike. Ango piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku li dijî Yonanîstanê bi ser dikeve û hêzên hevpeyman ji Tirkiyê vedikişin, Ataturk dewleta Tirkiyê ya “laîk” bi sînorên xwe yên îroyîn radigihîne.
Lê berî wê û bi taybet piştî ku osmaniyan di sala 1918’an di bin zexta têkçûnê de bi dewletên hevpeyman re itîfaqa agirbestê ya Modrosê bi zorê imze dike. Piştre tirkan tiştek bi navê Mîsaqê Millî îmze kirin. Tê gotin ku Ataturkê ‘Laîk’ reşnivîsa wê amade kiriye. Di Mîsaqa Millî de cografyaya Tirkiyeya îro ku qaşo di bin mercên têkçûnê de hatiye xêzkirin, tê redkirin. Li gorî wê belgeyê ji bilî erdnîgariya Bakurê Kurdistanê, pêwîste cografyayên Başûr û Rojavayê Kurdistanê tevî beşek mezin ji axa Sûriyê û Îraqê ku nişteciyên wan ji rêola îslama sunî ne jî di nav sînorên Mîsaqa Millî de ne.
Îro jî Erdoganê faşîst xeta nepenî ya Ataturkê bav dewam dike û hewl dide nexşeya wê belgeyê bi sernizmiya ji hêza emperyal re xêz bike. Ji lew re; li her derê alozî, kirîz û destwerdanên faşîzmê hene. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê, li rojhilatî deryayê Spî û bakurî Afrîqyayê, li ser qiraxên Lîbya, Somal, Misir, Atyûbya, Qibris, Yûnan, Kirwatya û vê dawiyê Azerbîcan û Keşmîrê mudexele kiriye. Ji bo gerantiya serweriya li ser rêya gaz û enerjiya deryayê Spî ku xwedê giravî ji sînorên xwe yên Millî dihesibîne, dewleta Libnanê xwedî cihekî stratejîk a navdewletî ye. Diyare hemû nerazîbûnên dewletên fena Misir, Yûnan, Îmarat, Fransa û Qibrisê nekarîne heya vê kêliyê rê li ber çilekiyên Erdogan ên Mîsaqa Millî bigirin û ne jî rê li ber destdirêjiyên li ser welatên cîranên Tirkiyê girtine.
Teqîna li Beyrûta Libnanê hefteya derbasbûyî van çilekiyên Erdogan tîne bîra mirovan. Li gorî pêvajoyê; aliyên sûdgir gelek in, lê faşîzma Tirk xwedî berjewendiya herî mezin e. Her çendî Libnan dewletek ne xwedî petrol be; ji bo projeyên Erdogan armancek e. Libnan bi pozisyona xwe ya stratejîk ji Erdogan re armanceke bingehîn e. Bi salan e li ser dixebite ku bingehên destwerdana wî welatî amade dike. Di aloziya li bajarê Terablûsê ya Libnanê de, rakirina wêneyên Erdogan û sloganên ku dawa mudexeleya Tirkiyê nava Libnanê dikin, ji xwe nehatin. Bi awayekî rêxistinkirî bi salan di nav tebeqeya suniyan de li ser tê karkirin.
Dibe ku teqîna mezin ya li Libnanê rû daye, seynala dîzayînkirina kartên hêzê li wî welatî be ku di bingeh de li ser esasekî perestî hatiye parçekirin. Hemû hêzên li wî welatî xwedî ecîndeyên derneteweyî ne. Aliyekî Îran-Hûzbûllah- Tevgera Emel, aliyekî Herîrî-Erebistana Siûdî, aliyekî xiristiyan-Fransa, li aliyêkî din jî Ixwan Elmislimîn-Tirkiyê hene. Tevgera Dirûzan jî heye. Aliyê welatperwer jî di nav ewqas berjewendiyên derneteweyî de hatiye pelçiqandin ku di ber xwarin û vexwarina xwe re nagihêje.
Dibe ku bi teqîna Libnanê re rûyê kirîza herêmê bi destê faşîzma Tirk di bin navê “şerê li dijî terorê” ku di eslê xwe de şerê li ser serweriya herêmî û cîhanî ye, berê xwe bide Libnanê. Lê tekez wê bi Libnanê re jî rûyê Zilamê Rojhilat ê Nexweş derkeve pêş. Bêguman wê sedsala bîstûyekemîn jî bibe sedsala berbijêriya faşîzma Tirk.






