Medeni FERHO
Li cîhanê gelek xelatên wêjeyê hene û teva jî xwedî prestîj in; li Kurdistanê jî gelek xelatên wêjeyê hene, lê ji yên cîhanê cûda, xwedî wateyek “ahd-i wefa” ne.
Dema ahd-i wefa dikevê masetê, pêdivî bi platforman heye.
Li cîhanê yek xelata wêjeyî heye ku, ji xelatên sîstema cîhanê cûda ye. Xelata “GOODREADS-Xewndevanên baş.” Bijartina pirtûk û nivîskaran, di rengê “popular platformê” de tê kirin: di platformê de, ligel pirtûkên werin bijartin, bi hezaran pirtûkên din jî têne nirxandin û nasandin. Bi milyonan endamên platformê hene û dengên xwe bikar tûnin. Di bijartina xelata “Goodreads” ya sala 2019an de, , 4,5 mirovan, dengên xwe bikar anîne
Kurd jî, hejmarek zêde pêşbirkên wêjeyî amade dikin.Hemberî ku Kurd di şerekî dijwar de ne, dînamîzma Kurd, eniyên wêjeyî, kulturî û civakî vala nahêlin. Ev, tê wateya şerê estetîk û tenduristiya sed salî!… Sed sal in, hişmendiya Kurd tê kuştin… Dema zimanê Kurdî (alfabe, nivîsandin) hatibe qedexe kirin, perwerdehî nebe, hişmendî li ser kevirê teneşîrê ye.. Dewleta Tirk jî, tenê bi qedexayan ranaweste, “îtahalat”ê dike, bi roman, çîrok, helbest, rêzefilman û qnaunan, mêjiyê Kurdan zincîr dike, hêviyên paşerojan kor, kerr, seqet û tune dike.
Ev, “red-î heqîqet” e, çerxa dijwar ya tunekirinê ye.
Piştî Haraketa Azadiya Kurd, enerjî, hişmendî, afirgerî û otorîteyek wêjeyî derkete holê. Dîrok pêwist e û bi bûyerên rojane jî, hîstografya Kurd tê fereh kirin.
Dewleta Tirk, bi zaningehên li bajarên Bakurê Kurdistanê , bi televizyona zimanê kurdî, bi sazî û dezgehên zarok û civanan xwestin pêşiya vê dînamîzm û otorîteyê bigirin. Heta bi cihekî serketin jî bidestxistin, “krîpto kurd” derxistin holê, lê dînamîzma Kurd, ew davik zû “afîşe” kirin, pirraniya wan jî têk birin.
Mecburiyetek derketiye hole û di vê mecburiyetê de, em mecbur in bêjin; şerê Kurdan, ne tenê şerê şer e, şerê estetîk, hişmendî û tenduristiyê ye. Di vî şerî de, her gava tê avêtin, tîreke li dijî bedena tarîtiyê ye. Divê em bidin xuya kirin ku, entelektueliya Kurd, ne “parsekên kolanên Enqerê” ne û îthalata asimilasyon û tunekirinê qebûl nakin.
Beriya du-sê rojan, pêşbirka 1mîn ya “Wêje û Hunerê ya Şehîd Sarîna” hate ragihandin.
Ligel gelek pêşbirkên wêjeyî, ev pêşbirk jî, li dijî sîstema “xurafeparêz” , “nijadperest” û “paşverûtî”ya Dewleta Tirk e. Di tevahiya pêşbirkên wêjeyî de, “nationalîstek îlahî” heye. Nationalîzma îlahî, ji nationalîzma netewe-dewletê cûda ye!… Şerê neteweyî her dem bi razên îlahî, destanî û xwezahiya ku wek metafîzîk têne binavkirin, bi msîtk û nirxên insanî dagirtî ne.
Lewma em her lehengiya Gerilla, bi hêzên mîtolojîk ve girêdidin. Ev jî girêdayî hişmendiya nû ya Kurdan e!… Ev ne hîpotezek nû ye, 40 sal temenê wê heye û “feryada ji vijdanê gel” yê difûrê ye.
Di fûrandina vijdanê gel de, “xelat” hene; ev xelat hem meddî, hem jî manewî ne…
Pêşbirkên bi navên “cangorî”yan, yan jî bi kedkarên wêjeya Kurdî têne dayin jî, di vê çarçovê de ne. Li hember hemû zext û zoran jî, li Ewropa, Mexmurç Rojava û Bakurê Kurdistanê têne dayin.
Di 3 karûxebatên mirovahiyê de, 1-Zanist, 2- Huner, 3- Felsefê de, her dem lêgerîna bextewariya civakan, edalet, hiquq, demokrasî heye. Di têkoşîna 40 salî ya gelê Kurd de, ev 3 xal hene û gelek nirxên maddî û manewî derxistine holê. Pêşbirkên, tên amade kirin jî, di çarçoveya sembolên meddî û manewî de têne amade kirin.
Mixabin, Kurdan, di pêşbirkan de jî sînorên klasîk derbas nekirine, dîse jî giring in. Her pêşbirka wêjeyî, ahd-i wefa ye.
Kurd, gelekî qedîrşînas e, bi comerdiya dilpenahî tê naskirin. Mînakekê bidim; Rojekê eger, riya we bi Plaza Medya (Stêrk Tv, û hed.) ya Denderleeuw bikevê; dema hun ji pêpelûkan hewa ketin cihê karên ragihandinê, hundê ddi destpêkê de ratsî “bircika Burhan Karadenîz” bibin. B. Karadenîz şehîdekî Medya Azad e, li hemberî ku bi fişeka dijmin li Amedê, ji newqê û ber bi jêr nedigirt, di medya azad de kar dikir. Dema şehîd bû jî, bi pêşengiya Ferda Çetîn, ji bo bîranîna wî û şehîdên medya azad, ew bircik hate avakirin. Piştre, fotoyê şehîd Bahattîm Karakutuk jî, di bircikê de hate daleqandin. Ev şehîdên yekemîn yê Medya Plaza li mişextiyê bûn.
Bircika B. karadenîz, xwedî derketina li nirxên ku bi “îdeala” mükemmel iyeta jiyanê ye; di vê mukemmelîyetê de cih girtina di têkoşîna gelê Kurde ye. Wek gelên cîhanê, gelê Kurd jî, li “kesên bi îdeala mukemmeliyeta gel” tevgeriyan e xwedî derdikeve.
Kurd, hîna di mercên giran de têkoşînê dikin, lewma em nikarin bang bikin ku “sîstema klasîk ya xelatdayinê biguherin” bikin. Em nikarin û dikarin… Em dikarin; ji ber ku mînaka xeleta “goodreads-xwedevanên baş” heye û mirov dikare formuleke wiha bibîne.
Di vê formulê de, riya nivîskar û berhemdarên li girtîgehên Tirkiyê de jî, li ber çavan were girtin, mirov dikare. Di formulasyona xelatên wêyejî yên cîhanê de “şekawet-xerabî-şerîr” heye; hem “idealisk”, hem “ideal”î heye û hemû xelatan siyasî dikin.
Divê Kurd, di pêşbirkên xwe de formulek nu “manifeste” bikin.
Em dikarin nîqaşê berfireh bikin.






