Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê senaryoyên bixwîn werin bêbandorkirin

10/08/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Hefteya borî me behsa kuştina pêşengên eşîrên Dêrezorê kiribû. Ji ber ku kuştina mirovên di nava civakê de xwedîbandor, ji bo armanca wan ya siyasî guncawtir e, vê dikin. Bi rayê civakê yê hesas digirin. Pir eşkere ye ku ev bûyerên kuştinê birêxistin in û ji bo armancên siyasî hatine kirin. Ji bo wê me, gotibû divê hem gel, hem hêzên ewlekariyê û hem rêveberiya xweser pir şiyar bin.
Hê hibra van nivîs û şiyariyan hişk nebûyî agahî hatin ku hewldana tevlîhevkirina herêmê dest pê kiriye. Bi van kuştinan hem dixwazin gel bitirsînin, hem derbê li hesên ewleyiyê bidin da wan ji rêveberiyê sar bikin. Herwisa dixwestin bêwariyyê belav bikin û bi wî rengî pêşiya gera li demokrasiyê bibirin. Piştî van bûyerên kuştinê rejimê û hêzên din yên tarî bang li eşîrên Ereb kirin ku li hemberî rêveveriya xweser serî rakin. Dixwazin miliyetgiriyê geş bikin û derbê li yekîtiya demokratîk û aştiya navxweyî bidin. Rêveberiya Şamê naxwaze navê demokrasiye jî bibihîze. Ji bo paşrojê tiştekî ku bide gelê Ereb û gelên Sûriyê nîne. Gotina dibêje ev e; weke berê werin stûyê xwe ji hikumeta navendî re xwar bikin. Demokrasiyê û xwebixwebirêvebirinê ji bîr bikin.
Mixabin li Rojhilata Navî û Sûriyê polîtîka pir hişk û bixwîn tê kirin. Şam, ji milekî ve ji eşîrên Ereban re dibêje, werin tevlî rerimê bibin, li milekî jî dixwaze pêşengên eşîran bên kuştin. Dibe ku tetikkêş DAIŞ yan çeteyên din bin, lê rejim dixebite di warê siyasî de berhemên tevlîheviyê bi destê xwe bixe. Weke çîroka gur e; miyê dikuje, pişt re jî diçe bi şivavn re digirî. Li Sûriyê jî gurên siyasetê, mirovan dikujin û ji mirovên wan re dibêjin, werin stûyê xwe ji me re xwar bikin.
Em dubare bikin; dixwazin bi van kuştinan derbê li yekîtiya gelên bakur-rojhilatê Sûriyê bidin û demokrasî û rêveberiyên herêmê tine bikin. Aliyekî vê DAIŞ, aliyekî wê rêveberiya Şamê û aliyekî wê jî dewleta Tirk çeteyên wê ne. Hedeta tevan jî rakirina rêveberiya xweser e. Bi kurtayî naxwazin gel xwe bixwe bi rê ve bibe û baweriya wî pê were. Naxwazin meclisên gel bibandor bin, gel zana be û çanda demokrasiye were rûniştandin. Ji bo ku bigihin vê armanca xwe hotîtiya ji destê wan bê wê bikin.
Eger mirovên di nava civakê de tên naskirin bên kuştin wê fikarên ewleyiyê derkevin pêş. Weke din ji bo ku derdkorên tên lêxistin serê wan tevlîhev bikin, amûrên propagandaya reş dixin dewrê. Bi şerê psikolojik re dixwazin hişê civakê şêşo bikin. Da nikaribin rastî û şaşiyê ji hev nas bikin. Hem dikujin hem dixwazin bêjin nikarin we biparêzin, serî rake, xwe bispêrin min ezê we biparêzim. Çawa ku tê dîtin senaryo pir bixwîn û hovane ne û tê de ti fikarên mirovî û civakî nînin. Her tişt ji bo desthilatdarî û serdestiyê ye.
Gel li milekî li hemberî ambargo, xizanî û Koronayê têdikoşe, li milekî di binê gefa kuştinê de ye. Di rewşa heyî de Sûriye bûye sê beş. Hêza rejimê nîne ku dagîrkerên Tirkan derîne. Rûsya bi faşîzma Erdogan re li hev kiriy e. Weke din faşîzma Tirk dixwaze herêmên dagîrkirî fireh bike. Digel hewldana mezin ya hêzên bakur-rojhilatê Sûriyê Sûriye bi wan re li hev nayê. Ev jî parçebûna Sûriyê kûrtir dike û ji êrişên derve re vekirî dimîne. Ev ne bes e, rejim dibêje li hemberî rêveberiyên xweser serî rakin û tevlîheviyê dertîne. Tişta ti fêmkirin hesab dikin ku wê Sûriyê hê ji xwînê têr nebûye. Di encamê de senaryoyên bixwîn û hesabên gemar yên polîtîk didin pêş.
Pêwîstiya gelê Sûriyê bi aştiya navxweyî û demokrasiye heye. Nîşan dan ku bawerî, çand û gelên cuda bi hev re û di nava aştiyê de dikarin bi hev re bijîn. Rêveberiyên bakur-rojhilatê Sûriyê bûn mînak û modeleke baş. Divê di vir de israr bikin û vê sîstemê li seranserê Sûriyê belav bikin. Bi miliyetgiriya Baasê aştî û demokrasî nayê vî welatî. Jixwe ev rejim desthilatdar bû. Di binê desthilatdariya wê de welat ket vî halî. Riya derketina ji vê teqanê rêxistina li ser bingehê demokrasiyê ye. Di vê mijarê de erk dikeve ser mile rewşenbîr, ciwan û jinan. Em ji bîr nekin, civakên birêxistin qezenc dikin û dibin ewleyiya demokrasiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.