Faruk SAKİK
Dema ku Emerîka mudaxeleyî Iraqê kir, rewşek de-facto çêbû û Kurdan azadiya xwe îlan kirin. Ev liv û tevgera ku sala 1991’ê dest pê kir, dewleta Tirk aciz dikir. Ew ji PKK’ê ditirsiyan; wê planên wan yên qirkirina Kurdan sed salên din jî bihata paşxistin.
Li ser vê yekê dewleta Tirk a dagirker, di sala 1993’yan de, li du planek nû bûn. Ev plan jî wek “plana tevgera Bakurê Iraqê” hatibû binavkirin.
Ji aliyê fermandarê hêzên cendirmeyan yê demê Korgeneral Necatî Ozgen ve, ev plan hatibû amadekirin. Sal derbas bûn, Necatî Ozgen di kanalek Tv de wiha digot: https://www.youtube.com/watch?v=3MUuHAjYzJE
Me dixwest ku li wê heremê qereqolan çêbikin. Wê demê di navbera Talabanî û Barzanî de neyartî hebû. Di destpêkê de me wan li hev anî û me ji wan xwest ku em li vê heremê qereqolan çêbikin. Wan jî qebûl kir û bi vî awayi me destpêkir.
Çi dibe bila bibe federasyon hatibû îlan kirin û parlemantoyek hatibû avakirin (lê bi tenê avahî), ala Kurdistanê jî êdî libabû. Hemû Kurd keyfxweş bûn.
Sal û dem derbasbûn, me dît ku ev avahî bi tenê ji bo malbatekê biryar dide. Ew al jî wekî sembola partiyek tê bikaranîn. Kurd êşiyan, lê sebir kirin.
Dema di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa rojava dest pê kir, herkesî digot em hêvîdarin wek rêveberiya başûr tevnegerin. Û wisa bû; Tevnegeriyan. Li gorî raman û paradigmaya Rêber Apo tevgeriyan.
Meclîs û komîn hatin avakirin. Rêveberiya xweser hat îlan kirin û hemû gelên heremê, di vê rêveberiyê de cî girtin.
Bi şoreşê re, êrişên dewleta Tirk destpêkirin. Êrişên wan jî bê wate diman. Kurdan di vî şerî de li gorî paradîgmaya Ocalan, xeta sêyemîn hilbijartin û li berxwedan.
Sîstemek hatibû avakirin. Dewleta Tirk dixwest bi êrişên leşkerî vê sîstemê birûxîne. Nebû! Hêzên parastinê YPG û YPJ hebûn; rê li ber rûxandinê girtin.
Rêveberiya xweser hatibû avakirin û dest bi xebatan jî kiribû. Ji bo parastina xweseriya demokratîk xebatên dîplomasiyê jî hebûn. Di warê siyasî, aborî û civakî de çi ji destê wan dihat pêkdianîn.
Di demek wiha de şîrketek Emerîkî ya neftê bi navê “Delta Crescent Energy”, ji bo 25 salan bi rêveberiya xweser re peymanek bazirganiyê îmze kir.
Piştî vê peymanê wekî ku ji navandek hatibe organîzekirin êrîşkirin. Digotin; Nefta gelên Sûrî ji Amerîka re hat pêşkêşkirin. Piştî van xêrnexwazan, ji Şam û Enqerê jî daxwiyaniyên nerazîbûnê bilind bûn.
Ka emê we, Şam û Enqerê çawa jihev derxin.
Hûn ji rojava çi dixwazin?
Na, ev îmzeya bin vê peymanê naskirina şoreşa rojava ye û dive herkes pê serbilind be. Xweziya bi hemû dewletan re peymanên bi vî rengî bihatina îmze kirin. Li cîhanê hemû dewlet bi şîrketên biyanî re peymanên bazirganiyê çêdikin û wan wedixwînin welatê xwe.
Her rêveberek li herêma xweser di doza Kurdistan de beadle mezin dane û ew tucarî berjewendiyên gelan nafiroşin.
Dîsa dipirsim, hûn ji rojava çi dixwazin?
Dema ku rêveberiya Başûr sala 2010’an peymana neftê bi dewleta Tirk re çêkir hûn li kûderê bûn? Dewleta Tirk bi reqemên mezin ji gelên başûr re deyndar e (xespkiriye)…Ji bo vê yrkê îroj rêveberiya Başûr jî ji gelê xwe re deyndar e.
Li Rojava yek lire deynê rêveberiyê ji gel re tuneye. Gel bi xwe biryara heqdestê xwe dide. Parvekirin heye.
Hûn ji Rojava çi dixwazin?






