Binevş SARYA
Ji nava kurayiya dilê xwe bîrîkirin dibe janeke bêderman ji mirovan re. Îro careke din li ser kursî rûniştim û hewl didim bi çend gotinan hestên bîrîkirina dilê xwe ji te re vebêjim porxeleka min. Baş dizanim ezê nikarbim behsa bedewiya dilê te yê deryayî û hevrêtiya te ya bi mirovan re bikim. Piştî çûyîna te bi çend salan ji bo ku hevriyên li dora min ji barîna rondikên çavên min bibandor nebin, di şevên tarî de di binê rûpûşê de min rondikên bîrîkirinê di peyên te de barandin. Ya rast hê jî dema behsa te dikim an jî li cihekî dema navê Deniz derbas dibe bê daxwaziya min rondik xwe berdidin ser hinarokên rûyê min. Baş dizanim ku ti kes bi girî an jî şînê paş ve venagere, lê ez wer bawer dikim ku carna girî dilê mirovan honik dike. Lêbelê girî ne çareseriya pirsgirêk, bûyer an jî vegera heskiriyên mirov in.
Şeş salên piştî xatirxwastina te ya bêveger min di ti nivîsan de behsa bûyera çûyîna te nekir. Di her nivîs an jî axaftinên xwe de min hewl da behsa jiyana te bikim. Baş dizanim ne pirtûk têra wateya jiyana te dikin, ne jî dem. Hin kes hene mirov behsa serpêhatiya wan ya dawiyê dike, lê hin kesên weke te jî hene ku mirov behsa jiyana wan ya dagiritî dike. Eger tu bi qasî stêrkên asîmanan jî ji min dûr bî, qet ji bîra neke ku tu bi qasî nefesa ez pê dijîm jî nêzî min î. Deniza dilnazenîn, ezê hewl bidim çend taybetiyên te li vir vebêjim. Carna dibêjim ezê di nivîsên xwe de weke xwîşka xwe te bînim ziman, lê em ji xwîşktiyê zêdetir hevriyên hev yên jiyanê û şoreşê bûn. Em zarokên newalên Xakurkê û ciwanên çiyayên Xinêre ne. Bîranînên min yên herî xweş bi te re li newalên Xakurk û Xinêre çêbûne. Yek ji tayibetmendiyên te, ya li kesayeta min bador dikir nefspiçûkbûna te û heskirina te ya mirovan bû. Gelek caran min ji xwe ev pirs dikir. Gelo Deniz vê sebra beramberî mirovan ji kû tîne? Carna jî min digot, ma kî dikare bi qasî Denizê ji mirovên der û dora xwe hes bike. Di jiyana min de kêliya herî biwate ew kêliên bi te re bûn. Ji bo pêkanîna xeyalên te di her kêliya jiyanê de ez û hevriyên te têkoşîna serkeftinê dikin.
Dema mirov hewl dide derbarê heskiriyên xwe de binvîse an çend peyvan bîne zima, di wê kêliyê de peyvên di xezîneya mejiyê mirovan de tev winda dibin û tengenefesî bi mirov re çêdibe. Ya herî rast jî mirov ti caran fêrî çûyîna heskiriyên xwe nabe. Jixw ya herî rast jî ew e ku mirov fêrî çûyîna heskiriyên xwe nebe. “Jibîrkirin xiyanet e.” Bêguman dema mirov ji bîr bike mirovê nikaribe tola şehîdan hilîne û xeyalên wan pêk bîne.






