Sîpan Şînda
Bêwelatî, neyînî ye, bê welatî tinebûn e, bêwelatî ji rûmetê bêparbûn e, bêwelatî bê cih û bêwarbûn e, bêwelatî çeng û baskşkestin e, bêwelatî êşa li ser dil e, bêwelatî birîna bêderman e, bêwelatî jana herî mezin û giran e, bêwelatî mirin e mirin! Belê, bêwelatî mirina mirov bi saxî dijî ye. Bêkefen, neşûştî, bêgor, bêkêl û cembî, çîptazî, li ber derî û kolanan mayîn e bêwelatî. Ji dinyayê bêparbûn e, neayidê dinyayê bûyîn e, ji rayên mirovayiyê qutbûyîn e. Qutbûyînek, valehiyeke welê ye ku mirovî bêhest dike, rayên mirovî yên jiyanê diçilmisîne, mirovî dikuje. Girêdana mirovî ya bi mirovan re, ya bi xwezayê re ya bi ajelan re diguherîne. Bîr û baweriya mirovî diherişîne. Kesê bêwelat be, bê dinya ye, bêmal e, bêhal e, bêcih û bêwar e, bê pergal e, bê her tiştî ye.
Di 16ê Gulana 2017’ê de serokê Tirkiyê çûbû Emarîka û li wê derê ji aliyê Kurdan ve hatibû protestokirin. Berevanên wî rahêlan li ser wan kesên sivîl û bi lêdan, xeber û heqaretan ew li nexweşxanan re derxistin. Gelekî gotinên nexweş gotin, lê belê gotina herî zêde li min bi xwe giran hatî gotina “bê welat” bû. Berevanekî faşîst erîşî Kurdekî dikir û digote wî “bê welat”. Ewî dizanî ew çi dibêje û gotina wî tê çi wateyê. Ewî dizanî ev gotina wî gotinek çiqasî giran e ji aliyê mirovekî ve. Ew gotina wî xirabtir û wêrantir bî ji wan xeber û dijûn û lêdanê. Gotineka kurdan heye dibêjin “şûna tifingê sax dibe, lê şûna gotinan sax be!”. Tam ji gotinên hûlê re hatiye gotin. Bê welat, ango neyîn, bê her tişt! Ya rast em Kurd bê hiş û bîr in, jiber wê em tiştan zû jibîr dikin. Lê ewî bi wê gotinê netewek ji dinyayê bêbehr dikir, ewî netewek qetil dikir, ewî bi saxî netewek têxist di gorê de. Ewî bi dengekî bilind li ber çavên hemî dunyayê diqêriya û digot min ev îlan kirin “bê welat”, ka hinek hene vê qebûl neke? Eve ez van “bê welatan” li ber çavên we dikujim, hinek hene bêje ez newekirî me? Na tu kes tune bû! Jiber ku ew hemî hevkarên hev bûn. Jiber ku ewan bi hev re ev yek kiribûn, Kurd hiştibûn “bê welat” û kiribûn sêwiyê li ber derî û kolanan. Ewan bi hev re biryar dabûn ku ewan bê cih û war bikin û li dinyayê tert û belav bikin. Eve tam sed salin Peymana Sewrê (10’î Tebaxa 1920’ê) hatî îmze kirin; eve not û heft sal in Peymana Lozanê (24’î Tîrmeha 1923’ê) hatî îmze kirin. Ji van peymanan û hirve “bê welatî” bûyîna Kurdan di qada navneteweyî de hatiye qebûl kirin, qetilkirina wan bi awayekî fermî hatiye meşrûkirin. Hemî qirêjî û hemî tiştên xirab li wan rewa hatiye dîtin, jiber ku ewan hemiyan bi hev re welatê wan kiribûn qet û ew hişbitûn “bê welat”, tu kes ji wan ji dengê xwe nedikir. Belê hemî her dizê bêriyekê ne. Ewana tif kiriye di devê êkûdû de.
Heke hûn bixwazin hinekan ji ser rûyê erdê qir bikin û wan ji nav dîrokê paqij bikin, pêşiyê welatê wan dagir bikin û “bê welat” bûyînê bêxin di binhişiya wan de. Dema mirovek, netewek “bê welat” be, ew bê pişt e û şikestî ye. Eyn weke Kurdan! Di Peyaman Sewrê de “qetek welat” dabûn Kurdan, lê piştî sê salan, di Peymana Lozanê de ew “qet” jî ji wan standin û ew hêlan bê welat. Jaro Kurdo! Rebeno Kurdo! Bê welato Kurdo!






