Medenî FERHO
Şingal, Kurdistan e û divê hemû Kurd li Kurdistanê xwedî derkevin.
3yê Tebaxa 2014 û lehengiya 12 Gerîla, li Şingalê destpêka şoreşekê ye, ji wê pêde avakirina hişmendiya “rojê û agir” e, şkandina zincîrên bêdengiyê, qîrîna rastiyê ye.
Divê civaka Ezîdî, “hirqeya spî”,ji tixûbê gotina “pêşî ji 72 miletan re, pişt re ji me re” derbas bike, li gorî “pirtûka heft mohrî” xwe pratîze bike, di cîhana minîmalîst de; a) ala baweriya olî rake, b) mamberê rast bike, zanist û parçeyên ronahiya Yezdan-î pak di hundirê xwe dîl negire, c) sirrên li ber windabûnê, bi nefesek cîhanê bela bike, d) roja ji bo xwedawendan pîroz çarşembê li pêşberî mamberê sef bigire û kurdîst be.
Netewe-dewlet, qotika reş e, di mînaka Tirkiyê û desthilatdariya Herêma Başûr de, rengê “aşîretîst û tarîqatîst” de derketiye holê. Di vê sîstemê de, xewn xeyalên “sadîst” hene. Wek Toynbee dibêje, “dizê ji dizan didizê ne” û xwediyê malê sucdar dikin!… Ev diz û talankar, hêviyên ku eşq û evînê xwedî dikin dikujin.
Îddîa me heye; Di fermana 3ê Temmuza 2014an de, lehengiya 12 Gerillayên Azadiyê, mucîze ye û destan jî encama mucîzeyan e, eger mucîze nebin, metafîzîk nîne… 12 Gerilla jî, bi “îdealîzasyona Kurdistana azad”, û “nivîsandina dîroka alternatîf” derketin rê, meş jî dewam dike!…
Em îdda xwe dubare bikin; Li Şingalê şoreşek çêbû, di xeta sêyemîn de, parastina cewherî çêbûye, meşa ber bi statuyek demokratîk jî dewam dike. Divê werê zanîn, serketin, ne tenê li eniya şer, li pey eniya şer û desteka gel, jinan, medya, intelijansiya û dîplomasî tê bidestxistin. Divê ev destek her dem hebe!..
Li Şingalê trajediyek trajîk çêbû; piştre, newî karîkaturên pêşeng, yên ji sadaqatê dûr derketine holê, îro jî dibine sedema trajediyên trajîk… Dîse jî hewngiriyek kolektîf heye û di jiyana rojane de, bi hêviyên têr ronahî sucdarên di sucên hêzên dagirker û dijmin de cih girtin û digirin dagdeh dikin.
Tez ev in: 1- 3ê Tebaxa 2014, qonaxek nû ye, civakek nû, deriyekî nû, hişmendiyek kolektîf derketiye holê, ev guhertin e, guhertin jî şoreş e… 2- Hirqeya spî, ji entrîqeyên rekiha polayî rizgar bûye… 3- Şingal Kurdistan e û divê Kurdistan ji aliyê hemû Kurdistaniyan ve werê parastin.
Ji bo kultura siyasî ya civakê, pêdivî bi danasîna pêşerojan heye û divê bi degelî-wêrekî ev kar werê kirin. Ev tê wateya vegera li “milîtaniya materyalîst” û nivîsandina “dîroka alternatîf”… Kultur û baweriya Ezdayetî, bi felsefe û wêjeya klasîk, îdealîzasyona Kurdistanê ye!… Îro, bi saya Haraketa Azadiya Kurd, “hewngîriya kollektîf” derketiye holê, Şingall û tevahiya civaka Ezdî ji bo pêkhatinê ne cûda ye.
Bi espriyek dîrokî û civakî; Şingal ji bo civaka Ezdayî nasname ye, Şingal jî, ji bo civaka Ezdayî bûye parestgeh. Ji hemû serdeman cûda, vê carê li Şingalê şoreşek çêbû. Divê intalîjansiya civaka Ezdayî, bi şoreşa Şingalê hîstogarfa Kurdistanê fereh bike.
Fermanê jî da xuya kirin ku, netewe-dewlet, ne xwedî karaktêrekî, “bircika ji dirr û murên fîlê” ye, wajî wê, teqana xizanî û perîşaniya gelan e. Paşverûtiya tarîqat û aşîretîst jî, rengekî din yê çeteyên DAIŞê ne.
Em dewam dikin, lehengiya destanî ya 12 Gertillayên li Şingalê, îro, di Cenga Şorşegerî ya Heftanînê de, hîstogrfaya Kurdistanê fereh dikin. .
Dîrok hişmendî ye, neynika û xwedîtin e û “muhakemekirin e”… Fermana 3ê Temmuza 2014an, ne demek dûr û dirêj e, Kurd wê dîrokê û rastiya trajediya trajîk dîtin û jiyan. Ev riya xwenaskirinê ye
Di wan rojên dojehî û şerma li Şingalê de, kî bû “mîtos” û dîrok, kî bû “revok” û xwe kire “lihbok”ên dîrokê, hatin dîtin. Îro jî ev “revok” û “lihbok”, derfetan didine dewleta haydut û êrîşên dagirkeriyê.
Şingal ne tenê Ezîdxan e, Kurdistan e û divê were parastin.






