Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ew PKK ya ku ‘Apê hus’ nas kiribû

03/08/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk SAKİK

Dawiya sala 1980’an bû. Derbeya 12’ê Îlonê pêk hatibû û hemû tevgeran xwe dabû aliyekî. Tevgerên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşiyan an derbasî rojhilata navîn an jî Ewrûpa bûbûn.
Li bajarê Mûş’ê min şoreşgerek bi nave Kadrî Çelîk nas kir. Kadrî Çelîk di sala 1979an de dema koma Apociyan derbasî Kurdistanê bû, zanîngeh terk kiribû û li Muş’ê xebat dimeşand. Wê demê min ew na skir. Kadrî Çelîk, piştî têkoşîneke siyasî û salên gerîlatiyê, 2’yê Tebaxa 2012’an, di şerekî li dijî dewleta Tirk de şehîd bû. Di salên gerîlatiyê de jê re digotin ‘Apê Hus’.
Di hevdîtinê de min pirsa ‘wê ev rewş çawa be?’ jê kir.
Got; “Ew PKK ya ku ez nas dikim wê rojekê vegere.” Û wisa jî bû. Sala 1983’yan komên gerîla li Bakûrê Kurdistan belav bûn. Pişt re êdî şerê çekdarî û serhildanên Kurdên azad hebûn. Di wê serdemê de jî PKK rola xwe ya dîrokî didomand.
Îro jî rewş wekî salên 1980’yan e. Û em dîsa ji hev pirs dikin; wê ev rewş çawa be? Bersiv, bersiva ku Apê Hus 40 sal berê dabû min bû; “PKK ya ku min nas kiriye wê rojekê vegere!” Îro dengê lingê vegera gerîla ji Heftanînê bilind dibe.
Dibe ev serdem hinek zehmet be. Dibe ku şerê cîhanê yê sêyem bi amûrên cûda bê meşandin û dibe ku dîsa xaka Kurdistanê bûbe qada şerê wan. Dibe ku hin herêmên Kurdan di vî şerî de hatibin dagirkirin, lê divê herkes vê yekê baş bizanibe; vê carê wê dîrok xwe dubare neke.
Piştî şerê cîhanê yê yekem, dema konferansên peymanan dihatin lidarxistin, hêzek, rêxistinek û rêberek ku Kurdan di wan peymanan de temsîl bike tinebû. Dibe ku kurd, di Peymana Lozanê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibin xapandin, lê vê carê ew PKK ya ku Apê Hus nas kiribû heye. Wê midaxleyî van peymanan û civînan bikin. An jî wê ti carî biryarên ku li dijî Kurdan tên îmzekirin nepejirînin.
Piştî şerê cîhanê yê duyem, li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hat îlankirin. Di sala 1946an de, hemû dijminên Kurdan di serî de Îngiliz hatin cem hev û ev Komara Kurdistanê ya 11 mehî rûxandin. Lê ew PKK ya ku ‘Apê Hus’ nas kiribû wê îro destûrê nede ku li Rojava destketiyên Kurdan weke 1946’an ji hole werin rakin.
PKK ya ku Apê Hus nas kiribû di şerê cîhanê yê sêyem de, wê neyê xapandin û wê destûrê nede ku li Cenewre û hin navêndên din, bi qedera Kurdan bilîzin. Ew PKK ya ku Apê Hus nas kiribû, wê destûrê nede dewleta Tirk a dagîrker, xeyalên xwe yên Osmanî li ser xaka Kurdistan pêk bîne.
Ew PKK ya ku Apê Hus nas kiribû wê xeyalên Kurdan, ku her dem dibêjin “yekîtiya neteweyî çima ava nabe” bi cî bîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.