Ahmet AKTAŞ
Li ser nûçeya YEKRÊZIYA li Rojava, di nava gelê Kurdistanê de kêm be jî kêfxweşiyek û hêviyek çêbû. Li gel vê hêviyê, guman jî li ser ENKS’ê hebû.
Lewre di hatina xwe de şert û mercê biguman pêşkêş kirin û herwiha di gotin û helwest û awirên xwe de gelek bawêrî nedida raya giştî.
Hema di serî de, baweriya xwe bixwe nebû, bi her awayî bêîradetiya xwe dida der. Digot “bila dewletek/hêzek biyanî weke garantor/ewledar di navbera me de hebe da ku em bikarin YEKRÊZIYA xwe pêk bînin”!
Civîna yekemîn di binê çavdêriya DYA de pêkhat û wêneyekî baş derket. Lê hê di gava yekemîn de bû, Çavuşoglu li dijî vê pêngavê, nerazîbûna xwe bi tundî ragihand. Li ser vê tehdîdê ENKSê, bilez berê xwe da Hewlêrê!
Piştî şêwr û mişêwra xwe li gel PDK û TR’ê pêk anîn, 2 heyv derbas bûn. Weke ku bêdîlî xwe hinek civînên din li gel PYD’ê û hevgirtina 25 partiyan kir û dîsa kete rawestanê.
Hew me dît ji nişka ve nûçeya “ENKSê û Ehmed Cerba û rêxistineke Suryanî eniyek ava kirine” kete çapemeniyê.
Di daxuyaniya wan de dîtinên balkêş hene. Serokê ENKS’ê derket Rûdawê, got “erê me eniyek ava kiriye û xalên wê yên sereke jî; divê Kurdên ne ji Sûriyeyê êdî ji vir derkevin biçin (bila Tirk û çete bimînin!), leşkeriya mecbûrî rabe” û hwd.
Mirov bala xwe didê, dema li gel PYDê û hevalbendên wê rûdiniştin çi digotin, lê niha çi dikin? ENKS’ê û E. Cerba, dema berê ku li gel opozisyonê bûn, ji bo Beşar çi digotin û niha çi dibêjin û hwd.?
Berê digotin “emê nîzama Beşar biroxînîn û ala 3 stêrk darde bikin, lê civîn û daxwiyaniya xwe li bin ala 2 stêrk û wêneyê Beşar Esad çêdikin!
Nizanim, gelo ev gelê Rojava û Tevgera wê û Rêveberiya Xweser bêhiş û bêmejî dibînin, an ew bixwê bêmejî û bêîrade ne?
Ez bawer dikim êdî raya giştî jî vê nakokiya mezin a ENKS’ê dibîne û gelek şîrovê jî naxwaze.
Ji ber ku gotin û helwestên wan û rayedarên Tirkiye, Hewlêrê û DYA hema hema weke hev in.
Piştî dagîrkerina dewleta Tirka ya Serê Kaniyê û Girê Spî, J.Jeffrey got “êdî lazim e hinek ji Sûriyê biçin Tirkiyê û hinek ji Tirkiyê werin Sûriyê”!
Nêçirvan Berzanî jî gotibû “pirsgrêka Tirkan ne bi Kurdên Suriyê re ye, bi PKK’ê re ye” û hwd.!
Çavuşoglu jî gotibû; “yê ku li gel PYD’ê rûne, ferq nîne ji me re, weke ku li cem PKK’ê rune”!
Ev derdikeve holê; ENKS’ê li gorî senaryoya DYA û TR’ê dileyze. Armanc ne YEKRÊZÎ ye, berovajî, xerakirina yekrêziyê ye!
Êdî, divê ti kes xwe nexapîne, li gorî van senaryo û planan tedbîrên xwe bistînin û wisa tevbigerin.






