Nûrşan HİSÊN
Gelek teoriyên ku şêwazê avakirina gerdûnê şîrove dikin hene. Hinek dibêjin ku bi hêza xwedayê gewre em hatine afirandin, hinek jî dibêjin ku gerdûnê xwe bixwe afirandiye û ji milyaran salan ve xwe nû dike. Dibe ku ev ne mijara me be ango bi serê xwe mijara lêkolîneke bêdawî be. Mijara girîng a divê mirov li ser raweste mijara Hebûnê bixwe ye û di nava hebûnê de Xwebûn. Êdî zelal e ku hevsengiya jiyanê û nirxên berdewamiya hebûna rast têk çûne. Li dewsa mirovahî di sedsala 21’emîn de pêş bikeve û şaristanî bibe amûra avakirina aştiyê, em dibînin ku encamên pêşketina şaristaniyê bixwe bûne sedema hovîtiyeke nûjen û peydabûna aloziyên gelek kûr li cîhanê. Dijminahî di navbera komên mirovan de gihêştiye asteke xeternak. Nijadperestî, tundrewî, zordarî, mafxwarî û inkarkirin bûne manşetên sereke yên rojên me.
Di nava vê rewşa sosret de, gelên bindest û di serî de gelê Kurd ku mînaka herî bebiçav ya bindestiyê ye, pirsgirêka hebûnê li gel pirsgirêka xwebûnê jiyan dikin. Tevî ku cihêwaziyeke mezin di navbera her du têgehan de heye jî, lê belê di rastiyê de bi hev ve girêdayî ne, ku mirov dikare bibêje dema em wateyê bidin hebûna xwe, xwebûna me pê re diyar dibe. Coxrafya Kurdistanê ya bi xêr û bêrê dagirtî û tijî berhemên maddî û manewî yên berdewamiya jiyana rûmetdar, bûye belaya serê Kurdan. Ji bo wê jî, di dîroka bi salên dirêj de her tim hêzên dûrî nirxên baş xwestine Kurdan biqelînin û di şûna wan de niştecih bibin. Ev ji bûye sedema kuştin, talankirin û qirkirina Kurdan. Desthilatdarên Ereb, Faris û Tirk bi alîkarî û destekdayîna hêzên hegemon dîrokeke dûr û dirêj ji qirkirinê anîne serê me Kurdan û hîna jî berdewam in.
Dema mirov têgeha qirkirinê lêkolîn dike, dibîne ku gelek cûreyên qirkirinê hene. Dibe ku ya herî tê naskirin qirkirina fîzîkî be. Lêbelê qirkirna manewî jê xirabtir û tundtir e. Gelê Kurd bi her du cureyan re rûbirû maye û dimîne. Xwebûna vî gelî hatiye qedexekirin. Du bijarte danîne pêş; ‘’yan tuyê bibî Tirk yan tuyê werî kuştin, an bibî Ereb yan tuyê ji mafê welatîbûnê bêpar bimînî’’ û her wisa çûye. Gihîştiye asteke wisa ku mirovê Kurd ji xwebûna xwe şerm kiriye û pêşketin û hebûna xwe di pişaftinê de dîtiye. Carnan dema hatiye xwestin li benda dijmin nesekiniye û xwe bixwe pişaftiye. Ji cildê xwe derketiye, kirasekî sar û teng li ber xwe kiriye û wisa jiyaneke seqet domandiye. Yanî bi gotineke din, hebûna xwe pêk aniye, lê xwebûna xwe ji dest daye û bûye heyberekî ji azadiyê dûr ku cudahiya wî ji zindiyên din nemaye. Hem li ser asta ferd hem jî li ser asta civakê bi giştî ji rastiya xwe, nasnameya xwe, çanda xwe, nirxên rojhilatî yên resen dûrketinek çêbûye.
Di dîroka me ya ku îroj tê nivîsandin de, bi pêşengiya Kurdan şoreşeke modern a gelên Sûriyê li dar ketiye, ku Sûriye jî bi navê Rojhilata Navîn a piçûk tê binavkirin. Ev şoreş di serî de têgeha hebûnê bi wateya xwebûnê ve wek goşt û neynokê girê dide. Xwe dispêre hêza reseniya civakan û vîna jiyana hevpar a ku kom û neteweyên cuda tîne gel hev û mozayîkeke rengîn û hevgirtî derdixe holê. Di encamê de sentezeke nû derdikeve. tê de her ferd û her kom xwebûna xwe diparêze û pêwîstiyê nabînin ku yên din tine bikin da ku bijîn. Li vir hebûn bi wate dibe û azadî derdikeve zanebûnê. Li vir desthilatdarî tê şkandin û şerê hevtinekirinê diqede. Dibe ku gelek kes vê wek teoriyeke xeyalî binirxînin û çareseriya pirsgirêka Kurd di serxwebûnê de bibînin û dibe ku serxwebûn jî çareseriyeke ne şaş be, lê belê pirsa xwe dide pêş ew e ku; gelo serxwebûn bi tena xwe dikare pirsgirêka xwebûnê çareser bike an nikare ?!






