Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dixwazin bi kuştin û zodestiyê gel bêdeng bikin

03/08/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Van rojên dawiyê li Dêrezor li pey hev çar kes hatin kuştin. Bi taybetî pêşengên gel yên Ereb, yên di nava civakê de tên naskirin dibin hedefa êrişê. Bi qasî ku tê fêmkirin kesên di kuştinê de tên bikaranîn bermayiyên DAIŞê ne. DAIŞ di warê leşkerî de şkest û bi giranî ji herêmê hatin paqijkirin. Lê bi tevayî tine nebûne. Hin daketine binê erdê xwe veşartine.
Teqez wê di demên pêş de agahiyên têkildarî têkiliya DAIŞ û Tirkiyê derkevin meydanê. Di xurtbûn û pêşketina DAIŞê de desteka Tirkiyê pir çêbû. Bi taybetî ji bo ku li hemberî Kurdan bi kar bîne pêşiya wê vekir. Êdî dinya tev dizane ku Tirkiyê sînorê xwe vekiriye û bi hezaran çeteyên DAIŞê bi hêsanî çûne hatine. Istixbaratên Rojavayî û çavdêran gotin, Tirkiye otobana (riya dualî) DAIŞê ye. Lê ya berê DAIŞê dayî Kobanê û bûyî sedem ku serberjêr biçe û felaket were serê wê jî dîsa Tirkiye ye. Pêwîst nedikir ku DAIŞ evqas êrişê Kurdan bike û bi hezaran endamên xwe bide kuştin. Eger DAIŞê bi qasî êrişê Kobanê kirî ewqasî êrişê Şamê bikira û kuştina ewqas milîtanên xwe bida ber çavê xwe guman nînin wê Sûriye tev bixista destê xwe. Lê bi awayekî pir xerab hat bikaranîn û Kurd kirin hedefa wê.
Eger DAIŞ rêxistineke demokratîk buya û serbest nîqaş bikira, wê têkiliyên wê yên bi Tirkiyê re zûtir bihatan dîtin û wê diyar bikiran ka çawa şaşîtiyeke wiha stratejik kirine. Tirkiye hê jî DAIŞê bi kar tîne. Daişiyên ji Holê û deverên din direvin welatê ku dixwazin biçinê û xwe li wir di ewleyiyê de dibinin Tirkiye ye. Tirkiye niha ji wan re zemîn peşkeş dike. Lewre bi Kurdan re şer dike û heta bikare wê li hemberî Kurdan DAIŞê bi kar bîne.
Tirkiyê lez daye xebata xwe ya istixbaratê û di gelek milan de dixebite. Li aliyekî yekser bixwe birêxistin dike. Bi tevna dixebite ava bike mirovan dide kuştin û sabotajan dike. Bi şerekî psikolojik yê bêsînor dixebite sere gel tevlîhev bike û tevlîheviyê derîne. Dixebite ku rêveberiyên xweser bêwate bike, derbarê wan de bêbaweriyê belav bike û wan tine bike. Li milekî jî dixebite ku navbera Kurd û Ereban xerab bike. Ev lîstikeke dagîrkeran ya kevin e. Lîstik ev e: Ji hev cuda bike, parçe bike, dagîr bike û bi rê ve bibe. Kurd, Ereb, Asutê û Suryanan yekîtî çêkirin. Van gelan DAIŞ ji herêmên xwe derxistin û rêveberiyeke demokratîk ava kirin. Nîşan dan ku mûmkin e li ser zemînekî demokratîk di nava aştiyê de yekîtî çêbe. Ev model ne ji aliye Enqere ve erênî tê dîtin, ne ji aliye rêveberiya Şamê ve.
Rêveberiya Şamê jî ku dixebite miliyetgiriya erebî xurt bike û rejima Baasê dîsa serdest bike, xebata xwe ya istixbaratî didomîne. Ew jî dixebitin rêveberiyên xweser lewaz bikin û demokrasiyê tine bikin. Di van mijaran de rejim û dagîrkerên Tirk weke hev difikirin.
DAIŞ û hêzên din yên tarî jî nasekinin, wê kuştinê bikin. Wê bixebitin bi tirsandin, fikar û şkandina hestên ewleyiyê mirov ji wan re stûyê xwe xwar bikin. Her ku gel bitirse wê bacê jê bistînin û bi wî rengî xwe fînasne bikin. Ku civak bêrêxistin bimîne wê ciwanan tevlî xwe bike û di kuştina mirovan de bi kar bîne. Ji bo wê divê hêzên ewlekariyê û rêveberî amadekariyeke baş bikin. Li hemberî DAIŞê operasyon dibin û di wî milî de xebat heye. Bi qasê ku tê dîtin ev xebat têrê nake ku DAIŞê di carekê de ji holê rakin. Bi taybetî divê hêzên ewlekariyê û rêveberî di nava disiplîneke xurt de tev bigerin. Divê di qada ewleyiyê de valayî dernekeve. Divê kesayet û malbatên hedefa êrişan in bên parastin. Eger pêşiya van kuştinan neyê girtin divê em bizanin ku wê sîstema ewlekariyê bêbandortir bibe. Jixwe gelek hêz hene ku dixwazin herêmê di nava tevlîheviyê de bifetisînin. Li hemberî yekîtiya bi şerekî giran û berdêlên mezin pêk hatî û zemînê demokrasiyê xetereke mezin heye.
Gelên li bakur-rojhilatê Sûriyê divê li hemberî DAIŞê û dagîrkeran şiyartir bin. Li şûna bêmoralî û sistbûnê divê bi biryardariyeke mezin tev bigerin û bi hêzên ewlekariyê re bi awayekî hevkar tev bigerin. Eger gel û rêveberiyên herêm, herwisa rêveberiyên ji ewlekariyê berpirs bi awayekî koordîne tev bigerin wê bi hêsanî vê belayê tine bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.