Binefş SARYA
Jin-dayîk destpêka şaristaniyê jiyan bi destê wê dihat xurtkirin û civakîbûn li dora wê kom dibû. Piştî pêşketina hişmendiya mêrê serdest, pergala qiral-rahib û dewlet-neteweyan, hebûna jinê jî di nava civakê de hat tinekirin. Jina civak ava kirî û hêza çareseriyê bû kirin pîrhevaok û di nava agirê dojehê de şewitandin. Her ku hişmendiya mêr-dewletê pêş ket nirxê jin-dayikê jî kêm bû. Heta mirov dikare bêje di nava pergala feodal-kapîtalîst de bi ti awayî nirxê jinê nema. Bi pêşketina pergala kapîtalîst re hebûna jinê jî hat tinekirin û bû meta. Kesa ku civak diafirand, dayîka jiyanê bi demê re bi destê kurên xwe bû amûra dilxweşkirina mêran û li kolanan hatin firotin. Ya rast ne li kolanan tene, di binê navê zewacê de di hundirê malê de jî bê agahiya wê û dilê wê bi destûra bav, bira, mam, xal û rûsipiyên eşîrê li gorî dilê mêran bi bûçeyên cuda di hundirê sûka malê de hat firotin û navê wê firotinê jî kirin qelen-next yan jî xerca nava malê û li hin deveran jî kirin pereyên heqê şîrê dayîkê. Di binê navê zêdebûnê de bi jinan jî dan bawerkirin ku neçar in bizewicin û bibin xwedîmal, dayika zarokan yan jî hevjîna mêrekî ku qet nas nake. Lê ti kesî jê nepirsî ka pergala heyî dipejirîne yan na. Yan jî ti kesî nirx neda dengê wê. Ji bo mêrê feodal-dewletê nirxê jinê nema. Di çav û hişmendiya wan de sirf makîneya zarokçêkirinê, metaya têrkirina ajoyê mêran û xizmetkara bêheqdest bû. Ev rewşa jinan di roja me ya îro de, ango di sedsala 21. de hê jî bênavber didome.
Ne firotin û makîneya zarokçêkirinê tene, di heman demê de di binê navê heskirinê de tên kuştin û li her derê mafê wan yê jiyanê ji destê wan tê girtin. Di pergala dewletên heyîn de jina hes bike tê kuştin û bi mêrkirinê re her roj rastî tundiya mêr û malbata mêr tê. Bêguman dema em dibêjin tundî meqseda me ne tundiya fîzîkî tene ye. Li gel tundiya fîzîkî her roj heta mirov dikare bêje her 5 xulekan carekê jinek yan rastî lêdan û kuştinê yan jî rastî gotinên xerab tê. Tundiya devikî bi qasî tundiya bedenî bibandore û derûniya mirovan xereb dike. Li her derê jin di binê navê şeref û namûsê de tên kuştin. Lê mirov her carê vê pirsê ji xwe dike; gelo ew peyva jê re tê gotin şerf yan jî namûs ma para jinan tenê ye. Lê mêr li kû dera van peyvan in, yan jî ma jin bi serê xwe li gorî hişmendiya wan ya paşketî xerabî kirine? Gelo ma ew mêrê ku pê re ketiye xetayan çima nayê cezakirin. Dema mirov li ser van mijaran dihizire mirov digihîje wê baweriyê ku kuştina jinan ne ji xetayê jinan e. Lewre mêr-dewlet dijminê jinan e; jin tên kuştin û rastî her cure tundiyê tên.
Ji bo ku em neyên kuştin û rastî tundiyê neyên, berî her tiştî pêwîstiya me bi xweparastineke xurt heye. Eger em bi bi sere xwe nikaribin xwe biparêzin wê demê pêwîst e em jin rêxstinên xwe xurt bikin û li dora rêxstina jinê ya sereke bibin yek. Dema jin baweriya xwe bi hêza rêxstina xwe ya jinê bîne û parastina jiyana xwe di binê sîwana hêza jinê de bibîne wê ti mêr-dewlet nikaribin êrişî wê bike. Wê ti jin di binê navê qaşo namûs û şerfa mêran de neyên kuştin. Mêrekî ku bixwaze jinan ceza bike, bila berî her tiştî xwe sererast bike û li gorî exlaqê civaka demokratîk tev bigere. Wê demê wê bizane yên ku ceza heq dikin ne jin in, hemcinsên wan bixwe ne. Ji bo ku kuştin û tundiya li ser jinê rabe pêwîstiya me hemûyan bi hişmendiya civaka demokratîk û hevjiyana azad heye. Ji bo jiyaneke azad wekheviya zayendan ev xaleke bivênevê ye.






