Silava SLÊMAN
Di demekê de ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 8’emîn ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin, ku bîranîna çirûska yekemîn a Kurdan a aştiyê li dijî zihniyeta leşkerî ya şovenîst li bajarê berxwedêr Kobanê dest pê kir, di heman demê de rejîma Sûriyê xebata hilbijartina endamên Meclisa Gel a Sûriyê “parlamento” destpê kir, bêyî tu girîngiyê bide rewşa welat a awarte û dijwar û girêk.
Du xebatên nakok yên dijberî hev li yek erdnîgariya di nexşeya Sûrî de, ku Kurd û hevalbendên wan bi serkeftina demokrasiyê li hemberî nedemokrasiyê pîroz kir, li aliyekî din jî rêjîma Sûriyê ku li gorî têgîna bikar tînin “daweta demokrasî” hilbijartina nûnerên gel şahî li dar xist. Lê çawa behsa demokrasiyê dikin ku meclisa wan tucarî di hilbijartinan de nebûye nûnerê hêvî û daxwaz û xewnên gelê Sûriyê.
Meclisa ku rojekê jî desthilata heyî ji bo başkirina rewş û mercên jiyanê ji gelê Sûriyê re rexne nekir, bi salên dirêj tu projeya destûrname yan jî heta reşnivîsa destûrnamê li gorî berjewendiya gelê ku ji desthilatê bi salan azar kişandine, rewa nekir di kêleke lîsteyên ku pêş hatine amadekirin. Û ji dilsozên rêjîmê re û deverên ku bin kontrola wê jî sînordar bûn, di demeke de ku nîvê nifûsa Sûrî penaber û koçber in.
Di navbera her du xebatan de, qutbûnek heye. Desthilata Şamê ye, ya ku bi berpirsiyariyeke zelal nêzî aloziya welêt nebûye. Di dema ku xak û nexşeyeke parçe di navbera Şam û Qamişlo de heye, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû deverên erdnîgariya Sûrî bêtir geşedanekê dijî. Ev jî rastiyeke divê rejîm tê bigihîje û li hemberê rêzdar be. Ji ber ku rewşa heyî li ser rejîmê ferz dike ku ji vê çarçoveya xwe ya teng derkeve û vebûnekbe giştî li rastiya heyî çêke. Rêjîma ku di dema rizgarkirina Reqayê û Dêrazorê ji destên DAIŞê de razayî bû, Kurdan ew erdnîgarî dîzayn kir û meclisên sivîl piştî rizgarkirina wê jî qirêjiyên terorîstan, damezrandin. Divê rejîma Sûriyê ne bi çavekî gumanê lê bi çavekî rihet li van mijaran binihêre. Di dema ku Kurd hên li yekîtiya erdnîgariya Sûriyê ya parçekirî dinêrin. Li hemberê rejîm hê jî li xewna vegerandina tevahî welat a merheleya beriya 2011’an û serweriya bi giştî li welat dike. Piştî tevahî projeyên siyasî, sazî, dîplomasî û leşkerî yên heyî li wan herêman bi serkeftina xwe sepandin û encamên wê yên têkiliyên biratiya gelan û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt kirin.
Daneheva rewşa Sûriyê ya siyasî û leşkerî pêdiviya xwe bi dan û standina bi aliyên sereke ku temsile rasti yan gelan dike ew jî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û reveberiye xwesere ku dikarin ewlehiyê pêk bînin bi taybet piştî têkbirina terorê bi destê QSD’ê. pêwîstiya rewşê bi berpirsiyariyeke mezin heye, ew jî berî her tiştî berpirsiyariyeke nîştimanî ye.
Kurd û hevalbendên wan erdnîgariya xwe dûrî nijadperestiyê, saz kirin. Di dema ku rejîm bi israr û serhişkiya xwe li ser daneheva aloziyê maye bi metoda dûrxistina dûrî hevalbendiyê dixebite. Hevkarî û hevalbendiya rastîn girîngiya perjirandina projeyên heyî ye. Her wiha divê li rewşa nexşerêya çareya siyasî ya aştiyê jî ku êdî bûye xwesteka gelê Sûriyê bê nêrîn. Ew jî dûrî ajandeyên herêmî û destwerdanên navdewletî ye. Ji ber ku heta niha ew ajande negihîştine armanca eşkere ya dawî.
Kurdan û hevlmendên wan şoreşa xwe bi serkeftî û bê guman pîroz kirin. Lê belê hilbijartina sûrî bi xapandineke giştî û di nav gumanên navneteweyî û redkirina herêmî de derbas bû.






