Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Zivistanê Serhejokî Ji Dûvhejokiyê Çêtir E”!

24/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroz pêngava serketina têkoşîna gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Siyaseta ku kêliyê jiyan neke nikare domdar û mayînde be. Ne jî ji civakê re dibe mal û palpişt. Asoyên paşerojê pê re şîlo dimînin û her di nav bobelat û karesatan de ye. Ji xeynî kirîzên kûr tiştekî din naxuliqîne. Ta ku rojên xwe jiyan bike, her di nav konsept û plangeriyên serweriyê de ye. Bi qasî ku tektîkeke serdestiyê ye, di heman demê de stratejiyek hegemoniya mutleq a bê ser û ber e. Bi rêbazên çewsîner û bi ser de hatinên şîdetê xwe bi biçimê sazî û dezgehan pêşkêş dike û serweriya ku tenê xwe dispêre qezenca zêde didomîne. Bi van şikilgirtinên çelûxwar re tiştek bi navê nirx, pîvan û exlaqê li holê namîne. Maf, heq û hiqûqa ku pankartên wan hildidin jî, sîwana ku rê li ber çilpikên barana azadiyê digire.
Em pir paş de neçin û tenê kêliyên roja xwe ya îro binêrin, em dê bibînin ku hemû aliyên li gorî merceke berjewendiya keysbaz xeteke danûstandinê û teşeyek têkîliyan dane avakirin. Ev herdu rêbaz weke werîsan bi hev û din ve dide girêdan. Dema ku yek ji van werîsan sîst bibe jî “sikendala Fransa û Tirkiyê li rojhilatê deryayê Spî û Lîbya. Sikendala Tirkiyê û Misrê li Lîbya û tevahî xeta bakurê Afrîqya,….hwd” rûbirûkirineke bi şiklê kirêzan diafire. Lê di cewher de gengeşeyeke loman û parvekirinê ye.
Ger em çavekî bi çûk li rewşa Kurdan ku pêşengên têkoşîna demokratîk li cihanê ne bixin, eşkereya ku; tevî sistbûna werîsê lê xwedî heman nêzîkatiyê ne. Sazî û dezgehên ku alên maf, heq û hiqûqê li ser çikandine, konsept û qirkirina Kurdan rewa dikin. Di êrişa li ser xeta azadiya gelan de hem fikir û plan in. Ji lew re li herêmên ku xeta demokrasiyê tê de bi hêz e hewldanên avakirina heyameke bê tebat û bê hedar bi hemû hêza xwe dewam dikin. Tişta ku bi şer û êrişan nekarîne bikin, bi rêbazên bê exlaqî yên ajantî û narkotîkê didine çêkirinê.
Êrişên ku îro li ser Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi koordîneya di navbera hemû hêzên xwedî heman xisletê de ne pêk tên. Ango helwestên rejîma Sûriyê di derbarê mijara çareseriya aloziya welêt û nêzîkatiyên derperpirsyarî ji danûstandina bi Rêveberiya Xweser re, siyaseta darvekirinê ya rejîma Îranê, Enfal û Helepçeyên Bexdayê û êrişên qirker ên faşîzma Tirk di heman cokê de bi hevsengî diherikin. Mebesta giştî tunekirina îradeya pêşeng a gelan e.
Aliyê navneteweyî şimitînek nava vê koseptê de heye. Dema ku aliyek fena NY rê dide ku alîkariya ji gelê Sûriyê re ji dergehek di bin kontrola çeteyên Elnusra û faşîzma Tirk de were û rê li ber dergehên Rêveberiya Xweser digire, dêmekî ew jî şirîkê va konsepta li ser Kurdan û tevahî gelên azadîxwaz e.
Dema ku em rûyê pîvonkê biguherin û berê xwe bidin sînorên Afrîqyayê û xwe bigihêjin qiraxên Lîbyayê ku piştî Sûriyê veguheriye navendeke nû ya kirîzê, em ê berovajî lihevkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibînin. Li wir hinekî werîs sistir bûye û berjewendiya aliyan ser û bin hev bûye. Lêgerîna ji teşeyek nû ya şidandina wê werîsê re li gorî berjewendiya giştî ya koordînekirî dewam dike.
Li wî alî destwerdana faşîzmê ya nava welatên Ereb de zêde beloq bûye. Vê yekê kirîza wê mezintir kiriye û rûbirûyî bihêztirîn hêza li herêmê ya Misrê hiştiye. Tevî ku ti helwesteke cidî ya welatên Ereb û yên derdorê nîne, lê dîsa jî şiklê kirîza ku rûdaye asoyên koordîneya li wî alî lawaz kirine û berê herêmê ber bi blokbûnên nû ve ajotiye.
Weke encam; dibe ku di tunekirina xeta demokratîk û têkoşîna gelan de li hev bikin, lê di parvekirina xist, par û behran de wê bê guman hev û din tune bikin. Îro jî zivistana faşîzmê hatiye ku wê li şûna dûvhejokiyê mecbûrî serhejokiyê be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.