Farûk SAKIK
Li her derê behsa şerekî li Derya Spî tê kirin. Ev şer wê dest pê bike an na? Na… wê dest pê neke. Di vê serdemê de emê nebin şahidên şerê nava dewletan. Dewlet li ser dijîtalê jixwe di nava şer de ne. Ti carî wê ji welatekî balefirên şer ranebin erdê welatekî din bombe nekin.
Em bûn şahid; dema balafira Emerîka ji aliyê Îranê ve hat xistin, an jî dema Emerîka Qasim Silêmanî kuşt, me berê xwe da televizyonan û li benda şer sekinîn. Lê me di ajansan de daxuyaniyên “Em ji bo mûzekereyan amade ne” guhdarî û temaşe kirin.
Ev ji aliyê Erdogan ve jî hat dîtin û ji bo vê, li Tirkiyê ji dema guherîna sîstema serokatiyê heta niha, yek roj di nava aştî û aramiyê de derbas nekir. Ango her tim an bi cîranan re, an bi Emerîkiyan re, an jî bi Ereb û Ewropiyan re di nava aloziyan de bû. Ji her kesî re qeqebo dikir… (Ji bilî dema ku balafira Rûsya xist. Di vê bûyêrê de çû Rûsya û li ber Putîn çok danî.)
Çawa ku tê zanîn piştî ku Erdogan sîstema rêveberiyê li Tirkiyê guhert, yekser siyaseta hişk û aloziyê derxist pêş. Ev dijwarî û alozî; hem di nava Tirkiyê de ji bo dînamîka navxweyî û hem jî ji bo têkiliyên bi derve re bû.
Ji bo ku civaka Tirkiyê were iqnakirin, li hemberî Kurdan dest bi êrişên dagîrkeriyê kir. Civak hat iqnakirin û civaka Tirkiyê hesabê qeyrana siyasî û aborî jê nepirsî.
Lê qeyrana aborî ya Tirkiyê roj bi roj kûrtir dibû û berê xwe da Derya spî. Bi dû xaz û petrolê ket.
Tirkiye bi awayekî eşkere tevî artêşa xwe û çeteyên girêdayî xwe ketiye nava axa 3 welatên Ereb; Sûriye, Libya û Iraq. Ji van deveran jî encamê nagire. Têkiliyên Tirkiyê roj bo roj ji aliyekî ve bi cîhana Rojava re û ji aliyê din ve jî bi cîhana Erebî re xirab û aloztir dibe.
Cîhana Erebî li ser van pirsgirêkan û destwerdana nava welatên Erebî; bi awayekî giştî ji siyaseta Erdogan ne razî ne û pirsgirêka wan bi Tirkiyê re heye. Bi tenê çend welatên piçûk weke Qeter li kêleka Erdogan cî digirin. Lê weke din têkiliyên Tirkiyê li gel welatên din ên Ereban, binakok e. Ji lîga Ereban jî ji bo Erdogan xeberên ne baş tên.
Kurdan jî di van demên dawî de ev dîtin. Bi welatên Ereban re ketine nav danûsandinan û xebata dîplomasiyê dimeşînin. Bi taybetî jî li Rojava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji van xebatan re pêşengiyê dike.
Herwiha ji ber pirsgirêkên stratejîk û siyaseta rojane; pirsgirêkên welatên Rojava yên wekî Fransa, Yunanistan û Emerîka jî bi Tirkiyê re hene. Bi taybetî jî piştî hewldanên Tirkiyê yên lêgerîna xaz û petrola li Derya Spî ya nêzî Yunanistan û Qibrisê. Ji ajansan derbarê Tirkiyê de agahiyên nexweş belav dibin.
Almanya, Fransa û Îtalya hatin gel hev û hişyarî dan Tirkiyê. Behsa ambargoyê kirin. Dema ku ajansan ev nûçe belav dikirin, şandeyên dewleta Tirk derbasî Ewropa bûn.
Agahiyek jî ji Emerîka di ajansan de hat serwîskirin. Bazara kirîna sîstema S-400’an, dîsa bû sedem ku têkiliyên Emerîka û Tirkiyê werin nîqaşkirin. Li Emerîka ji aliyê komarparêz û demokratan ve pêşnûmeyeke nû hat amadekirin. Wisa xuya dike ku wê têkiliyên dewleta Tirk û hevpeymaniya NATO bi giştî bikevin qonaxek nû û hesas.
Ji cîhana Xiristiyanên Ortodoks jî nûçeyek ket ajansan. Wisa xuya ye piştî ku Erdogan derbarê Ayasofyayê de biryar girt, di navbera cîhana Ortodoksan û Tirkiyê de wê nakokî zêde bibin û dewam bikin.
Ev nûçeyên di ajansan de derbas dibin, bi qasî Erdogan, Kurdan jî dike nava metirsiyeke mezin. Kurd baş dizanin, ev dewleta Tirk ya dagîrker, dema ku derbê ji derve dixwe, berê xwe dide Kurd û Kurdistanê.






