Mihemed Şahîn
Peymana Lozanê, plansaziya tinekirina civaka kurd û Kurdistanê ye, plansaziya tinekirina çanda Rojhilata Navîn a hezar salane, plansaziya talankirina dewlemendiya madî û manevî ya hemû civakan e.
Konferansa Lozanê ji hêla Ingilîstan, Fransa, Italya û Japonyayê ve tê lidarxistin. Yewnanîstan, Tirkiye, Romanya û Yogoslavya tên vexwendin. Di mijarên herêma Trakya û Kendavên Stenbolê de Bulgarîstan û Rûsya jî tevilê nîqaşan dibin. Di hinek mijaran de nêrînên Portekîz û Belçîqayê jî tên girtin. Emerîka tenê weke çavdêr tevilê konferansê dibe.
Konferans di 20’ê mijdara 1922’de dest pê dike. Ji ber hinek nakokiyan û lihevnekirinan di 4’ê sibata 1923’an de bi awayeke bê encam bi dawî dibe.
Erdnîgariya bermahiya osmaniyan a ku kurd û tirk têde dijiyan weke “Mîsakî Mîlî” hatibû pênasekirin. M.Kemal soz dabû kurdan, heta ev erdnîgarî hemû rizgar nebe dê peymana aştiyê neyê îmzekirin. Erdnîgariya “Mîsakî Mîlî” hemû nehatibû rizgarkirin lê M.Kemal, Îsmet Înonu û hevalên xwe dixwestin peymana Lozanê îmze bikin. Ji bo karibin îmze bikin pêdivî bi bêdengkirina kurdên muxalîf hebû.
M.Kemal ji bo wekîlên kurd û muxalîfên din hemûyan ji meclîsê tasfiye bike di 1’ê nîsana 1923’an de meclîsê fesih dike û pêvajoya hilbijartinan dide destpêkirin. Di hilbijartinan de wekîlên kurdan hemû ji hêla M.Kemal ve tên diyarkirin. Bi kurtahî wekîlên ku ji hêla M.Kemal ve tên diyarkirin bê hemdê gel bi gel didin qebûlkirin û li gorî dilê xwe meclîseke beyê muxalîfan ava dikin. Meclîsa nû li ser hîm û hişmendiya Îtîhat Terakî ya faşîst a nîjadperest tê avakirin.
Meclîsa ku endamên wê bi destên M.Kemal tên diyarkirin heta sala 1927’an li ser kar dimîne. Di bingeha hişmendiya faşîst û qirker a komara Tirkiyeyê de hişmendiya wê meclîsê heye. Makezagona 1921’an a ku xweseriya kurdan nas dikir bi destê wê meclîsê tê rakirin. Makezagona 1924’an ku înkar û tinekirina civaka kurd esas digre bi destê wê meclîsê tê nivîsandin. Di pêvajoya serhildana Şêx Seîd de biryara qirkirina kurdan ji hêla wê meclîsê ve tê dayin, plansaziyên qirkirin û tinekirina civaka kurd û hwd. bi destê wê meclîsê tên amadekirin.
M.Kemal û hevalên xwe piştî ku meclîsa Tirkiyeyê li gorî dilê xwe nû dikin di 23’yê nîsana 1923’an de ji nû ve tevilê nîqaşên konferansa Lozanê dibin. Di encama dayina gelek tawîzan de di 24’ê tîrmeha 1923’an de peymana Lozanê tê îmzekirin. Tenê di mijara Kerkûk û Mûsilê de dewleta tirk û Ingilîstan li hev nakin û çareserkirina wê mijarê dihêlin demên pêş.
Peymana ku di 24’ê tîrmeha 1923’an de li Lozanê tê îmzekirin bi taybet ji bo civaka kurd û Kurdistanê û ji bo hemû civakên Rojhilata Navîn di sed sala dawîn de encamên gelek giran derxistin holê. Pergala Kapitalîst bi peymana Lozanê Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn dike, bingeha hiqûqî û siyasî ya pergala Modernîteya Kapitalîst ava dike û li ser civakan dide ferzkiririn. Amûrê wanê herî xurt avakirina dewletên etnîkî yên dijminên gelan bûn.
Di destpêkê de sermayeya Ingilîz û Cuhiyan di Rojhilata Navîn de li ser dewlemendiyên ser erd û bin erd rûdinên. Dûre jî Emperyalîzma Emerîkayê tê li ser singa civakan rûdinê û bîhn li wan diçikîne. Dewlemendiya hezar salan a madî û manevî ya Rojhilata Navîn bi destê wan tê talankirin. Dostanî û biratiya civakan a hezar salan bi destê wan hêzan tê tinekirin. Ew hêzên dagirker û talanker destê civakan dikin qirika hevûdû û li wan temaşe dikin. Kengê dibînin zirar digihîje berjewendiyên wan wê demê weke hekem derdikevin ser dikê û li gorî berejewendiyên xwe teşe didin civakan.
Erdnîgariya Kurdistanê di sala 1639’an de di peymana Qesra Şêrîn de bû qurbaniyê berjewendiyên dewletên Osmanî û Sefaviyan û cara yekemîn bû du parçe. Di peymana Lozanê de jî bû qurbaniyê berjewendiyên dewletên kapitalîst û bû çar parçe. Bi ser de her parçeyek li gorî berjewendiyên pergala xwe ya kapitalîst xistin bin dagirkeriya dewleteke etnîkî. Bi kurtahî civaka kurd û erdnîgariya Kurdistanê xistin çarmixê. Ev dihat wateya tinekirina civaka kurd û tinekirina Kurdistanê.
Di wê serdemê de dewleta Ingilîstanê hêza hegomon a cîhanê bû. Siyaseta Rojhilata Navîn wan diyar dikir. Di heman demê de di siyaseta navneteweyî de jî bandorker bûn. Ya ku civaka kurd û Kurdistan avêtibûn çarmixê û bi tinebûnê re rû bi rû hiştibû siyaseta Ingilîz a berjewendî parêz û qirker bi xwe bû.
Di encama nîqaşên li ser Kerkûk û Mûsilê de dewleta tirk paşve gav avêt û her du bajêr di bin mêtîngeriya Ingilîzan de hiştin. Di encama bazara dayina wan her du bajaran de dewleta Ingilîz çavên xwe ji qirkirin, wêrankirin û talankirina dewleta tirk ên li bakûrê Kurdistanê re girtin. Tenê çavê xwe negirtin dem bi dem di wan qirkirinan de bi hemû hêza xwe piştgiriya dewleta tirk kir.
Civaka kurd di şerê yekemîn ê cîhanê de û di şerê avakirina komara nû de baweriya xwe bi biratiya tirkan anî bû û bi hemû hêza xwe di wan şeran de li gel civaka tirk û civakên Anatolyayê cih girtibû. Lê piştî serkeftina wî şerî de di peymana avakirina komarê de kurd tine bûn. Weke her carî carek din bi îxanetê rû bir û mabûn. M.Kemal ê ku soz û bext dabû kurdan û heta peymana Lozanê qala wekheviya civaka tirk û kurd dikir, ji bo civaka kurd qala pergala xweseriyê dikir êdî pişta xwe dabû kurdan.
Bi îmzekirina peymana Lozanê re ji bo kurdan pêvajoyeke gelek dijwar a xwînî dest pê dike. Pêvajoya înkar, qirkirin û tinekirinê dest pê dike. Civaka kurd tine tê hesibandin, navê wê, navê welatê wê, zimanê wê, çanda wê, dîroka wê hemû tên qedexekirin. Bi kurtahî tiştên aydê kurdan hemû tên redkirin û qedexekirin. Daxwazên civaka kurd yên herî rewa bi tundiyên herî mezin û bi qirkirinên herî dijwar tên bersîvandin. Zilm û zordariyên ser civaka kurd, kuştin û qirkirina kurdan, talan û wêrankirina Kurdistanê weke siyaseteke herî meşrû tê meşandin. Dewlemendiyên civaka kurd ên madî û manevî hemû tên xespkirin, talankirin û tinekirin. Bi hişmendiya pergala mêtîngeriyê û bi hiqûqeke taybet Kurdistan tê birêvebirin. Navê hiqûqa taybet carna dibe “plansaziya Islehkirina Şerqê”, carna dibe “Qanûnên Tûncelî”, carna jî dibe “Tedîp û Tenkîl”, “Rewşa awarte”.
Bêguman siyaseta mêtîngeriyê tenê bi talan, wêran û qirkirinan ve girêdayî namîne. Di heman demê de bi teşe û formata civakî jî dilîzin û civaka kurd di nava xwe de parçe parçe dikin. Di encama parçe parçe kirinê de li gorî xwe teşe didin civaka kurd. Kurdê bê kok, bê reh û bê civak diafirînin. Kurdê ji xwe û ji civaka xwe re biyanî, kurdê hevkarê xwe, îxanetkarê gelê xwe û welatê xwe, kurdê teslîmkar û xizmetkarê xwe diafirînin. Bi kurtahî peymana Lozanê plansaziya tinekirina heqîqeta kurd Kurdistanê ye. Bi parçekirina civaka kurd re heqîqeta civaka kurd jî parçe parçe dikin.
Pergala modernîteya kapitalîst bi peymana Lozanê rê li dewleta tirk a etnîkî ya yek yek parêz vekir û bi destê wê her du dergûşên çand û civakan Kurdistan û Anatolya kirin goristana çand û civakan. 52 civak û çand kirin qurbanê yek civak, yek çand û yek zimanî. Di encama siyaseta yek parêz de hemû dînamîkên civakên Tirkieyeyê yên berxwedêr yek bi yek hatin tinekirin. Muxalîf yek bi yek hatin tasfiyekirin.
Ji îmzekirina peymana Lozanê vir ve 97 sale Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Sedema hemû komkujî û trajediyên herî mezinan, sedema hemû talan û wêrankeriyên herî hovane, sedema hemû bêbextî û îxanetên ku li Rojhilata Navîn pêkhatine peymana Lozanê bi xwe ye. Peymana Lozanê ji bo civakên Rojhilata navîn defikek mezin bû. Çar dewletên dagirkerên Kurdistanê jî kirin nobedarê wê defikê.
Di pêvajoya ku hemû civakên Anatolyayê yek bi yek hatibûn bêdengkirin û gav bi gav ber bi tinebûnê ve diçûn de, di pêvajoya ku hemû dînamîkên civaka kurd ên civakî hatibûn tinekirin û bîhn li civaka kurd hatibû çikandin de berxwedana Tevgera Azadiya Kurd weke bersîvekê derket holê.
Tevgera Azadiya Kurd bi berxwedana xwe ya 40 salên dawîn plansaziya Modernîteya Kapitalîst peymana Lozanê bê wate kir. Dawî li parçebûna civaka kurd û parçebûna erdnîgariya Kurdistanê anî. Di encama berxwedana 40 salan de Şoreşa Rojava bûye hêvîya hemû civakan. Rojava bûye qada nefes girtina civakên Rojhilata Navîn û cîhanê. Paradîgamaya Rêberê Gelê Kurd Modernîteya Demokratîk weke alternatifeke herî xurt ji civakan re bûye hêvî .
Şoreşa Rojava nîşan da ku jehrkuja Modernîteya Kapitalîst Modernîteya Demokratîk e.
Aştî û aramiya Rojhilata Navîn bi serkeftina Modernîteya Demokratîk pêkan e.






