Medeni FERHO
Berxwedan Gerilla li Heftanînê, “şecere-i Kurdîstan” e û parastina mirovaniyê ye.
Lehengên Kurd yekemîn car, di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de mirovanî parastin, vê carê jî li Heftanînê diparêzin.
Di salvegera 8mîn ya Şoreşa Rojava de, em dibînin ku karakterê şoreşan berdewamî ye, têkoşîna şoreşa gelan ya bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd jî dewam dike.
Mirovahî dibin metirsîna dewşîrmeyên ku xwe wek “cîhangûşe” dibînin de ye. Pêşî bi destê çeteyên DAÎŞê xwestin, “efrûzî”ya cîhanê bitefînin, lehengên Kurd pêşiya wan girtin; niha jî bi artêşa xwe dixwazin “efrûzi”ya cîhanê bitefînin. Lehengên Kurd, desturê nadin.
Mirov nêrîn e, ez bi nêrîna xwe; gotinên kurdiya klasîk bikar tînim û dibêjim: Her çalekiya Gerilla li Heftanînê, biqasî “Mezamîrî Dawud” bi nirx in, ji bo paşerojên Kurdistanê “zirxî Dawud” in û li dijî “callud”ên serdemê têkoşînê dikin.
Her çalekiya Gerilla li Heftanînê, hem “mezamîr e”, hem destan e. Mezamîr hişmendî ye, destan dîrok e!.. Dîroka rojane ku em dijîn, ji bo Kurdan azadî ye, ji bo mirovaniyê aramî ye. Lewma û guman tê de nîne, di demek nêzîk wê “taqên zafernemayan” ji bo cenga Heftanînê werin ava kirin!…
Kurdan, di çarçoveya paradîgmeya Ocalan de, ji hişmendiya klasîk û nû ya Kurd, kompoziyonek derxistiye holê. Belkî biqasî felsefeya Kant di rojevê de cih ne girtibe û ne hatiye nirxandin, lê dema em ji Mezopotamya ber bi Zagrosan, di gelî û mesîlên erdnîgariya ber bi Hindistanê dirêj dibin bifikirin, em dibînin ku sentezek hevpar ya kultura gelan heye; ji Gilgamêş, heta bi Rastemî Zal û Kawayê Hesinkar, ji Ramayana û Mahabrata yên Hindistanê, heta bi tasawufa îslamê: 1-Bi hişmendiyek realist, haraketek derûnî û mîstîk û xwezayî heye… 2- Di navbera teorî û pratîkê de têkiliyek heye, lîstika setrancê esas tê girtin… 3-Rasyonelîzm û xeyalên ber bi asoyên efrûzî diçin hene… 4- Bûyer û tevgera rojane, sentez dikin, wek pexşaneke li gorî demê derdixin holê.
Feylesofên cîhanê, qala ”cîhanek tevlîhev” û “civakên serûbinî hev” dikin. Ti kes behsa “idea”la radîkal nake. Tarîqatîzm, mezhebîzm li pêş e, lewma ji Afganîstanê heta bi Kurdîstanê, ji Kurdîstanê (Îran, Iraq û Suriye) heta bi Libya, çete, îxwanî û dewleta haydut cirîdê diavêjin. Piştî têkbirina Bihara Gelan û hêviyên ku Nebî Îsa dakevê ser mînareya Şamê, hêvî şikestin; Humbaba ji nava darîstanên dîroka veşartî derkete holê, li Rojava, Bakur, Başûr û Libya gorîstana mirovaniyê mezin kirin.
Piştî van gotinan, em dubare bikin; Promethaus, li welatê hêviyê û çavkaniya destanan Zagros û sirtikên çiyayên Qendîlê derkete holê; Mîratzadeyên wî, Gilgamêş, Rustemî Zal, Kawayê Hesinkar in û xwe gihandin agirê Newrozê… Li Zindana Amedê jî, agirê “festîwala gelan” hate pêxistin û rê li ber şoreşa gelan hate vekirin.
Navê “festîwala gelan” jî bi gotinek klasîk, “efgar-î cîhan” e, li lehengê Kurd ew gelen “efgar” ji destên “cîhangûşa dewşîrmeyan” derxistin û di efrûziya cîhanê de hemhal kirin. Ev destpêk bû!… Gava duyemîn Qendîl e û Qendîl, tenê çiya nîne: Hebûnek bi hiyerarşiya maddî û manewî, veguhertina ji jor ber bi jêr, ji jêr ber bi jor e… Ev fonksiyona ahd-i wefa ye, dilsozî, sadakat, evîn û eşqa nemir heye… Xweza Qendîlê, ji destpêka dîrokê û heta îro; ji xisletên “beşer-î nîsyan” dûr e û li dijî xiyanetê şûr e!..
Ne xewn e, rastiyek e: Qendîl, hem kozmogoniya gelên Kurdistanê ye, hem ocaxa hişemendiya mirovaniyê ye… Ji Zerdeşt heta bi Birahîm, ji Daniyel, heta bi Musa, ji Îsa heta bi Manî koma peyamberan, di navbera erd û ezman de pirek çêkirin, îro jî di enerjiya civakan de vêcud dîtiye… Têkoşîna çil salî kurdekî nû derxiste holê; encam jî ne tenê Şoreşa Rojava ye, Bakur û Rojava û parastina Başûrê Kurdistanê ye!…
Ev guhertinek mezin e, di pîvan, şakûl û terazû’ya rewşenbîriya Kurd jî guhertin çêkiriye.
Di darbimeselek Kurdan de dibêjin; Acuc û macuc werin, wê bibin qiyameta mirovaniye!… Ew acuc û macuc dewşirme ne û îro, bi hestên “şîzofrenî” êrîşan dikin, dixwazin li pey xwe platonên volqanîk bihêlin
Lewma û bêguman: Cenga Şoreşgerî ya Heftanînê, wê biqasî têkçûna çeteyên DAIŞ, rê li ber mirovaniyê veke. Ji ber ku Heftanîn parçeyek ji kultura “arkaîk” ya Zagros û Mezopotamya ye.
Em ji bîr nekin: Heftanîn, Qendîl, piştî kaosa kosmosê bû bingeha rêkûpêkiya cîhanê, hêzên hegemon yên cîhanê, di şerê yekemîn yê cîhanê de xwestin ku çavkaniya ocaxa hişmendiya mirovaniyê bi parçekirinê bikin nava kaosê. Bela herî mezin jî faşîzma Îttîhadiyan berdana nav serûguhên gelên herêmê. Lê Haraketa Azadiya Kurd, di nava 40 salî de, bi paradîgmeya Ocalan, têgihiştinek çêkir û “bihara gelan” da destpêkirin. Hêvî Şoreşa Rojava û têkoşîn jî dewam dike.
Mînakên serketinê gelek in: Yek, di ajansên nûçeyan de, Gerilla bi nifşê xwe ereb Ezner, ji bo Gerillayên li Heftanînê cengê dikin, helbestek nivîsî ye. Hişemendiya xwezayî û ahd-i wefa dewam dike!…
Yanî çi; Yanî, Kurd û gelê herêmê bi xwe dîroka xwe dinivîsin.
Yanî, erê: Pîvan, şakîl û terazu’yên rewşenbiriya Kurd jî hatine guhertin.






