Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di salvegeran 8an de şoreşa Rojava

20/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Avesta bû remza berxwedan û rûmetê
Share on FacebookShare on Twitter

Zeki Bedran

Salvegera şoreşa Rojava ya 8an tê pîrozkirin. 19ê Tîrmehê destpêkirina şoreşê hat qebûlkirin. Şoreşa 2012an dest pê kirî di ser re 8 sal derbas bûn. Di çend aliyan de dihêje mirov şoreşa Rojava binirxîne. Mirov nikare di gotarekê de naveroka şoreşê û bandora kirî binivîse. Çawa me gotî di gelek aliyan de encam û bandora wê hene. Şoreşa Rojava ji Sûriyeya dest bi hilweşîn û belavbûnê kirî derketiye. Li Sûriyê bi navê Bihara Ereban çalakiyên dewama tevgera gel dest pê kirin. Lê piştî ku rejimê zor bi kar anî û yên hember jî çek rakirin pêvajo ber bi rengekî din ve çû. Gelek dewletan dest avêt vê pirsgirêkê. Welatê weke Tirkiyê sînorên xwe ji hêzên çekdar re vekirin, piştgiriya wan kir û welat gereke bixwîn. Gelek rêxistinên weke DAIê û El Nusra derketin meydanê. Hêzên weke Emerîka û Tirkiyê bi projeya “perwerde bike biçek bike” bi hezaran mirov perwerde kirin û biçek kirin. Gelek ji van pişt re tevlî rêxistinên weke DAIŞê bûn.

DAIŞ her ku çû bihêz bû û bû rêxistina herî destbixwîn û talanker. Deverên weke Şingal û Mûsil jî di navê de gelek herêm dagîr kirin û di komkujiyan de derbas kirin. Her ku çû DAIŞ ji bo dinyayê bû gefeke mezin. DAIŞê li Sûriyê berê xwe da Kurdan. Ji bo parastina xwe û herêmên xwe Kurd jî ketin tevgerê. Di nava vê tevlîheviya bixwîn de îradeya xwe nîşan dan û bê ku bibin dûvikê hin hêzan biryardariya parastin û rêveberiya xwe danîn meydanê.

Ti kes ne li bendê bû ku Kurd bi navê xwe tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber ku parçeyê herî piçûk yê Kurdistanê bû ti kesî texmîn nedikir ku wê bi hêza xwe bikare li ser piyên xwe bimîne. Otorîteya rejimê jî li herêmê lewaz bûbû û li hin herêman jî ji hev belav bûbû. Kurdan ev firset nirxand û dest bi azadkirina xwe û erdê xwe kirin. Kirina karekî wiha, qet jî ne rewşeke wisa hêsan bû. Lê xebata Rêber Apo ya bi salên dirêj li Rojava, perwerdekirina gel û derxistina hêza kadroyan, zemînê şoreşê û hêza îradeyê derxistibû meydanê.

Bi taybetî piştî ku DAIŞê êrişî Kobanê kir, li Rojava şoreş êdî ne şoreş û berxwedaneke hêrêmî bû. Sûriye tev û herêm xist binê bandora xwe. Koalisyona ku Emerîka pêşengiya wê dike ket nava şer. Di nava demê de berxwedana bi pêşengiya Kurdan rizgariya tevayiya bakur-rojhilatê Sûriyê ji DAIŞê û çeteyên din bi xwe re anî. Li herêmên ji çeteyan hatîn paqijkirin komîn û meclis hatin avakirin. Ewleyiya gel pêk hat. Li milekî paqijkirina herêmê ji dijmin, li milê din xwebirêxistinkirin û xwebirêvebirin derket meydanê.

Mirov dikare şoreşa li Rojava dest pê kirî weke baxçeyeke li beriyê jî binirxîne. Şoreş bi Kurdan û herêmên Kurd lê dimînin ve sînordar nema. Bûguman aliyê şoreşêyê leşkerî yan jî berxwedanê, taybetiya wê ya siyasî girîng bû. Lê qerekterê şoreşê yê civakî girîngtir e. Di nava şoreşê de şoreş çêbûn. Bi taybetî ku civak ket tevgerê, xwe birêxistin kir û bû ku dewlet hebe xwebirêvebirin pir girîng e. Li Rojhilata Navî gelek tiştên nû di nava xwe de dihewîne. Bi taybetî tevlîbûna jinê ya şoreşê û rengdayîna şoreşê di dîroka Rojhilata Navî de ya yeke ye. Ya herî zêde diperçiqî û li derveyî polîtîka û civakîbûnê mayî jin bû. Di demeke pir kurt de ji vê rewşê derket û bû pêşenga şoreşê. Weke din nîşan da ku gel dikarin bi hev re û di nava aştiyê de bijîn. Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî û gelên din di her qadê de bûn hevbeş û hevpar. Li şûna miliyetgiriyê rêgeza yekîtiya demokratîk bû bingehê şoreşê. Şoreşê derxist holê ku mirov bê ku ji ber bawerî, fikir û çandan xwe piçûk bên xistin bi hev re bijîn. Digel êrişên dagîrker û desthilatdaran siyaseta wan ya “parçe bike û bi rê ve bibe” bi ser neket.

Ji bo fetisandina şoreşa Rojava Tirkiyê serkêşiya êrişan kir. Bi taybetî ji bo dawîanîna hebûna Kurdan û statûya wan bi tevayiya hêzên tarî û hêzên cuda re itîfaq kir. Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagîrkirin. Bi awayekî eşkere qirkirina neteweyî kir. Digel van dagîrkerî û roxandinan Tirkiye dixwaze tişta heyî jî tine bike. Bi hezaran çeteyên kom kirîn dişîne ser şoreşê. Şoreş hem ji aliye faşîstên Tirkan ve, hem ji aliye rejimê ve di binê tehdîdê de ye. Lê di 8 salên borî de şoreşê bandora xwe li herêmê û li dinyayê zêde kir. Piştgiriyeke mezin ya navneteweyî satand. Li aliyekî êriş, li aliyekî parastin û berxwedan û avakirina şoreşgerî di nava hev de meşiyan. Piştî niha jî bê ku kêmayî û sistayî bikeviyê, divê parastin û avakirina civaka demokratîk dewam bike. Rawestan tê wateya avêtina şoreşê nava xeterê. Tecrûbeya heşt salan û destkeftiyên wê delîl in ku wê bi awayekî xurttir bikarin şoreşê biparêzin û bigihînin serkeftinê.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.