Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19ê Tîrmehê

20/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Di serî de ez vê roja dîrokî û pêngava yekemîn a Şoreşa Rojava li gelê Kurdistanê û yê herêmê hemûyan pîroz dikim.

Di vê mehê de gelek bûyer û çalakiyên xemgîn û şahî hene.

Hema hinekan ji wan rêz bikim û bêjim; komkujiya Geliyê Zîlan, Komploya li ser Dr.Kasimlo û hevalên wî, şehadeta Helmet (Diyar Xerib) û hwd.

Çalakî û berxwedana 14 ê Tîrmehê ya Zîndana Amedê, min di nivîsa xwe ya hefteya din de şîrove kiribû.

Bê gûman ew êrîşên xedar ên neyarên me Kurdan, ew komkujiyên wan ên li ser gelê me, ne hema ji rêzê û kêfîne, na xêr, ji tirs û lawaziya wan tê.

Ji ber ku gelê me, weke wê gotina dîrokî, “ji xweliya agirê xwe dîsa radibin û berxwe dide”! E ha hêz û dewletên kedxwar û xwînxwar ji vê berxwedana mirovahiyê û azadiyê ditirsin.

Weke tê zanin, vê carê, pêşeng û karwanê şoreşê, pişta xwe spart wan berxwedanên dîrokî û hemdemî hemûyan û bi şîara “Berxwedan Jiyane” despêkirin û meşiyan.

Vî karwanê pêşeng û hemdem, ew ruhê 21 ê Adarê, 18 ê Gulanê,  14 ê Tirmehê û 15 ê Tebaxê, gihandin 19 ê Tîrmehê û li KOBANA navdar, bi ŞOREŞA ROJAVA taçîdar kirin!

Ev pêngav li vê qonaxê ranewestiya, karwan meşiya û li pey hev li EFRÎNA birîndar û li hemû Cezîra Rojaava, çirûskên agirê şoreşê geş kirin û her dever rohnî û dilxweş kirin.

Agirê vê ŞOREŞê, saet bi saet, roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal gûr û geş bû.

Her wiha dibû hêvî û bawerî ji bo hemû gelên belengaz ên herêmê. Pêla germaya vê şoreşê, li herêmê jî ranewestiya, deng û rengê xwe gihand cihanê jî. Ev ruhê berxwedêr û xweser, weke mînaka ciwayê, li cihekî na sekine her diherike û ji xwe re rê çêdike û dimeşe.

Va mînaka ciwayê, Rêber APO, ji bo vê Tevgêrê digot. Belê biwêjek wî din jî hebû, digot: “Tevgêra me weke ‘hespikê hesinî’ye, eger raweste dikeve erdê, divê qet raneweste, her bi pêşve biçe”

Ez bawer dikim ev gotina wî ya duyemîn, ji bo vê qonaxa şoreşê gelek giring û watedar e.

Ji ber ku weke me hinek bahs kir, êdî ev ŞOREŞA ROJAVA, zû belev bû û xwedîderketandin zêde çêbû, êdî ev “Rêveberiya Xwesera Demokratîk” weke modelek jiyana nuh a civakî gelek hat pejirandin. Û ev pêşkevtina hêja û bi rûmet dewletên dagirker û hegemon gelek tirsand. Ji bo vê peşkeftinê bidin rawestandin an bişkînin, bi lez û bez êrîşên xedar ajotin ser; zulma ku li Efrînê, Serêkaniyê, Girespî û xetera li ser gelek deverên din jî li ber çava ye.

Lewma divê herkes li goreyî wê bivêja Rêberiyê tevbigere û bi heralî têbikoşe ji bo parastin, xurtkirin û pêşvexistina Şoreşa ROJAVA!

Ev, kar û xebat û peywir û erk ê me hemuya ne!

Ev Roj, ev Cejn, ev Jiyana Azad û ev Kar li me û mirovahiyê pîroz be!

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.