Binefş Sarya
Deverên desthilatdarî û bêedaletî lê hebin bêguman li wan deran wê çirûskên şoreşê pê bikevin. Ji bo jiyan û vîneke azad mirov bedelên herî giranbiha didin. Li welatê me berdêla azadiyê giyanê mirovan e. Em zarokên welatekî wisa ne ku di riya jiyaneke azad de hebûna xwe feda dikin. Bi salan e gelê Kurd û Rojhilata Navî li dijî her cure desthiladariyê berxwedanê dikin. Serhildana gelan ku bi Bihara Ereban dihat binavkirin Rêber Abdullah Ocelan jî bi Bihara Gelan bi nav kir. Serhildana 18’ê Kanûna 2010 li Tunis, pişt re jî li Misir, Libya, Yemen û Sudanê dest pê kirî, çirûskên wê di 15’ê Adara 2011 jî li Sûriyê pê ketin. Bi destpêkirina serhildanên li Sûriyê re gelê rojavayê Kurdistanê jî li bajarê Kobanê gavên yekê yên azadiyê 19’ê Tîrmeha 2012an avêtin û coşa şoreşê li seranserê qadên Bakur-Rojhilatê Suriyê belav bû.
Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tê pênasekirin, di her kêliyê de jin hê zêdetir li vê şoreşê xwedî deridikevin û ji bo wekhevî û azadiya jinê têdikoşin. Bi destpêkirina şoreşê re dewlet-neteweyan jî hêzên çeteyan ava kirin û berê wan dan herêmên gavên şoreşê yên yeke lê hatîn avêtin. Bi avabûna komên çeteyan re dewleta Tirk jî êrişên xwe yên ser herêmên Rojava pirtir kirin û hewl da deskeftiyên herêmê tevan desteser bike. Piştî ku gelê herêmê hêzên rejima BAAS’ê ji bajarên xwe derxistin û xweseriya xwe ragihandin, dewleta Tirk êdî bi awayekî rasterast bi navê xwe êrişî bajarên Kudan kir û gelê herêmê di komkujiyan re derbas kir. Bêguman di her şerî de kesa herî zêde berdêlan dide jin-dayîk e. Di her şerî de jin tên kuştin û dibin hedefa dagîrkeriyê. Lêbelê di şoreşa Rojava de erkê jinan cudtir bû û bi rengên dewlemendtir xwe dan pêş.
Di şoreşê de jinan ne di qada şer tene de pêşengî kirin, di qada civakî, çandî, siyasî, aborî û perwerdê de jî erkê xwe yê jin-dayîktiyê bi awayekî çalak pêk anîn û têkoşîna ji bo guhertina hişmendiya civaka zayendparêz di asta herî jor de meşandin. Jinan bi yek dengî û yek hêzê li kêleka artêşa xwe rêxstinên xwe yên civakî û siyasî jî damezrandin. Çawa hêzên hegomonîk û desthiladar li dijî deskeftiyên şoreşa gelan dest bi êrişê kirin, bi heman awayî li dijî rêxstin û pêşengên jinan jî şerekî bênavber dan destpêkirin. Civakên ku jin pêşengiya wan dikin teqez wê ew civak bigihîjin serkeftinê.
Piştî 7 salan ya serkeftina şoreşa Rojava, dewleta Tirk û çeteyên wê bi hevkariya Rusya û Emerîka 20’ê Çileya 2018an êrişî herêma Efrînê kirin û ji wê rojê heta niha êrişên dewleta Tirk li ser Bakur-Rojhilatê Suriyê bênavber didomin. Herî dawiyê jî balefirên wê yên bêmirov li gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê dan û di encamê de du pêşengên tevgera jinan û dayîkek şehîd bûn. Ev êrîşeke bi zanebûn bû û bi taybetî pêşengên jinan hedef bûn. Piştî vê êrişê jinan soz da ku têkoşîna xwe xurttir bikin û agirê şoreşa 19’ê Tîrmehê li seranserê Rojhilata Navî geştir bikin.






