Zaxo HUSEYN
Mirov eger bixwaze li ser şoreşa rojavayê Kurdistan ya ku di 19’ê Tîrmeha 2011’an de dest pê kiriye nirxandinekê bike, di despêkê de divê hin pirsan dayne holê. Çi cihêwazî di navbera vê şoreşê û şoreşên din ên dîroka Kurdistanê de hene? Ji civaka Kurd re ya ku bi salên dirêj bindest maye çi pêşkêş kir? Çima ev şoreş niha bûye mijara lêkolîn û pesindayîna bi dehan fîlosofên navdar û dostên Kurdan li seranserê welatên cîhanê çêbûne? Bersivên van pirsan bi qasî nirxandina giştî ya li ser kronolojiya şoreşên Kurdan girîng in. Ji ber ku şoreşa Rojava muhra xwe li rûpela dîroka kurdan da û heya roja me ya îro jî kêlî bi kêlî û bi zehmetî û bedelên pir giran jî guhartineke ji kokê de di dîroka kurdan de dide çêkirin. Ev şoreş ku nêzî 10 sal in didome, di nava xwe de gelek şoreşên bingehîn ava kirin û ya hêjayî gotinê ye jî şoreşa rizgariya jinê ye.
Bi despêkirina şoreşa Rojava re, şoreşa jinê jî di hundir wê de dest pê kir. Beriya ceribandina şoreşa Rojava, ceribandinên şoreşên azadiyê yên neteweyî hatine jiyîn, hene. Di van şoreşan de jin pir xurt tevlî bûne lê belê piştî şoreşê vegeriyane rola xwe ya kevneşop an jî şibiyane mêr ku karibin li qada xebatê bimînin. Ev jî cihêwaziya herî girîng di nava şoreşa Rojava û şoreşên cîhanê de ye. Ji ber ku şoreşa Rojava ji despêka xwe ve, hebûna jinê fîzîkî û bîrdozî girte nava xwe. Û neketiye şaştiya stratejîk ya ku pirî caran tevgerên Sosyalîst diketinê.
Nirxdar e ku mirov bibêje şoreşa Rojava beşek ji xebata Tevgera Azadiyê ye. Gerîlayên jin ên Tevgera Azadiyê di aliyê bîrdozî de bûn lîderên jinên şoreşa Rojava, dest bi dest rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê nas kirin, şîrove kirin û heya astekê pêk anîn.
pêwîstiya her şoreşekê bi hebûna jinê heye. Divê di tevahî qadên jiyanê de her du zayend rola xwe bilîzin da ku em bigihêjin hevsengiya jiyanê ya ku pergala sermeyadar xera kiriye.
Jina xwedawend, rêveber, pêşeng û afirîner, roja îro jî di her aliyê jiyanê de li pêş, jin ji azadiyê hez dikin û da ku bigihêjin çirûska azadiyê amede ne kedeke mezin bidin û têkoşîna xwe zêdetir bilind bikin. Di encama van 10 salan û keddayîna jinan de gelek deskeftî bi dest xistin. Di hemû qadên jiyanê de cih girtin, di asta hevserokatiyê de rol lîstin, artêşeke ku tê de bi sed hezaran jin cihê xwe digirin ava kirin, tecrubeyên xwe di eniyên şerê herî giran de zêde kirin û herî dawî navê xwe bi leheng, cesûr, pêşengên riya azadiyê û pakrewanên xwe li dîrokê neqişandin.
Jinên Kurd bi hezar salan di bin saya perwedeya pergala desthilatdar de mane, êdî jin ji cewherê xwe bi dûr ketiye û nasnameya koletiyê ji xwe re rewa dîtine, guhartina zihniyetan jî ne karekî hêsan e û tekoşîneke mezin pêwîst dike. Heyanî em vê tekoşînê bilind bikin, helbet wê hin kêmanî û şaştî jî derkevin holê, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi perwerdeyê heye. Rêzdar Abdulah Ocalan dibêje: “ perwerde ji nan jî ji avê jî girîngtir e “. Projeya herî li pêş a şoreşa Rojava jî ji despêkê ve û heya roja îro vekirina akademî, navend û saziyên perwerdê bûn da ku tevahî gelê Rojava armanca şoerşê ya guhartin û veguhartinê pêk bîne.
“ Guhartina mejiyekî ji parçekirina atomekî dijwartir e “ emê jî her bi armanca guhartin û veguhartinê xebat bikin.






