Idrîs HENAN
Ancax dîroka têkoşîna gelan bi destê kesayetên ku taybetmendiyên kêliyê di xwe de dihewînin bête nivîsandin û sererastkirin. Berovajî wê, çîrokên celad, desthilatdar û faşîstan e. Xêz, hevok an gotina bê vîna gelan were hûnandin tu naveroka xwe ya domdariyê nîne. Tenê bi qasî ferzkirina îradeyeke biyanî ya der her pîvaneke exlaqî û mirovî ye. Mebesta wê ya sereke; kûrkirina koletiyê û tivîkirina şiklên nû yên serdestiya hovane ye.
Bi qatên serdestiyê yên bi çewsîneriya zanist û zanyariya hatiye dizîn barkirî re, cureyên têkoşîna gelan jî mecbûrî xwenûjenkirinê dibin. Têgîn û tegehên ku xeta azadiyê li beramberî xeta koletiyê berz dikin, bi awayekî atomîk xwe diafirînin û îradeya giştî ya civakî bi dilxwazî li dora xwe dicivînin. Kutleya ku bi vîna aza ya gelên têkoşer li hemberî hewldanên kûrkirina bindestiyê têye avakirin, bi feraseta nûjenkirin û xuliqandinê cilên şoreşgertiya ku her tişa der nirxan be biherifîne, şêwaz û rêbazên xwe yên berxwedanê bi pêş dixe. Li ser wê bingehê jiyaneke nû laiqî mirov û civakê be dide çêkirinê û îradeya avaker ya insanan bi şiklê sazî û dezgehên demokratîk bi çerm û gewde dike.
Aliyê herî zêde di oxira wê de temen dide, bê guman, civak e. Aliyê ku serkeftina xwe jî misoger e, tekez civak e. Ji lew re; çiqas ew vîna herikbar û afrîner a civakê rastî êrişan were bila were, çiqas êriş mezin dibe bila bibe, li beramberî hemû cureyên êirşan û hewldanên têkbirinê, asta guherîn û veguherîna zihnî ya aliyê berxwedêr mezintir dibe û encamên ku pêşeroja jiyaneke rast a laiqî mirovan be, mayînde dike. Li gorî wê jî hişmendiya civaka ku bedel çi dibe bila bibe koletî û bindestiyê hezim nake têye avakirin. Dem çiqas dajo jî xem nake, ji ber ku ev zihniyet weke mîratekê di nava nifşan de mezin û berfiretir dibe.
Yek ji van bizavên şoreşgerî ku pêşeroja qedera danûstandinên mirovî tayîn dike, Şoreşa gelan a 19 Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Bi palpişta dîrokî û mîrateke şoreşgeî ya ku xwe dispêre tezên edalet, azadî û wekheviyê îro li ser lingan û veguheriye hêviya tevahî gelên heyranên azadiyê. Asta êrişên li ser vê senteza gelan ku li dûrî zîgorat û peykerên destpotan bi vîna ku xwe spartiya rastiyên dîrokî yên civakbûyînê hatiye avakirin, hovtir û berfiretir bûne. Ji lew re pêwîste wisa weke bizaveke normal û jixweber a gelan lê neyê nihêrandin. Berovajî; lebateke gelan a ku bi hezaran sal in di hundirê volkanekî de dikele û foriyaye. Lê forandineke bi rêk û pêk e ku di oxira normên xwe yên azadîbûnê de her kesî bi xwe re xilas dike.
Kombûn û hêviyên gelên cuda cuda bi encamên Şoreşa 19 Tîrmehê û mezinbûna wê ya rojane wê yekê isbat dikin. Di heman demê de; berfirehiya cografîk a êrişan ku sînorên bejahî û deryayî derbas kirine, carek din bê terdûd isbat dikin ku Şoreşa 19 Tîrmehê û têkoşîna têye pêşkêşkirin textên koledar, desthilatdar û faşîstên Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê leqandiye. Ji bona wê jî îro em dibînin li her çar beşên Kurdistanê û tevahî herêma Rojhilata Navîn êrişên hovane yên van sîstemên rizyayî bi awayekî koordînekirî hene. Ji xeta rojhilatê deryaya spî bigire û heya bakurê Afrîqya, Sûriyê û Îraq were, veguherîne navendên hewldana tunekirina xeta azadîxwaz a Şoreşa 19 Tîrmehê.
Pêvajoya çend salên lidarketina Şoreşa gelan a 19 Tîrmehê ku bi alafa felsefeya netewa demokratîk vêketiye, di nav xwe de îradeya dîrokî ya hezarê salan hewandiye û weke xetîreyan li çar beşên Kurdistanê û tevahî paytextên cîhanî vêketiye. Êdî rêbazên klasîk û nûjen ên faşîzmê têrê nakin ku vê îradeya birêxistinkirî tune bikin. Berovajî; wê bi serketina Şoreşa gelan a 19 Tîrmehê re dîrok li kokên xwe vegere û dê pêşeroja azad misogertir bibe ku her tiştek li ser rehên xwe şîn bibe.






