Medenî FERHO
Dîroka trajîk û serketinên trajîk!…
Ev navê dîroka Komara Tirkiyê ye, bi guhertinek “rewizyon” komar hate avakirin, lê îro di bin pêşengiya copy Receb Reîs de, vegeriya eslê xwe, bi fikir û zikrê sedsala navîn, bûne “Osmanî Avam-i kabalîst” û dewlet û çete di nava hev de kar dikin.
Ev pêvejo, bi romannivîsa Tirk Halîde Edîp Adiwar, “gomlekê ji agir” dest pê dike; bi Erdogan, dewam dike. Lê xuya dike ku ev gomlekê ji agir, li Heftanînê veguheriye “mirina bi agir”.
Gerilla jî dibêje; Artêşa Tirk li Heftaninê ketiya teqanê (çiravê) û nikare derkeve. Hem gelê herêmê, hem jî Gerilla yek gotinê dibêjin; sendroma Heftanînê dest pê kiriye. Yanî psîkoza têkçûnê!…
Dibe ku Halîde Edîp Adiwar, di çarçoveyek mîstîk de ev gotin bi kar anîbe, lê Erdogan, “abada” desthilatdarî û “reîsti”ya xwe, di azmuneya agir û hestên “kabalîst- hovîtî” de bi kar tîne.
Em li ser etîmolojiya van gotinan ranawestin, lê emê li ser armanca dagirkeriya dewleta Tirk û ji nû de “futuhata Kurdistanê” rawestin.
Hevkariyên menfûr hene û “maslahatci”yên Îttîhadi jî li ser kar in.
Lê em bêjin: Gelê Kurd, di şerê çil salî de “hil” daye; hem bûye xwedî îdeolojiyek, hem di sîstematîze kirina kulturî de bûye xwedî felsefeyek. Ciwanên Kurd, jina Kurd şiyar in, weke hêvî û hêrsa her du aliyên madalyona serdemê, di nava tevgerê de ne û ev hebûne, ti carî tune nabe!…
Gotina ku dayika ji Heftanînê got, me di hefteya derbasbûyî de bikar anî “evder Heftanîn e” , di lehengiya Gerillayên Kurd de, ku bi navê “Nemirên Kurdistanê” bûne dîrok, vê rastiyê di pratîka rojane de dinivîsin. Ev jî dîrok e!…
Kafka dibêje, wek “quzikê di rekihê de”, leşkerên Artêşa Tirk, li Heftanînê asê bûne, ketine nava teqanê, di hestên perîşanî û rezîlî de berxwe didin û nikarin derkevin. Weytî jarê ye !…
Kompleksa dewşîrmeyan jî balkêş e, hem şareza na, hem ehmeq in, hem bi cesaret in, hem tirsonek in!… Bi gotina Freud, mirovên “du rayî” ne, hem hene, hem nînin… Ji hişmendiya xwezayiya mirovaniyê dûr in. Kurd jî dibêjin, “dema xurt dibin dibine beraz, dema qels dibin, zirav dibin, dibine tayê ku di qula derziyê re derbas dibe”. Freud rast gotiye!…
Em, dijminê xwe biçûk nebînin û vegerin ser rastiya xwe: Dijminê Kurdan, her kiryara xwe ya faşîzan, bi gotina “şoreşê-inkilab-dewrim” bi nav dike, lê tu caran, ji îdeoljiya nijdevanî û çetetiya Ittihadiyan rizgar nebûye.
Li Tirkiye Reîs Erdogan û “awami maslahatci”yên bermayiyên Îttîhadiyan, îro jî bi îdeolojiya “Turk-î îslam” û dibin wê de, “Pan-Turkîst” de haraket dikin. Hişmendiya “zabitanî teşkîlatî mahsuse” zindî kirine. Ev zewat, du cure ziman bikar tînin; beşê ku xwe weke mirovê modern nîşan dide, zimanê anarşîk bikartînin, beşê ku xwe wek zabitên bê unîforme yên “Teşkîlatî Mahsuse” dibînin, zimanê naziyan bi kar tînin.
Ji bo fêhmkirina vê rastiyê, divê em dîroka siyasî ya Tirkiyê jî zanibin; Ji ber ku sir û razê siyaseta “ezel ebed” ya Îttîhadiyan “şîddet”e. Ittîhadiyan, hem lîderên Kurdan pêşî û paşî tunekirin, hem Mustafa Suphî û hevalên wî tune kirin… Îttîhadifyên ku Denîz Gezmîş û hevalên wê dardekirin, îro Ocalan dibin tecrîdê de digirin. Li aliyê din “futuhat”a Başûrê Kurdistanê kirine piratîkê.
Hîpotez ev e; Misakî Millî, bi armanca berdewamkirina terora dewleta Ittihadî avêtin holê. Ev teoriya bê bingeh e, lê îro bûye amurê şerê ocpy Reîs Erdogan û bingeha terora Dewleta Tirk. Ev jî çavkaniya faşîzma serdemê û çetetiyê ye.
Heftanîn, êdî stranek e û ew stran jî navê Amara, Engîn, Halmet û Rênasan e…
Hîpoteza duyemîn: Destanên civaka Kurd di stranan de, bi beden bûne, di vê bedenbûnê de, dîmenê rojane û pratîka rojane heye… Nirxandin û şîroveya di vê bedenbûnê de, hem Kurdistan, hem herêm û hem jî cîhan heye… Ev beden, dîrok û teorî û zanista pratîkî ye… Dîrok, teorî û zanista pratîk, bêyî felsefe û îdeolojî çênabin.. Ev feraset jî, fetîşîzma medya copy Îttîhadî Reîs Erdogan pûç dike… Û, lîstikên misilmênî copy Reîs Erdogan têk dibin. Ev sahîh e!…
Yanî çi û çawa: Edî nasnameya Kurdan heye, li qada navneteweyî jî hatiye erê kirin. Kurd êdî, dîroka ku nayê dîtin, yan jî tê veşartin eşkere kirine.
Hîpoteza sêyemîn: Sedema tecrîdkirina Ocalan jî, ev rastnîvîsa dîrokê ye û ideolojiya gelê demokratîk, ku hemû çînan himbêz dikê ye.
Gerîlayên di cenga Heftanînê de, li hemberî “dînazorê” serdemê şer dikin, ji hêzê Spartayî qet be qet cengawertir in, ji Vikingan, ji hêzên Anibal, ji hêzên Roma, qet be qet ji azatir in. Hemû cengawerên ku ji aliyê dîrokzanan ve derketine pêş, hêzên dagirker in, lê cengawerên Kurd, li Heftanînê, li Şingalê û çar û parçeyên Kurdistanê, (ne li welatekî din) gelê xwe, cografya xwe diparêzin, edalet, demokrasî û aştiyê dixwazin.
Zelal û vekiriye; Dîroka rast ev e!…






