Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ew Ewropa

13/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk SAKİK

Di sala 1994’an de, roja ku darbeya li dijî parlementerên DEP’ê pêk hat, min û Hecî yê xwarziyê Orhan Dogan, sohbet dikir. Min got, îhtîmal e îro parlementeran bigirin. Wî jî got “na nikarin, Ewropa heye.” Orhan Dogan, êvarê jê re gotibû; “Hiqûq heye, wê Ewropa midaxele bike.”
Di saetên pêş de, dema bi stûyê Orhan Dogan girtin û kirin bin çavan, Hecî got; “Ka Ewropa hebû?”
Lê belê Hecî nizanibû ku ev dewletên Ewropa li hemberî Kurdan guneh û sûcên mezin kirine.
Hecî nizanibû, ev Ewropa, di şerê cîhanê yê yekem de, Kurdistan kirine 4 parçe û di şerê duyem ê cîhanê de jî Komara Kurdistan roxandine.
Vê Ewropayê di salên 90’î de, li welatê xwe tevgera azadiyê PKK wek terorist îlan kiribû. Li Ewropa êrîşî Kurdên ji ber zilma dewleta Tirk koçber bûne û xwe spartinê welatê wan dikirin. Gundê wan bi çekên Ewropiyan hatibûn şewitandin.
Van dewletên Ewropa, bi Tirkiyê re bazirganiya çekan dikir û nedixwestin doza Kurdistanê çareser bibe. Nedixwestin aştî were Tirkiyê. Berdewamiya şer û qetlîaman dihat wateya zêdetir firotina çekan.
Roja ku çek pakêt dikirin, rûmeta xwe jî dixistin kêleka wan çekan û dişandin. Îstatîstîkên firotina çekan ne girîng bû. Demanceyek bê jî, pê însan û mirovahî dihat kuştin. Ji bo wan îstatîstîkên banqeyan girîng bûn.
Bi çekên dewletên Ewropa, Kurd dihatin qetilkirin.
Bi çekên wan, cesedê Hacî Lokman Bîrlik bi erdê re dihat kaşkirin. Bi çekên wan bajarên Kurdan dihatin roxandin. Bi çekên wan komkujî pêk dihatin.
Van dewletên Ewropa di komploya navneteweyî de jî cîh girt. Ew jî bûn sedem ku rêber Apo radestî Tirkiyê bikin.
Dîsa saziyek wan bi navê CPT hebû. Ev sazî diviya li kîjan girtîgeheke cîhanê binpêkirina mafan hebe, midaxle bike. Li Îmraliyê tecrîd hebû. Mafên Rêber Apo dihatin binpêkirin, lê ji ber berjewendiyên bi Tirkiyê re, nediçûn Îmrali. Piştî ku Kurdan li dijî tecrîdê têdikoşiyan heyetek diçû, lê raporên ku li girtîgeha Îmrali amade dikirin bi raya giştî re parvenedikirin. Rapor û wijdana wan di arşîvan de diriziyan.
Di van salên dawî de dema şerê Sûrî destpêkir Tirkiyê jî dest bi şantajan kir. Her tim koçberên şerê Sûrî ji xwe re kir sermaye. Dewletên Ewrûpî jî, ji bo koçber derbasî axa wan nebin, pere û destûr dane dewleta Tirkiyê ku rojava dagir bike.
Ev Ewropa bu sedem ku Efrîn, Serêkaniyê, Grê Sipî, Ezaz û Idlib were dagirkirin. Ew bûn sedem ku demografiya heremê were guhertin. Ew bûn sedem ku gelên li van hereman ji cîh û warên xwe bibin koçber.
Ev dewletên Ewropa dema li Kurdistan ev yek diqewimîn, bêdeng bûn. Lê dema berjewendiyên wan li Lîbya ket bin xeteriyê, bi nave “aramiya li derya spî û ewlekarî” li parlementoya Ewrûpa civîn lidar dixistin û di vê civînê de jî dihat bîra wan ku li Tirkiyê faşîzm heye.
Êdî Kurdan jî ev dewletên Ewropayê baş nas dikirin. Hêviyên xwe jî ji wan birîbûn. Lê dîsa jî dema ku li Kurdistan êrişên dagirkeriyê dest pê dikirin, Kurdên li welatên Ewrûpa dadiketin qadan û berpirsyariya wan dianîn bîra wan. Di van meş û mitîngan de gelek dostên Kurdan jî cîh digirtin û wan jî bang li rêveberiyên xwe dikirin ku nebin şirîkê sûcê dewleta Tirk.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.