Zekî BEDRAN
Li Sûriyê çareseriya bi riya demokratîk û siyasî di rojevê de nîne. Hêzên weke Emerîka, Rûsya, Tirkiye û Îranê giraniyeke wan ya diyar heye. Tirkiye bi awayekî eşkere hêzeke ku xwe dispêre dagîrkeriyê li wir bi cî kiriye. Rûsya û Îran jî dibêjin, em li ser bangewaziya Sûriyê li wir in. Emerîka û hêzên koalisyonê jî ji bo şerê li hemberî DAIŞê li Sûriyê dimînin. Rejim jî bi piştgiriya Rûsya û Îranê karî li ser piyan bimîne. Lê di hişmendiya wê de ti guhertin nînin. Hê dixebite ku desthilatdariya yek partiyê ya xwe dispêre rejima Beesê û dewletneteweyeke navendî serdest bike.
Tirkiye, ji ber ku di hişmendiyê de dişibihe DAIŞ û El Nusra bi wan re itîfaq kir. Ji bo perçiqandina Kurdan ev hêz bi kar anîn. Piştî şkestina DAIŞê ew bixwe ket êrişê û beşeke girîng ya Sûriyê vegirt. Niha jî hêzeke mezin li Idlibê bi cî kiriye. Çiqas çeteyên biçek hene; yên dinyayê ji dergehê xwe avêtîn û rûyê wan yê reş diyar bûyî Tirkiyê tev li dora xwe kom kirine û di dagîrkirina Sûriyê de bi kar tîne. Weke din di dîzaynkirina Sûriyê de wê faydeyê ji wan bibîne. Niha Emerîka dibêje, em li Idlibê piştgiriya Tirkiyê dikin. Weke din dixebite ku bi ambargoya aborî rejimê lewaz bike. Emerîka, Rûsya û Israîl din ava xwe de li hev kirine. Dibêjin, divê Îran ji Sûriyê derkeve û bêbandor bibe.
Rûsya her tim dibêje, Emerîka dixwaze dewletekê bi Kurdan bide avakirin. Bi van gotinên xwe şerê psikolojik da meşandin. Digel ku Kurdên Sûriyê ji rayagiştî re diyar kirin ku bi yekîtiya Sûriyê ve girêdayî ne, Rûsya ev gotin her tim di rojevê de hiştin. Kurd li hemberî Tirkan, Tirk li hemberî Kurdan bi kar anîn û bi wî awayî sûd jê girt. Rûsya û Îran dixebitin ku li Sûriyê bibandor bin. Ji gel leşkeran kom dikin û ji bo xwe zemîn amade dikin. Rêveberiya Şamê jî her tim gel diazirîne, hêzên istixbaratê bi kar tîne û li hemberî pergaleke alternatif ya demokratîk disekine.
Dewleta Tirk bi bikaranîna çeteyên li dora xwe istixbarata xwe xurt dike. Bi taybetî li bakur-rojhilatê Sûriyê lezê dike ku rêveberiya xweser tasfiye bike, tevlîheviyê derîne û li ber çavê gel bide reşkirin. Li aliyekî din jî sabotaaj, êriş û kuştina mirovan didomîne. Li deverên weke Efrîn û Serê Kaniyê qirkirina etnîkî dike. Jin tên revandin, talan, destdirêjî û sûcên dijmirovî tên kirin. Lê van sûcên xwe vedişêre, inkar dike û ji bo tevlîhevkirina hişê gelan berêvajîkirina rastiyan dibêje, ez şerê terorê dikim. Jixwe taybetiya şerê psikolojik wisa ye. Armanc ew e ku bandorê li zanebûn û hişê mirovan bike û pêşiya fikirîna wan ya rast bigire. Ev dewletên dagîrker di şerê psikolojik de pir bitecrûbe ne.
Rejima Sûriyê ji ber ku xwe dispêre sîstema yek partiye, pêwîstiyê bi zanebûna gel û di qada civakî de çalakbûna wî nabîne. Terse wê gel li derveyî siyaset û rêveberiyê hiştiye. Siyaseta “Ez li şûna te dihizirim û te bi rê ve dibim, tu jî biçe bi pirsgirêka xwe ya aborî ve mijûl bibe” serdest kiriye. Ji ber wê civakeke naxwîne, xwe birêxistin nake û belawela derketiye meydanê. Niha welatekî roxiyayî, bi milyonan koçber û xizaniyeke pir mezin heye. Ji bo meaşekê bi hezaran ciwanan ji bo xwe dişinin şer û mirinê.
Hêzên serdest, yên dagîrker xwediyên hêza ragihandineke xurt in. Di şerê psikolojik de jî bitexrûbe ne. Di vajîkirina rastiyan de bûne pispor. Istixbaratên wan piralî dixebitin. Li hemberî van tevan çeka herî xurt parastina rastiyan û tevgera bi zanebûn e. Tirkiye bi taybetî xebitî ku navbera Kurd û Ereban xerab bike û tovê bêbaweriyê di navbera wan de biçîne. Rêveberiya Şamê jî bi bikaranîna miliyetgiriya Erebî dixebite hevkariya Kurd û Erebn xerab bike. Rûsya jî dixwaze têkiliya navbera Kurdan û koalisyonê xerab bike. Emerîka jî lihevkirina navbera Kurdan û Şamê naxwaze.
Dewletên li Sûriyê dimînin û xwedîrol in, ji bo niyeta wan û siyaseta wan mirov dikare gelek tiştan bêje. Ne pêkan e ku mirov di gotarekê de bêje. Lê ji van tiştên hatîn gotin jî wê bê fêmkirin ku hêzên desthilatdar demokrasi, yekîtiya gelan û aştiyê ji xwe re nakin derd. Ji wan re ya girîng berjewendiyên wan in. Ka çiqas mirov mirine, çiqas bûne koçber, ji bo wan ne girîng e. Li hemberî van rastiyan divê welatparêzên Sûriyê, hêzên parastina demokrasiyê dikin li hemberî lîstikên şerê psikolojik şiyar û zana bin. Bi taybetî divê gelên Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin û li rêveberiyên li bakur-rojhilatê Sûriyê xwedî derkevin. Paşroja Sûriyê, yekîtiya wê û aştî di demokrasiyê de ye.






