Sîpan Şînda
Ev çend hefte bûn me li ser procesa pişaftinê dinivîsî û qala rewşa ku Kurd ketine tê de dikir. Lê ya rast, ev mijareke gelek kûr e û hêja ye ku mirov tezên doktorayê li ser binivîse. Bi rastî jî mirov nikare mijarên evqas girîng di quncikên rojnameyan de bi kûrayî vekole. Lewre cih hindik e; dema mirov çend heftiyan li pey hev li ser mijarekê binivîse jî, dibe ku bêhna xwendevanan jê teng bibe. Lê mijar ji bo Kurdan weke mesela man û nemanê ye. Ji ber wê divê Kurd serê xwe gelek li ser vê meselê biêşînin.
Piştî ku pergala mêtînger evqas sal bi awayekî hovane û sîstematîk polîtîkayên xwe yên bişaftinê domandin, êdî evan polîtîkayan encamên mezin jî bi xwe re anîn. Me gotibû ku gelek Kurd bi awayekî ruhî ji Kurdî dûr ketibûn û tenê bi awayekî polîtîk Kurd mabûn. Piştî şoreşa Tevgera Azadiyê li bakûr dest pê kir û geş bû, êdî bandora xwe jî pirtir li van kes û derdoran dida xuyakirin. Ji ber wê, piştî salên 1990’î bi taybetî li Stenbolê hem Navenda Çanda Mezopotamya (1991) vebû û hem jî Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê vebû (1992) û ev derên henê ji bo Kurdên ku li Stedbolê dijiyan bûn navendên lêkolîn û pêşvebirina zimanê Kurdî. Ew Kurdên ku ji berê ve li Stenbolê dirûniştin, berê xwe dan van saziyan û zarokên wan ji li wan saziyan ji nû ve fêrî Kurdî bûn. Lê wan zarokan jixwe perwerdeya xwe bi tirkî dîtibûn û tirkî bûbû zimanê wan yê “dayîkê”. Piştî bayê azadiyê li ser dilê wan da, ji nû ve qesta Kurdî kirin, xwe elimandin Kurdî û gelekan ji wan ji dest bi nivîskariyê, rojnamegeriyê, helbestvaniyê kir. Wan kesan bi xwe re formeke “nû” ji anîn û êxistin di nava Kurdî de. Yanê Kurdiyeke “nû” avakirin ku eleqa wê Kurdiyê bi forma Kurdî ya resen ve tunebû. Ew kesên ku nû hînî Kurdî bûyîn, ketin di nava jiyana nivîsa Kurdî de; lê bi tirkî difikirîn, hevokên xwe pêşiyê di serê xwe de bi tirkî avadikirin, paşê werdigerandin Kurdî û nû dinivîsîn. Lê ev “wergera” wan gelekî lehwaz û qels bû. Çawe dema yekî ku hema wenise bizaniya bi Kurdî bixwîne ew nivîs dixwendin, dizanîn ku eleqa wê formê bi Kurdî ve nîne. Jiber ku ev nivîsên henê ji mentiq û forma Kurdî dûr bûn, çi tam nedida xwendevanan û ew ji van nivîs û nivîskaran direvîn. Lê belê ewan ji xwe weke nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurdî didan xwiyakirin. Ji Kurdiya xwe re ji digotin “Kurdiya akademîk”. Bêgoman ez ked û hewldana wan kesan kiçik nakim, lê belê li gorî min wan ji feydî pitir xwisar dane zimanê Kurdî. Jiber ku dema mirov helbestên wan yan ji nivîsên wan dixwîne, li mirovî gelek ecêb tên. Hevokên wan çi wate û tamê nadin xwendevanan. Her çend wan bi “Kurdî” dinivîsî ji, lê ji ber ku ew forma hevokên wan ne li gora Kurdî bû, ew ziman li xwendevanan biyanî dihat. Çawe ew hatibûn bişaftin, wan jî bi vî awayî forma zimanê Kurdî dibişaft. Belê ew “rewşenbîrên bişaftî” bûn û mixabin îro jî gelek kesên bi vî awyî “nivîskariya” Kurdî dikin hene. Heyf e!






