Mihemed Şahîn
Di berxwedana 40 salên dawî de yên di şerê li dijî dagîrkeran de bi ser ketîn nirx, pîvan û exlaq in.
Nirx û pîvanên şêr ên ku feylozof û fermandarê efsanewî Sûn Tzû 500 salan beriya Bûyîna Îsa diyar kirine îro jî derbasdar in.
Feylozof Sûn Tzû yê Çînî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Hunera Şer’de dibêje pêvajoya şer pêvajoyeke gelek dijwar e, pêvajoya man û nemanê ye. Heke hûn bi ser bikevin hûnê di nava ewlehiyê de hebûna xwe biparêzin heke hûn têk herin dibe ku hebûna we ji holê rabe û hûn tine bibin.
Ji ber wê divê şer vebjêrka herî dawî be. Serkeftina herî mezin ya ku bê şerkirinê tê bidestxistin e. Lê heke şer bû vebjêrka yekê di wê pêvajoyê de 5 xalên jêneger hene ku hewce ye hûn her tim li ber çavan bigirin. Yên ku encamê diyar dikin ew 5 xal in.
1- Zagona Exlaqî
2- Şert û mercên avhewayê
3- Erdnîgarî
4- Fermandarî
5- Rêbaz û dsiplîn
Sûn Tzû dibêje kîjan fermandar bi van 5 xalan ve girêdayî şer bike dê ew bi ser bikeve. Û dibêje heke hûn bersîva van 7 pirsên min bidin ezê karibim ji we re bibêjim dê kîjan mil, an kîjan fermandar biser bikeve û dê kîjan mil, an kîjan fermandar têk biçe.
1- Ji her du milan kîjan mil diha zêde bi zagona exlaqî ve girêdayî şer dike?
2- Ji her du milan kîjan mil di afirandina rê û rêbazên şer de zêde afirîner e?
3- Kîjan mil şert û mercên avhewa û erdnîgariyê bi serketî bikar tîne?
4- Kîjan mil ji dil di nava dsiplîneke herî baş de tevdigere?
5- Vîna kîjan milî daha xurt e?
6- Fermandar û şervanên kîjan milî diha zêde bi perwerde ne?
7- Di kîjan milî de îstikrara xelatkirinê û cezakirinê bi rêk û pêk heye?
40 sale şervanên Tevgera Azadiya Kurd li dijî dewleta tirk a dagirker li ber xwe didin. Artêşa dewleta tirk artêşa NATO’yê ya herî mezin a duyemîne. Li gel piştgirî û teknîka NATO’yê ya herî pêşketî nikare berxwedana şervanên kurd bişikîne. Efsûna serkeftina Şervanên Kurd di 5 nirx û pîvan û bersîva 7 pirsên fermandarê efsanevî Sûn Tzû de veşariye.
40 sale yê ku encamê operasyonên dewleta tirk ên li dijî Tevgera Azadiya Kurd diyar dikin ev nirx û pîvanên ku 2.500 sal berê hostayê şer ê mezin Sûn Tzû diyar kirine bi xwe ne. Yê ku 29 operasyonên dewleta tirk li Başûr bi têkçûyinên mezin re rû bir û hiştiye bersîva wan 7 pirsan bi xwe ne.
Dewleta tirk careke din bi piştgiriya NATO’yê, bi piştgirî û alîkariya hêzên heremî û dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi piştgiriya hevkarên xwe yên kurd ên xayin û bi teknîka xwe ya herî pêşketî ji 15’Hezîranê vir ve li Başûr operasyona 30’yemîn daye dest pê kirin. 25 roj bi ser re derbas bûne lê nikare gavekê pêş de here. Dewleta tirk weke her carî di herêma Heftanînê de asê mayê û her roj derbeyên giran dixwe. Şervanên Kurd bi awayeke gelek bixwe bawer û ser bilind, bi pratîka jinûve avabûnê li dijî operasyona dewleta tirk a bê pîvan û bêexlaq “Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê” daye dest pê kirin û bi awayeke can bexşane li ber xwe didin.
Bêguman ev berxwedana ne berxwedaneke ji rêzê ye, berxwedana wijdan û exlaqê ye. Berxwedana heq û edaletê ye. Li dijî zilm û zordariyê, li dijî qirkirin û tinekirinê berxwedana parastina 50 milyon kurdî ye, berxwedana avakirina welateke azad, jiyaneke azad û bi rûmet e, berxwedana rizgarkirina pêşerojeke aşt û wekhev e, berxwedana rizgarkirina dahatûya zarokên agir ô rojê ye, berxwedana pêkanîna xeml û xeyala sedan salî ye, berxwedana parastina aştî û aramiya Rojhilata Navîn e. Berxwedana parastina nirx û rûmetên mirovahiyê ye.
Dirûşma ya gerîlaya jin a ku bi qîr dibêje “Ev der Heftanîn e!” ne dirûşmeyeke ji rêzê ye. Gelek wateyên girîng dixwe de dihewîne. Vîn û ruhê xeta berxwedanê, nexşerêya serkeftinê nîşan dide. Wê dirûşmeyê ji niha ve encama wê berxwedana destane diyar kiriye.
Berxwedêrên kurd bi zagona exlaqî ve girêdayî li ser nirx û pîvanên mirovahiyê li dijî êrîşên bêexlaq li ber xwe didin. Li dijî êrîşên qirker, talanker û wêranker ji bo parastina gelê xwe, welatê xwe, rûmeta xwe li ser heqiyê bi vîn û evîna herî xurt li ber xwe didin û erdnîgariya Kurdistanê ya herî xweş û qedîm bi hostatiyeke mezin di şer de bikar tînin. Îskenderê Mezin jî di nav de hetanî niha tu hêzekî di erdnigariya Kurdistanê de şervanên kurd têk nebirine û nebûne hikumdarên çiyayên Kurdistanê. Dê artêşa dewleta tirk jî bi ser nekeve û nebe hikumdarê çiyayên Kurdistanê.
Hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst piştî şerê xwe yê topyekun ê 5 salan bi vê operasyona xwe ya “Pence-Kaplanê” xwest hemleya dawîn bike û bibêje ŞAH – MAT, lê gerîlayên kurd bi berxwedana xwe ya bêhempa ew xwestek di qirika wan de hişt û Pence-Kaplan ŞAH – MAT kir.
Şaşwazîbûna dewleta tirk nîşan dide ku ne li benda berxwedaneke wisa bêhempa bûye. Wisa xwiya dike ku dê wekê operasyonên berê serkeftina wan a herî mezin şevek di nivê şevê de paşve vekişîna wan a ji qadê be. Lê dibe ku vê carî ew jî bidestê wan nekeve.
Ya herî trajîk ewe ku, di van şert û mercên herî dijwar ên ku civak têde dijî de kurê Erdogan her roj hêjmara keştiyên xwe zêde dike, zavayê wî bi rêya bankayan xezîneya dewletê hemû desteser dike, kurên rayderên hikumeta AKP-MHP’ê yên asta bilind hemû li du rant û berjewendiyên xwe yên şexsî digerin û ji bo kêf û şahiya xwe ya çend deqeyan bêfikar milyon lîreyan xerc dikin. Lê ji bo şerê xwe yê kirêt û bê exlaq berê zarokên civakên Tirkiyeyê yên xizan û belengaz jî didin çiyayên Kurdistanê. Ciwanên ku di xewna xwe de jî ev çiya nedîtine dibin qurbaniyên desthilatdariya wan a faşîst.
Bi kurtahî zarokên wan li ser dewlemendiya gel rûdinin ew jî li ser xwîna zarokên gel rûdinin.






