Em ji bedêla “Bîg Brather”, “Bîg Reîs” bikar bînin. Bîg Reîs Erdogan e û li Tirkiyê klîmatê derewan afirandiye. Civakek kor, bi magazîna terorê; ol û konsepta nijadperestî nepixandî derxistiye holê. Bi dubarekirinek berdewamî de, rastî, derew têkilî, ragihandin tevlîhev kirine, wek, şantaj, davik û kemînan bi kar tîne. Medya Tirk jî, amûrê herî dijwar yê vê konseptê ye.Ewropa, xwe wek “aqîl”ê cîhanê dibîne, li hemberî “Bîg Reîs” kab berdaye erdê. Erê, lingê wî ji welatên xwe qut kirine, hêdî hêdî rêxistiniya wî ya ceberrud li welatên xwe berteref dikin; lê şantaja wî, wek doqukê himandî ye û Ewropa di tirsê. Di dagirkirina Efrînê de, Ewropa di nava mustehceniya berjewendiyan de, xwelî li serê xwe kir. Bîg Reîs digot, “em ê Efrînê û Idlibê, bikin cihê penaberên Suriye”. Lê, endesyariya Erdogan, di zêdekirina sucên mirovahiyê de derkete holê. Efrîn bi çete û malbatên çeteyan dagirt. Erdogan, ji bo çeteyên ku cîhanê ew terorîst qebûl kirine, herêmek ava kir. Ev herêm wê di paşerojan de bibe çavkaniya hîper terorê. Dewelata Tirk, Efrînî bi zorê ji cih û warên wan dane revandin, li gorî peymana bi Rusya, Moskowa û NATO re, çete û malbatên wan li Efrînê bi cih kirin.Niha jî Bîg Reîs, berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Dîse terorê dikê behane. Li Efrînê jî behane teror bû; balkêş e ku navê PKKê, YPG, PYG û DAIŞê bi hev re di dikirand. Cîhana ku, Erdogan wek hevkarê DAIŞê, El Nusra, wek damezrînerê komên çete nas dike, mixabin dengê xwe dernexist. Niha jî Erdogan, dixwaze dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi vê gotinê meşrû bike. Bîg Reîs, ji mêj ve Başûr dagirkiriye; tenê Qendîl mabû… Bi êrîşên li dijî Qendîlê jî, dixwaze dagirkirina Başûr meşrû bike. Mixabin, rayedarên Başûr jî, mirîşka birçî ne û xwe di embara genim de dibînin.Bîg Reîs, piştî dagirkirina Efrînê, hilbijartin kire rojevê. Lê, dît ku Efrîn bûye têkçûna wî, berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Û cîhan, “Bîg Birather”-Emerîka jî di nav de, li hemberî sucên dewleta Tirk, bi mustehceniya berjewendiyan haraket dikin… Heta îro, şandeyek rêxistinên covakî, ya mafên mirovan neçûye Efrînê, neçûye Şehbayê… Hêzên ku şandeyên lêpirsîn û çavdêriyê şandin Xeza û Habronê, ne şandin Efrînê. Îro jî, leşkerên Tirk û çete, Êzidiyan û welatparêzên Kurd direvînin, dikujin. Cîhan hewqasî apolîtîk û bê alternatîf nabe!..Tirk û Kurd di qonaxek krîtîk de ne. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartin hene; li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî şerekî dijwar heye… Di vî şerî de, enformasyonên statîstîkî jî hîper têkçûna Artêşa Tirk nîşan didin. Her roj bi desteyan eskerên Tirk têne kuştin. Bîg Reîs û zewatên li dora wî, barana derewan dibarînin.Hêzên navneteweyî, wek Efrînê, di dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî bêdeng in. Serokwezîra Ingilîstanê Teresa May, komkujiyên li Efrîn û li 8 bajarên Kurdistanê ji nedîtî ve hat, piştî hevdîtina bi Erdogan re, “terora Kurdan” şermezar kir. Ev gotin, fenomeniya siyasî û karakterîzekirina dagirkeriya Tirk û mustehceniya berjewendiyên Ewropa ye. Fenomeniya siyasî, ji enformasyonê zêdetir, qirêjî û kirêtiyê enforme dike.Hilbijartinên 24ê Hezîranê parçeyek ji şerê Kurdan li dijî faşîzma Tirkî ye. Şer jî dijwar e û komên faşîst, li gel polîsên kontra her roj derdikevine nêçîra Kurdan. Lewma di gelî, newal û mesîlên dîrokê de hawara gelan olan vedide. Şer, êdî bûye qumara borse û bazara çavkaniyên enerjiyê. Bi tîpên mezin dibêjim; hîber hêzên cîhanê li hemberî komek çeteyên ji çolê, neçar man… Kurdan, ew çete têk birin, îro Kurd dibine qurban. Divê Kurd xwe nekin qurban.
Medeni FERHO