Medenî FERHO
Rûpelên salnameya miladî 2yê Temûza 2020 nîşan didan, ajansa ANFê nûçeyek bi sernavê “Weşanxaneyên Kurdî, Zext Şermezar Kirin” weşand.
“Înîsîyatîfa Weşanên Kurdî”, digot; “Li gelek weşanger û nivîskaran sûcdariyên giran hene.” Di nûçeyê de, nivîskarên hatine girtin û cezakirin jî rêz kiribûn;
Nivîskar “Feratê Dengizî, Bahadîn Robar, Mîrza Ronî, Adil Başaran, dinavbera 10 û 7 salan hatine ceza kirin. Nivîskar Azad Zal, Nesrîn Şanli û Adil Ercan hatine girtin, nivîskar Îbrahîm Xelîl Taş, Mehmet Devîren, Suphî Îzol û Ayşe Kara jî hatine destgîrkirin.”
Nivîskar aqilê civakê ne, aktorên hişmendiya dîrokê ne.
Piştî ku Kurdan, bi têkoşîna xwe destîniya cografya Kurdistanê kirin destên xwe, di eniya kulturî de jî pêşketinên mezin çêbûn, eniya kultura Kurdî derkete holê.
Faşîzma dewşirme, dîroka li Kurdistan û Anatolya li ser kevirê teneşîrê dirêj kiribû. Lê Kurdan, dîroka gelan ji mirinê rizgar kir. Neştera pêşî ya operasyona li ser bedena dîroka li ser kevirê teneşîrê,wek “aqilê sedsalê” tê binav kirin.
Aqilê sedsalê, bûye ronahiya şoreşa li Kurdistanê û em ê bi hevokek biqasî dîroka mirovahiyê mezin dest bi nivîsa xwe bikin.
“Kurd hene, bi qasî dîroka mirovaniyê kevin in.”(1)
Ev gotina Ocalan e û dewam dike; “Mirovê di jêrzemînê de, mirovê di zindanê de, mirêvê dibin de, mirovê winda, mirovê di gorê de, lê mirovê rastî, wek mirovê di xisletên bingehîn yên mirovatiyê de dijî…”
Ev dubare dikim; aktorê dîrokê aqilê mirov e. Aqilê li Kurdistanê, şoreşek pêkaniye. Şiyarbûn, lehengî, zîrekîti û dilsozî heye û ji her alî ve faşîzma dewşirme dike bin lêpirsîne, li hemberî hemû dek û dolabên bê exlakî, faşîzmê dihejîne.
Dîse di 2ê Temmuza 2020an de, di heman ajansê de, bi sernavê “Evder Heftanîne” nûçeyek din jî hate weşandin. “Evder Heftanîn e”, slogana Gerilayên Kurd ya berxwedana dîrokî, ya li dijî dagirkeriya “artêşa dewşirme” ye.
Daxuyaniya “Inîsiyatîfa Weşanxaneyên Kurd” û slogana Gerilla, îredayek hevbaş nîşan dide, ev îrade, zivîrandina dolabên dîroka nû ne. Parçekirina zincîra faşîzma ku 107 sal in, wek “qotika gelan” kar dikê ye.
Faşîzma dewşîrme, bûkelemûnî ye, bi guhertinên biçûk yên “rewizyonî” û bi cambaziya li ser sê şelîtan, cîhanê dixapîne. Bi gotina Nazim Hikmet, siyaseta “xwîn naaxive” meşandin; di sedsala bîstan de gel qirkirin, di sedsala bîstûyekê de, dîse, bi sîstema çete û kontrayên dewşîrme, qirkirina gelê Kurd didomînin.
Kurd serketine!…
Dîse bi gotina Ocalan,“eger şoreşa li Kurdistanê, dixwaze kûr bibe, rengê mirovî bistîne, dive di rengê mirovî de pêş bikeve”.(2) Pêşketina şoreşa li Kurdistanê û rengê mirovî, di têkoşîna çil salî de, di nirxên hatine avakirin de, di nasnameya jinê de, di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de eşkere bûye.
Em dubare bikin; Şoreşa li Kurdistanê, bi aqilê sedsalê hem dîroka li ser kevirê teneşîrê, hem Kurdê di gora betonî de metfunkirî zindî kirin. Ev zindîkirin, di kultur û zimanê qedexekirî de, wek xasbaxçeyê nirxên gelan derkete holê, wek vijdanekî şiyar, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdevkiya rastî, edalet û xwedî darketinê derketiye holê. Hişmendiya Kurd, ji “îbadeta dewşîrmeyan” rizgar bûye, “îstîbdada sîstema kotî” mahkum kiriye.
Ev şoreş e, di alyê fizîkî û mêjî de, di aliyê hest û ruhî de azad bûye. Faşîzma Îttîhadî ku wek dewleta mezin ya şovenîst û metînger haraket dike, di nava erdhejekê de ye.
Nûnerên kultura Kurdî, bi navê “Inîsiyatîfa Weşanxaneyên Kurdî”, li hemberî hemû astengî, zext û zora sîstema faşîst, eniyek ji ya berxwedanê ye. Dengê wan, di 2ê Temmuza 2020an de, bi dengê Gerillayên li Heftanînê, li dijî artêşa dewşirme bexrxwedanê dikin re bilind bû. “Tekamuliyet” heye.
Dema dengê nunerên kulturê bilind bibe, “mecra” dîrokê diguhere. Ev “sahih” e, û di aliyê bedenî, hişmendî, hewngîrî û hestî de temambûnek e.
Nirxên bingeha avakirina civakî jî, bi sîstematizekirina kulture dikare were parastin. Dema ku eniya kulturî bi deng û awaz dibe, ev rastî miosger dibe!…
Li derî îdeala sîstema cîhana îro, dibêjim; gotinên Înîsîyatîfa Weşanên Kurd û slogan Gerillayên azadiyê, ji hev ne cûda ne; her du alî, “reelê dikine ideal û idealê dikine reel”, (rastiyê dikine armanc, armancê dikine rastî), ev avakirina sosyolojiya nû ya gelê Kurd e!…
Jiyana Kurdan kiribûne çol, kiribûne qelaçekî zuwa û hişk. Têkoşîna çil salî, ev çol û qelaç, bûne xasbaxçeyê Kurdî. Xasbaxçeyê Kurdi jî, bêyî kultur û zimanê kurdî çênabe.
………………..
1-Çîroka Hebûnê, ( Heypeyvina Ocalan bi Yalçin Kuçuk re)
2- Heman pirtûk…






