Faruk SAKİK
DewletaTirk a dagîrker dijmina Kurdan e.
Ev dijminatiya xwe jî li gel noterê dîrokê daye tesdîqkirin. Û patenta ‘dijminahiya Kurdan’ girtiye. Hemû jiyana welatê xwe li ser vê dijminatiyê saz kiriye.
Dewletek ku her roj, li du qirkirina te be, her roj gefan li te bixwe, çanda te, dîroka te, zimanê te, hebûna te, qebûl neke û di heman demê de êrişî hemû nîrxên te bike, ew dijminê te ye. Dewleta Tirk van yekan dike û dijmina Kurdan e.
Çar dagîrker, çar dijmin hene. Dijminahiya Iraq, Îran û Sûriyê jî bi qasî xwe heye, lê dijmina herî har û hov dewleta Tirk e. 3 dewletên din jî dijminatiya Kurdan kirine. Di nav sînorên xwe yên siyasî de wan jî bi qasî Tirkiyê dijminahî kirine. Lê ev dijminahî bi sînorê wan re sînorkirî maye. Tirkiyê li çar aliyê cîhanê li ku derê destkeftiyek kurdan hebe êriş dike.
Dewleta Tirk dagîrker di heman demê de şeftiya orkestraya dijminatiya Kurdan jî dike. Dema ku dibîne dijminahiya wan 3 dewletan a qirkirina Kurdan qîm û têrê nake, midaxele dike. Zorê dide dewletên din jî ku zêdetir dijminahiya Kurdan bikin.
4 dijminên Kurdan ji bo qirkirina Kurdan li navendekê kom dibûn û biryar didan.
Piştî şerê cîhanê yê yekem dema ihtîmala avakirina Kurdistanê hebû, dijminên Kurdistanê, ji axa xwe feraxet dikirin bes ku Kurdistanek ava nebe. Mînaka herî baş jî ji bo Kurdistan ava nebe, Misûl û Kerkûk dane Ingilizan.
-1923 bi peymana Lozanê
-Di 8’ê Tîrmeha 1937’an peymana Qesra Sadabad.
– Sal 1975 peymana Cezayirê .
-Di sala 1983’yan peymana Iraq û Tirkiyê ya sînor.
-Di 20’ê Cotmeha 1998’an peymana Edenê.
-Sala 2017’an peymana li dijî referandûmê.
Bi van peymanan 4 dijminê Kurdistan li hev dikirin. Heger li deverekê serhildana Kurdan dest pê bikira wê dewletên din li kêleka wê dewletê cîh bigirtibûna.
Ji bo midaxaleyî Rojava bikin, li gelek navendan civîn dihatin lidarxistin û biryar dihatin girtin. Tirkiye ji van civînan cesaret digirt dotira rojê êrişên dagîrkeriyê didan destpêkirin. Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Cereblûs, Ezaz û Bab piştî van civînan hatin dagîrkirin.
Lê ew dijmin bûn li dijî Kurdan dihatin cem hev. Kurd jî diviya ku li dijî van dijminan werin gel hev. Diviya roja ku ew li Tehran, Enqere, Bexda û Şamê diciviyan, Kurd jî li dora KCK’ê biciviyana. Dema ku wan biryara êrişên dagîrkeriyê dida, diviya Kurdan jî bi helwesta hevbeş, biryara berxwedana giştî bida.
Dema ku wan 3 dijminan, Tirkiye dijmina herî mezin didîtin û li dora wê diciviyan, diviya Kurd jî, ji bo PKK hêza herî mezin a berxwedanê ya kurdan bû li dora wê bicivin.
Îroj roj, roja bila her reng û nêrînan cuda li Kurdistanê hebin nîne. Îro li Kurdistanê şer têkirin û hêza herî mezin jî PKK ye. Bi milyonan Kurd bi vê tevgerê bawerî anîne û di nava vê tevgerê de cî girtine. Çawa ku 4 dijmin, di dema êrişên ser Kurdistanê de nakokiyên xwe didin aliyekî û tên gel hev, divê Kurd jî nakokiyên xwe û rexneyên li dijî PKKê bihêlin heta roja Kurdistan azad bibe û li dora PKK’ê bicivin.






