Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan, mûaredeya Sêriye bi awayekî xerab bi kar tîne

06/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tirkiyê li Efrînê bi “Serkeftina Pirus” re rû bi rû ma
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Tirkiye, ji bo gelên Sûriyê û Rojhilata Navî her ku diçe dibe xetereke mezintir. Salê avabûna Tikiyê û felsefeya wê tê zanîn. Osmanî ku hildiweşiyan û dişandin serê sergoyê dîrokê, bi hilweşîna xwe re qirkirina gelen birêxistin kir û ev mîras radestî komarê kir. Bi qirkirina Ermenan ya sala 1915an Ermen hatin tinekirin. Di heman salan de Asûrî bûn hedefa qirkirinê. Gelên Ereb di nava şkestekên şerê Cîhanê yê yeke de bi awayekî xwe ji nijadperestî û qirkirinê rizgar kirin. Kurd ku di destê dewleta Tirk de mabûn, heta roja me ya îro di binê qirkirinê de di nava berxwedana hebûnê de ne. Çawa ku tê dîtin dewleta Tirk weke xencerekê di navpolên gelên Rojhilata Navî de çikiyaye.
Erdogan û hevkara wî MHP ji bo tinekirina Kurdan ji her alî ve êriş dike. Ne Kurdin di nava sînorên Tirkiyê tenê de, Kurdên di nava sînorên Sûriye û Iraqê de jî di hedefa wan de ne. Ji bo wê beşeke girîng ya Sûriyê kir egera dagîrkeriya xwe. Êrişa ser erdê Iraqê hîç nesekinî. Ji Başîka heta sînorê Tirkiyê bi dehan baregehên leşkeri ava kirine. Sûriye ket nava şerekî pir giran. Iraq sala 2003yan bû şahida belavbûnê. Dewletên herêmê lewaz bûn. Piştî kuştina Qedafî Libya bi ser hev ve nehat. Tirkiyê henekên xwe bi Yekîtiya Ereban kir ku li hemberî dagîrkirina Girê Spî û Serê Kaniyê bertek nîşan da. Yekîtiya Ereban dagîrkerî û êrişkariya Tirkan şermezar kir. Erdogan got, hûn Yekîtiya Ereban tevan kom bikin, nabin hinge Tirkiyê. Ango bi çavê hêzekê li welatên Ereban nenêrî û got, ya girîng hêz e.
Rejima dagîrker ya Tirk ti caran neketiye nava hewldanê ku di çarçoveya wekheviyê de têkiliyê bi gelên herêmê re dayne. Ji ber ku di NATO de ye, pişta xwe da wir û di jor re li gelên herêmê nêrî. Dema firset dît ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên Osmaniyan ket nava tevgerê. Dev ji hişmendiya xwe ya serdestiyê berneda. Ma li benda lewazbûna dewletên herêmê. Niha bawer dike ku ew firset ketiye destê wê. Û ji Sûriyê heta Libya li hemberî gelên Rojhilata Navî di nava êrişê de ye.
Kurd dewleta Tirk pir baş nas didkin. Taybetiya wê ya qirket û bixeter jî nas dikin. Gelên Ereb jî ne ku dewleta Tirk nas nakin. Li cihana Erebî jî ji faşîzma Tirk re ti heskirin nîne. Jixwe ti gel bi çavê heskirinê li hêzeke dagîrker nanêrin. Lê gelên bê rêxistin her tim li hemberî wan xeter heye.
Kurd hinekî birêxistin bûn, zana bûn. Ji bo wê çil sal in li hemberî faşîzma Tirk li ber xwe didin. Dewleta Tirk ji bo tinekirina wan Kurdên berxwedêr, di nava kêferatê de ye. Ji bo wê DAIŞ jî di navê de ji Emerîka heta Rûsya bi her kesî re hevkariyê dike. Ji bo dagîrkirina Efrînê bi Rûsan, ji bo Serê Kaniyê jî bi Emerîka re li hev kir. Di qada şer de jî ji bo ku leşkerên wê nemirin bi navê mûaredeya Sûriyê ciwanên Eereb dan pêş. Niha jî li hemberî meaşekî Ereban ji bo mirinê dişîne Libya. Derdê Tirkiyê ew e ku li Libya ku lewaz bûye bi cî bibe û herêmên petrole bi dest bixe. Dixebite ku lêçûna şer ji Qeter û Libya bistîne. Eger em bala xwe bidinê hevkariya bi gelên herêmê re, gera li aştiyê û dostayî nîne. Ji nakokî û aloziya li welatên erebî sûdê dibîne û dixwaze wê lewaziya wan bi kar bîne û berjewendiyên xwe birêxistin bike. Lêçûna şer ji petrole û ji hukumetên hevakrên xwe, ciwanên bişîne şer jî ji Ereban kom dike.
Tirkiyê hin hêzên ku ku ji xwe re dibêjin mûaredeya Sûriyê li dora xwe kom kirine. Komên çekdan di binê navê Artêşa Sûriyê ya Neteweyî de birêxistin dike. Ev hêzên ku ji wan re dibêjin mûarede, ji bo dagîrkirina Efrînê û erdên din yên Sûriyê ji aliye artêşa Tirk ve dane pêş. Bi hezaran ji wan mirin. Ciwanên Ereb ji bo çi bi gelên welatê xwe re, bi hêzên li Sûriyê re nabin yekkk, bi dagîrkerên Tirk re ji bo dagîrkirina welatê xwe tên. Kesên hatîn koçberkirin û yên li derve mayîn, divê bi hêzên demokratîk yên li Sûriyê re bibin yek û ji bo Sûriyeke nû têkoşînê bikin. Eger wisa bibe wê alternatîfek derkeve. Halê hazir hêzên li cem Tirkiyê û bûyên leşkerên wê yên bipere itibara wan ya siyasî nemaye. Nasnameya xwe ya siyasî winda kirine. Weke din rojeveke wan ya siyasî jî nîne. Tirkiye çi dixwaze ew dibe.
Rojnamevenî weke Oktay Ekşi yê bi tecrûbe ku ji bo Erdogan got, wê ev ji bo berjewendiyên xwe diya xwe jî bifiroşin, ji rojnameyeke weke Hûrriyetê hat avêtin. Lê weke Oktay Ekşi derket. Îro yên AKP bi hev re ava kirîn, yên weke Abdullah Gûl û Ahmet Davutoglu ne li cem Eredogan in. Erdogan dixebite wan biperçiqîne. Zemanekî bi Fethullahiyan re şirîk bûn. Niha dixebitin wan tine bikin. Ango dîktatorên weke Erdogan nexweşên desthilatdariyê ji bo berjewendiyên xwe wê her kesî bifiroşin. Ma wê Erebên girtîn cem xwe nefiroşe? Erdogan hin hêzên leşkeri dişîne Libya û dide şerkirin. Dixwaze li se pişta wan bibe xwedîgotin. Di heman demê de dixwaze ji wan hêzên leşkeri rizgar bibe û ji ser serê xwe biavêje. Ango dixebite bi berekî du kêlan bide erde. Heman tiştî li Sûriyê jî dike. Tişta ku Erdogan ji bo yekîtî û aştiya Sûriyê kirî nîne. Her tim şer û aloziyê kûr dike. Qadên dagîrkirî fireh dike. Di dawiyê de wê bi Emerîka û Rûsya re li hev bike û yên li derdora xwe bike fedayên berjewendiyên xwe. Tişta ku bê kirin ew e ku hêzên nênertiya gelên Sûriyê dikin li hemberî hêzên dagîrker bertekê nîşan bidin û bi yekîtiyeke demokratîk û welatperweriyeke mezin tev bigerin. Tişta ku Sûriyê rizgar bike û yekîtî û demokrasî ye. Dagîrker û nijadperestên weke Erdogan ji bilî mirin, dagîrkerî û tevlîheviyê nikarin tişteke din bidin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.