Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serdem Bi Muhra Têkoşîna Kurdan Tê Demxekirin

05/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Pêşketina bi lez û guherînên kêliyê, realîteyên nû yên bi maska didin çêkirinê. Heyanî sîstema heyî, li beramberî têkoşîna gelan xwe ji herifîneke ji nişkê ve biparêze, berê xwe daye rêbazên klasîk yên înkar û qelandinê. Di bin sîwana hiqûq û mafên çêker de, êrişan pêk tîne û rabirduya exlaq û polîtîk ku nirxên civakbûyînê ne, tune dihesibîne.

Desthilatdariya ku şiklê herî qebe ya dîktatorîzm û faşîzmê li xwe bar kiriye, cureyê herî kirêt ê pergala sermayedar e. Li ser esasê tunehesibandinê projeyên xwe yên berjewendîperest bi pêş dixe. Ji bo rewatî û  fermiyetê jî kirasê dewletê yê zalimanê li xwe dike û di bin ebeya wê de kiryarên herî hovane di derheqê milet û gelan de pêk tîne.

Nûnera vê biçimê kirêt û rezîlane ya netew dewlet jî, îro li rojhilata navîn faşîzma Tirk û Îranê ne. Qiraltiyên bi navê pêxember û xwedayan ava kirine û jiyana pergala demokratîk a gelan ji kokê diqelînin. Bi hezaran sal wisa hatiye, îro jî li dora heman maseyê rûdinin û kilîtên çarenûsa gelan xesib dikin. Qey bavên gelan in û tu kes fena wan ji birêvebirin û birêxistinkirina civakê fêm nake?. Ji lew re kom dibin, dicivin, biryar didin û bi zorê pêk tînin. Nexşeya hêzê xêz dikin û bi pênûsekê jî parve dikin. Wisan lê hatiye ku insan bê nirx û qîmet maye ku tu carî di dîrokê de mînakên wê çênebûne.

Civînên ku li zîgoratan dest pê kiribûn îro li paytextên van dewletan li dar dikevin. Çi li Mosko, Waşînton, Enqerê, Tehran, Bexda û Şamê bin, çi jî li zîgoratan bûn. Heman tişt, li gorî teknîk, pêşketin, zanist û zanyariya nûjen têye nîqaşkirin. Destpotên îroyîn jî neviyên wê serdemê ne. Zihniyeta hakimane jî ew e.

Destpotîzm her li ser bingeha çewsîneriya kedê xwe daye rûnişkandin. Çiqasî mîtingerî û dagirkeriyê bi rêbazên qirker pêk bîne, ewqas paşeroja sîstema xwe misoger dike. Ji bona wî jî tekane çeka bi bandor bi her awayî şîdet e. Dixwaze kal û pîr be, dixwaze zarok û jin be. Di oxira mayîndebûnê de tu ferq û cudahî nîne. Mînakên ku îro em pê re jiyan dikin û bûne sedema kirîza sedsalê heman nêzîkatiya sîstema destpot e. Kesê ku dîrok nexwendibe, dibe ku sosret bimîne, lê yên dizanin û dîrok baş vekolane, xwe bi rêxistin dikin û li hemberî vê cureya qirêj ê desthilatdariyê têdikoşin. Bedel çi dibe bila bibe îradeya xwe radestî van zaliman nakin. Têgeha berxwedanê li vî aliyî têkoşînê gelek bi wate û manedar e. Jiyan bi wê têgehê têye parastin û hebûn jî têye domandin.

Di pêvajoya herikîna dîrokî de kom û gelên bi têkoşîna xwe bandor kirine ku qonax bi muhra wan hatiye demxekirin, gelek in. Îro jî gelê Kurd carek din li hemberî lidarxistina van maseyên bedxwaz veguheriye pêşengê têkoşîna gelan a azadî û serbestiyê. Li her devera ku faşîzm heye li ber xwe dide û hebûna xwe bi xwînê diparêze. Ji ber vê sedemê jî, li her dera ku êriş gur be, berxwedana topyakûn a Kurdan heye. Her cihê ku destê faşîzmê dirêjê bûye, bi rêbaz û şêwazên berxwedana Kurdan têkoşîn tê de bi pêş dikeve. Çawa li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê vîna gelên serhildêr bi ser dikeve, wê sibe li Lîbya, Misir, Somal û Sûriyê jî bi heman enerjiyê faşîzm têk biçe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.