Sîpan Şînda
Pergala mêtîngeriyê planên xwe ne ji bo demên kurt çêdikin. Ew hem fedikin mînakên hevakrên xwe û hem jî hewl didin bi rêbazên nû ka wê çawe bikarin neteweyan di warê siyasî, çandî, civakî û neteweyî de qir bikin. Qirkirina bi vî hawî ji ya leşkerî gelek xirabtir e. Dema tenê qirkirina leşkerî be, mirov li hember derdikevin, cîhan ji hindik ji be, dengê xwe dertêxe. Lê belê di qirkirina çandî, siyasî de him cîhan bêdeng dimîne û him jî kesên ku li himberî qirkirinê rûbirû dimînin ji aliyê pergalê ve yan têne xapandin, yan têne tevizandin û yan jî ji aliyê pergalê ve bi şiklekî têne qanehkirin. Pergal polîtîkayên xwe yên di vî warî de weke dostane dide xwiya kirin û dibêje ez van tiştan ji ber xweşî û pêşeroja we dikim. Di serî de polîtîkayên xwe yên qirêj bi riya medya, çapemenî, reklam û alîgirên xwe li ber çavên gel şirîn dike û paşê ji têxe meriyetê de. Jiber wê heke zana û azadîxwazên civakê ne zêde bin, ew netew wê di nava demê de nekare li himberî polîtîkayên mêtîngeran xwe ragirin û çand û netewbûyîna xwe biparêzin. Piştî 1978’ê şoraşa bakûrê Kurdistanê destpê kirî, êdî rewşa siyasî ya li bakûr ji hêdî hêdî kete konaxên nû de. Lê pergalê bi hemî hawî polîtîkayên xwe yên qirêj dijwartir kir. Him di warê leşkerî de, him di warê civakî de û him ji di warê çandî de polîtîkayên herî qirêj xistin dewrê de. Ya herî xirab ji pişaftina exlaqî û mejî şûştina zarokan bû. Lê ji bû mêtîngeran hemî rêbazên pişaftina civak û netewan rewa ne.
Piştî salên 1990’î zarokên Kurdan ji pitir berê xwe dan xwendinê. Ew nivşên ku di salên 1990’î û pêde zanîngeh xwendîne, di warê netewî de gelekî hişyartir û hestiyartir in. Lê belê pirrê wan ji weke mezinên xwe bi awayekî ketin di bin xizmeta pergalê de. Yek ji van kesan ji yê di warê sînemayê de gelek xizmet ji pergalê re kirî Yilmaz Erdogan e. Ew bi xwe ji Colemêrgê ye. Ewî ji weke Yaşar Kemalî diziya çanda Kurdî kiriye. Ew di filîmên xwe de jiyana herêma Colemêrgê dide nîşan. Lê ewî ji ew serhatiyên Kurdan, weke argûmentên tirkî bi riya sînemayê pêşkêşî pergalê kirin.
Em dikarin bi sedan navan bêjin. Ew polîtîkayên mêtîngeriyê îro li bakûrê Kurdistanê gehiştiye asteke welê ku êdî pergal bi xwe ne hewceye pişaftinê bike. Jiber kû pergalê pirrên xwendayên Kurdan kirine pale û xulam ji bû pişaftinê. Bi hezaran mamoste, bijîşk, parêzer, danyazyar… li gorî dilê pergalê bivê baştir ji zarokên xwe li gorî çand, hişmendî û pîvanên pergalê mezin dikin. Di mehdikê de ji zarokên xwe re loriyên tirkî dibêjin, dema zarokên wan dest bi axavtinê dikin bi wan re Tirkî diaxivin; ji wan re mamik, çîrok, û metelokên Tirkî dibêjin, lîstokên zarokan yên Tirkî nîşanî wan dikin, bi awayekî giştî hişmendiya tirkîtiyê di nava giyanê wan de diçînin. Tenê navekî Kurdî li zarokên xwe dikin! Pirrê van kesan ji bi awayekî “polîtîk” niştimanperwerên Kurd in. Ev mijar ji aliyê kesayetî û binhişiya netewî ve pirr girîng e. Lê ka emê çawe bikaribin vê yekê li wan “xwendayan” bidin fêmkirin û li guhê wan bêxin. Belê mixabin Kurd bi her hawî ketine di bin xizmeta qatilê xwe de. Bese Kurdo, hişyar bibe!






