Nûrşan HİSÊN
Şerê cîhanê yê sêyemîn ku niha di herêma Rojhilata Navîn de tê meşandin, û herî zêde li ser coxrafiya Kurdistanê gurr bûye, di rastiya xwe de şerê di navbera du xetên bingehîn ango du sîstemên dijber e. Sîstema yekem sîstema civaka kevnar a dayîksalarî ye û bi têgeha civaka neolîtîk tê naskirin, sîstema duyemîn sîstema cîneyatî, baviksalarî, nêrtî, batiryarkî ye. Êdî ev li ber çavên cîhanê zelal e ku hêzên hegemon dixwazin projeya demokrasî û azadiya gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin ku tecrubeya yekemîn di dîroka Rojhilata Navîn a pênc hezar salan e.
Projeya Demokrasiyê bi islûbê destgiritina mijara azadiya jin hat naskirin ku azadiya jin bi azadiya civakê ve girê dide û li gel wê jî xwezaya ku di bin desthilatdariya mirovan de ye azad dike û ferastên ekolojiyê disepîne. Gevên pratîk ên hatine avêtin di rola jinan a leşkerî, siyasî û civakî de bû mijara pesinandina gelek fîlosof, zanyar, saziyên sivîl, tevgerên jinan û gelan ku xwe wek dostên Gelê Kurd li seranserî cîhanê ragihandin. Tê zanîn ku armanca sereke ya şerê tê rêvebirin tepisandina çirûskên azadiyê ye û hewildanên hiştina civakan di pozîsyona nexweşiyê de ye ku diyaliktîka serwer_kole were parastin û civak bi jin, mêr û zarokên xwe ve mê bimîne.
Konsepta mêbûna civakê ji dîroka yewnaniyên kevn hatiye, yên ku xortên ciwan ango (Xulam) ji bo têkiliyên cinsî bikar tanîn. Digotin jin heybereke qirêj e û nabe ku mirov pê re bizewice, lê belê feraseta veşartî li pişt van reftaran ewe ku vîna xortan bi riya cinsî were şikandin û xort tevî civakê bi giştî mê bibe û bi rih, laş û hizrê xwe bikeve bin koledariyê. Fîlosofê navdar Platon yê ku wek fîlosofê desthilatdariyê tê naskirin gelek teorî û bihane ji bo sepandina vê hegemoniya civakî dane. Têkiliya cinsî di civaka dayîksalarî de têkiliyeke hevseng bû û bi mebesta xwe zêdekirinê bû û jin tê de hêmanê pîroz bû ku berpirsyara jiyan, parastin û zadxwarinê bû. Lê piştre têkiliyeke dan û standinê ku (mêr tê de dibe_bi ser dikeve û jin jî dide_bi bin dikeve) derdikeve holê. Ev jirêderketina xeter di dema perestgehên dewleta Akadî de pêş ket, û Şah Sargonê Akadî yê navdar yekemîn mala leşfiroşiyê û bazirganiya cinsî vekiriye ku jin ji asta pîroziyê daketine asta ne mirovtiyê û ji cewherê xwe dûr ketine.
Kiryarên ku dewleta tirk bi serpereştiya Erdoxan li Kurdistanê pêk tîne û sûcên ku dermafê Gelê Kurd de dike, rêbazê rahibên sumeriyan yê kolekirina civakan nîşan dide. Di bin navê pirtûkên pîroz de hemleyên qirkirinê destpê dikin. Erdoxan di bin navê (sûreta Fetih) û Seddam jî berê di bin navê (sûreta Enfal) de bi deh hezaran gelê kurd ji holê rakirin. Ev xapandina mezin bi sedhezaran mirovan bêhiş dike û komên ji xwe nebawer îqna dike ku li ber deriyê wan bibin çeteyên fedayî û sûcên herî hov dermafê mirovahiyê de bikin, bi bihaneya ku parastina gotina Xwedê dikin û fermanên Rahib_Şah_Dîktator ku axêverê bi navê xwedê ye pêk bînin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku civakbûyînê bi giştî têk bibin, bi taybet jinan aramanc digrin û di kesayeta jinê de semboliya jiyan û domdariya azadiyê dişkînin. Bi vê yekê rûmet_şerefa civakê û vîna hebûnê diçewisînin. Di vê derê de, pirseke cewherî tê bîra mirov; Heger laşê jinê şerefa civakê temsîl dike, wê demê laşê mêr çi temsîl dike? Çima têgeha şerefê evqas ji rê derketiye û di çarçoveyeke teng de hatiye sînorkirin? Gelo şerefa civakê ya rasteqîn ne di nirxên mirovahiyê û dadmendiya civakî de ne ku pê re hemû cureyên perestî û tundiyê werin rakirin?!






