Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nêzbûna Fransa û Elmanya?

03/07/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nêzbûna Fransa û Elmanya?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet AKTAŞ

Xurtbûna têkiliyên navbêna Elmanya û Fransa gelek balkêş e. Bi taybetî piştî bûyerên vê dawiyê yên Libyayê, danstandina van her du dewletan hîn zêdetir derketin ber çavan û bala raya giştî gelekî kişindin ser xwe.

Bê gûman ev têkilî, ne bi tenê yên van demê dawî ne û ne bi tenê têkiliyên her du dewletan bi tenê ne.

Weke tê zanîn û pir bi berfirehî ketiye rojeva cîhanê ku di vê sedsala 21 ê de, li hemû cîhanê bendewariya dizaynek nû heye. Ew serokatiya dubendiya cihanê ya di navbêna DYA û Rusya de, êdî rizya ye, gav bi gav parçe dibe, diyar e ku her du serkêş jî êdî nikarin weke berê serkêşiya bendên xwe bikin.

Li alîkî xurtbûna Çînê, li aliyê din dewletên YA, li himber her du serkêşan an jî bi serê xwe dixwazin rêyekê ji xwe re hilbijêrin. Di nava van dewletan hemûyan de, him nakokî, him rakêşî û heta çendîn ne yekser li himber hev be jî, bi rêya hevalbendên xwe, li hinek deveran şer û pevçûn jî heye.

Li ser vê belaya Covid-19 jî, gelek ji wan hevdû tawanbar dikin. Lê em vê tawanbariya wan a li ser hev dikin bidin rexekê, encama vê nexweşiyê jî li ser nakokiyên van dewletan bandorek xwe heye. Belê bi bingehîn, bêhtir piştî bûyerên Efganistanê û Iraqê ev nakokî germ bûn. Bi giranî jî li ser şer û cenga li Suriyeyê û Libyayê dijwar bû û van dewletan hîn aşkeretir hatin himberî hev.

Ev mijara, cîhanî û sedsalî ye û gelek berfirehe. Lê ez ê nuha tenê bi giranî li ser xala Fransa û Elmanya rawestim. Nakokiyên rêberê her du dewletan jî, li gel Trump zêde bûne û her dibin jî.

Mijara avakirina Arteşa Ewrupa, him DYA û him jî Stoltenbergê NATO zêde aciz kiribû. Yê ku pêşengiya vê projeyê kiribû Macron bû, Merkel û İspanya jî destek didê.

Li ser Suriye û Libya jî, ava wan di cuhêkê de nemeşiya. Di van rojên dawî de şer li Libyayê jî dijwartir dibe. Hema hema kîjan dewleta li gel kîjan hêz û dewletê ye zelaltir dibe. Nuha yên gelek dijberî hev in, di rû re Tirkiye û Fransa ne. Belê eniyê dijber firehtir e. DYA û Qeter û hwd, bi Tirkiye re li gel Serrac in. Rusya, Franse, Elmanya, Yunanistan, Kibris, Siûdî, Imarat Erebî û hwd, li gel Hefter in.

Bêgûman weke min li sernivîsê jî daye diyarkirin, mijara herî balkêş û derdikeve pêş û di raya giştî de bêhtir mijara guftugoyê ye; hilwest û têkilên navbêna Fransa û Elmanya ne.

Weke tê zanîn Elmanya li Berlînê malovanê kir ji bo çareseriya pirsgrêka Libyayê. Îcar nuha hîn germtir, dixwaze bi Fransa re pêşengtiyê ji vê pirsgrêkêre jî bike û hîn jî zêdetir diçe û hewldanê ji bo serkirdeya YA’yê jî dike.

Ji 1 ê vê mehê ve serokatiya YA jî hilda ser milê xwe. Rojekê berê wê Macron li Elmanya-bajarê Meseberg hevdîtinek dûr û dirêj bi Merkel re kir. Li pey vêna Fransa doh ragihand ku hêza xwe ji tetbiqata NATO ya Behra Spî kişandiye! Ji xwe berî demek nêz, Macron gotibû NATO ji mejiyê xwe vê êdî miri ye. Sedem jî, çima geştiyê Tirkiye yên cengê, geştiyên wan tacîz kirine û NATO hesab ji Tirkiyeyê ne pirsiye? Her wiha çima Tirkiye ambargoya çekan a li ser Libyayê xera dike û hwd.û NATO dengê xwe jê re nake?

Ji xwe wezîrê derve yê Elmanya Haiko Maas jî bi israr dibêje “dewletên ku ambargoya çekan a li ser Libyayê têkbirine divê werin eşkerekirin û hesab jê were pirsin”! Ev jî dide nîşandan ku dixwaze Tirkiyeyêe tawanbar bike. Ji ber ku berî demek kêm, Sekreterê Giştiyê NY Antonî Guteres, navê dewletên ambargo têkbiriye eşkere kiribû û di serê rêzê de dewleta Tirka nîşan dabû!

Her wiha Haiko Maas doh daxwiyanî da ku, bang li hemû wezîrên derve yên welatên Ewrupayê kirine û ew ê di roja 13’ê Tîrmehê de bicivin. Mijar bi tenê li ser Tirkiyê ye û têkbirina ambargoya çekan a li ser Libyayê ye.

Ji aliyekî din ve jî, H.Maas li gel Wezîrê Derveyê Italya û Fransa, bi belavokekê bang kirine ji bo agirbes li Libyayê çêbibe, di çarçoveya peymana Berlinê de.

Di encamê de, bi kurtayî mirov dikare bêje, ji bo dizayna vê sedsala nuh, aktorên li pêş in; nuha li gel DYA û Rusyayê, Çîn, Fransa û Elmanya jî berendam in. Hilbet di Rojhilata Navîn de, yê herî bi rêxistin û bi hêz, xwedî îrade û rêberî ye gelê Kurd e, lewma ew jî di qada xwe de, di herêmê de aktor e û berendamê yekemîn e. Ji xwe bi taybetî jî di Rojava de, weke mînak û model, xwe bi raya giştî re daye nasandin û heta radeyekê xwe daye pejirandin jî. Lewma, bêgûman di her hesabî de (pozitif-negatif), Tevgêra Azadiya Gelê Kurd jî heye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.