Farûk SAKIK
Dîroka şerê psîkolojîk jî wekî dîroka şer kevn e. Lê ti carî wekî îro nehatiye bikaranîn.
Di warê şerê psîkolojîk de Komara Tirkiyê xwedî tecrûbeyeke mezin bû. Ev komar li ser şerê psîkolojîk hatibû avakirin. Piştî şerê cîhanê yekem konseptek nû hebû. Ji bo xapandina kurdan ev cure şer xistin meriyetê. Ji kurdan re digotin ku Îngiliz û Ermenî werin wê dînê Îslamî ji dest here. Bi vê yekê îslamiyet kirin parçeyek şer. Ev siyaset bandorek mezin li ser kurdan kir û kurd li gor politîkayên wan tevgeriyan. Kurd ji wê demê de bûn qûrbaniyên van politîkayan.
Piştî hemû serhildanan, qehremanên Kurdistanê yên dîrokî ên wek; Şêx Ubeydullah, şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Seîd, Simko, Seyîd Riza, Dr. Nurî Dersimî, Qazî Muhemed, Mustefa Barzanî û gelekî din wek paşverû û nokerên welatên biyanîne propaganda wan a reşkirinê dihat kirin.
Li Tirkiyê desthilatdarî bi giştî, di bin kontrola Saziya Şerê Taybet (ÖHD) an bi navê xwe yê nû Fermandariya Hêzên Taybet (ÖKK) de ye. Ev sazî bi giştî rêbaza şerê psîkolojîk bikartîne.
Di sala 1955an de, di buyêrên 6-7ê Îlonê de, di erişa gayrîmusliman de, li Stenbol ev sazî di nav hewldanan de bû. Rojname bikaranîbû. Rojname ew roj bi manşeta ‘li Selanîk mala Ataturk hat şewitandin’ derketibû. Tirkên ku ew roj li Stenbolê dijiyan bawerî bi vê manşeta rojnamê anîbûn û erîşî civaka nemisliman kirin.
Sal û dem derbasbûn bi damezirandina PKKê re şerek li dijî tevgera azadî hat destpêkirin. Li dijî têkoşîna netewî ya kurd şerê taybet, şerê psîkolojîk dan meşandin. Koma Apocîan li kuderê birêxistin dibûn, li wê derê şerê taybet destpêdikir. Di nav gel de propagandaya reşkirina PKK’ê hebû.
Dema salên 90î de serhildanan destpêkir, wan dixwest ku di nava kurdan de tirs û xofê belav bikin, baweriya kurdan bişkênin û yekîtiya wan parçe bikin.
Salên destpêkê îdîa kirin ku serhildêrên kurd tenê 4-5 eşqiyan e û ew ê wan di nava demek kurt de tine bikin..
Piştre dema dîtin ku tevgera azadiya Kurdistanê ne mîna serhildanên berê ye, bi metod û fikrên nûjen û her roj mezintir dibe, wan jî hemû hêza xwe xistin dewrê.
Artêşa ji mîlyonek eskerî, bi deh hezaran polîs, cerdevan, endamên Jîtem û hevkar, balafir, tank, top û teknîka leşkerî ya herî pêşketî avakir. Di heman demê de, di serî de Amerîka û welatên endamên Nato jî piştgirî werdigirt..
Li gel vê hêza mezin jî, bi dehan salan e nekarîn artêşa gerîllayên Kurda a ji çend hezarî pêk tê lawaz bike.
Di demek waha de şere psîkolojîk hat bîra wan. Lê di destpêkê de diviya civaka Tirkiyê bihata qanî kirin. Dema şerê psîkolojîk lidarxistina vê civakê bawerî baniya.
Hemleya yekem gotin ev terorîstin, ev dijminê welatê menin, evanan dixwazin welatê me parçe bikin, Evanan Ermenînin.
Di destpêkê de bi tenê ji bo PKK’ê ev arguman dihat gotin, lê roj hat dema kurd li dora vê tevgerê civiyan, wan jî taktîkên xwe guhertin û gel jî dahilî vî şerî kirin. Êdî her kurd potansiyel dijmin bû.
Şer destpêdikir, gerîlla çalakiyên serkeftî lidardixist, lê wan di manşetê xwe de behsa serkeftina artêşa xwe dikirin. Serkeftina gerîla vedişartin. Civakê jî bawer dikir ku rastî di rojnameyên wan de hatî nivîsandin.
Êrişî gundan dikirin, sivîl qetil dikirin, kincê gerîlla li wandikirin û digotin me gerîla kuşt. Civakê bi van daxwiyaniyan bawerî danîn.
Heta jê hat, hem ji erdê ve hem ji hewa ve êriş pêk anî lê di yekî de jî bi ser neket. Tam berovajî pir caran şikestî neçar ma vegere.
Ji bo vê têkçûna xwe veşêre bi salan e serî li her rê û rêbazên derewan da.
Di nav salên derbasbûyî de, ji Kemalîstan bigrin, heta kesên qaşo sosyal-demokrat, ji lîberalan bigrin heta oldar û nijadperestan, bi dehan hukûmet û serokwezîr hatin guhertin.
Lê tenê tiştek dima, proje û hewldana qirkirina gelê Kurd û bikaranîna şerê taybet. Ev nedihatin guhertin.
Gund dişewitandin serokwezîra demê Tansu Çiller derdiket û digot; ‘ev helîkopterên ku gunda dişewitînin ên PKK’ê nin’. Civaka Tirkiyê bawerî dikir ku PKK xwedî helîkoptêrane.
Bi pêşketina teknolojiyê medya xwe xistin dewrê. Li Tirkiyê êdî Ajansa Anadolu-AA, wek ajansa saziya şerê taybet dixebitî. Gelek qelemşor û nivîskar rojane taktîkên şerê psîkolojîk ê nû dişandin vê saziyê.
Her zivistan digotin vê biharê emê PKK’ê biqedînin. Demsal û bihar derbasdibûn PKK nediqediya. Ji bo sala pêş cardinan ev gotinên xwe dubare dikirin, civaka Tirkiyê pê bawerî danî û bi hêviyek mezin li benda bihara pêş dima.
Serkêşê herî dawî yê vî şerê taybet jî Erdogan û rêjîma wî bûn.
Ew îro li ser şopa Kenan Evren, Demîrel, Çîler, Turkeş, Mehmet Agar û patronên tevgera qirkirina Kurdan dimeşe.
Di roja me de, Erdoganê ku di her firsendî de behsa pîvanên îslamê dike, ji sala 2002’an ve hewl dide mîna pêşiyên xwe Kenan Evren, Turkeş, Demîrel û Çiler bi şer û kuştinê tevgera kurd û hebûna gelê kurd ji holê rake.
Ji bo vê siyaseta pûç jî rêbazên şerê taybet ên herî erzan hatin bikaranîn;
Derew. Manîpilasyon û xapandina civakê..
Berî dest bi van yekan bikin di destpêkêde medya bêdeng kirin û medyayek ku li gor wan û derewên wan tevbigere afirand.
Ji rojava destpêkirin. Li rojava kurdan azadiya xwe bidestxistibûn û ji bo xweseriya demokratîk têdikoşiyan. Dewleta Tirk a dagirker li du tunekirina vê azadiyê bû. Lê dibiya dîsa bi şerê taybet bi şerê psîkolojîk êrişî vê derê bike. Û wisa jî kir.
Ji bo ku ji êrîşên xwe re hincetek bibîne got, ji vêderê li dijî me tehdîtek mezin heye. Ji rojava êrîşî me dikin, axa me û welatê me dibin metirsiyek mezin daye. Civaka Tirkiyê bawerî anî. Dewletên ewrûpa jî bawerî anîn, Rusya û Amerîka lihevkirin, starta dagirkeriyê dan. Êrişên dagirkeriyê Cerablus, Bab, Ezaz, destpêkir bi Efrînê,Grê Sipî û Serêkaniyê domkir.
Parçeyek şerê wan yê psîkolojîk jî evbû, digotin; Em ji bo pirsgirêkên koçberên Sûrî çareser bikin li van herema nin. Lê dîsa herkesî bawerî anî.
Dema şerê dagirkeriyê destpêdikir, hin kesên kontra ku berê di saziya şerê taybet de xebitînin, wek pirsporên şer danîn, li ekranên Tv de bi seatan didan axaftin. Di dest wan de şivikek û li pêş wan nexşeyek herema şer, hin argumanên ku tu kesî jê fahm nedikir dubare di kirin. Cîhanê bawer nedikir lê civaka Tirkiyê ji wan derewan bawerdikir. Erdogan jî ev yek dixwest. Bes civaka Tirkiyê bawerî baniya. Ji xwe ji bo wan îkna bike gotibû “hun çi dibêjin em birçîne. Hun dizanin ku fîşekek çiqas pere dike”
Di demê dawî de êrişên dagirkeriyê yên li herema Başûr ku bi salane dewamdike, kete qonaxek nû. Dîsa bi teknolojiyek mezin, bi piştgiriya hin hêzên navnetewî û heremî jî, ji êrişên dagirkeriyê encam nedigirt. Serî li şerê psîkolojîk da.
Derheqê vê êrişa dawî ya li ser başûrê Kurdistanê de lîstokên zarokan ên komputerê weke dîmenên şer û serkeftina xwe ragihandin.
Dimenên beriya çend salan ên tetbîqatên leşkerî pêşkêşî çapemeniya xwe kirin. Her gerîllayeke şehîd mina ku 100 be nîşan dan. Civaka Tirkiyê bawerîanî.
Lê cîhanê bawerî neanî. Êdî wisa li wan hat ku bibin pêkenoka dezgehên ragihandina çîhanî. Dest bi propagandayek bê sîor kirin. Di vê bêsînori yê de exlaq jî tunebû.
Lê çapameniya cîhanê ev balona wan ya derewa teqand.
Pêdiviya kurdan bi şerê-psîkolojîk tunebû. Hemû cîhan bûye şahidê pratîk û lehengiya gerîla û şervanên kurdan a 40 salî.






