Di 24 hezîranê de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartinên pêşwext ango hilbijartinên serdegirtî yê werin lidarxistin. Niha de li seranserê Tirkiye û Kurdistanê erîş li hember hêzên muxalefetê heye. Niha de serdegirtina li ser mal-buro-mîtîng, xebatkar û alîgirên wan tên pêşxistin. Hewldidin, girseyên li dijî hêza desthilatdar bê tapisandin. Bi gotinek din, beriya ku hilbijartin destpêbikin, dixwazin yên ku cuda di fikrin teslîm bigirin.
Di dîroka Tirkiye ya faşîzan de hilbijartinên wiha hebûn. Taybet di salên 1912 de, dema hêza faşîst ya Tevgera Îttîhatî Terakkî de, hilbijartin bi tune kirin, bi tepisandin, bi kuştin, bi dîlgirtina muxalefetê hatibû derxistin û TÎT bi hijmarek gelek mezin, qaşo serketî bû. Lê encamê serketina bi Darê Zorê ango Bi Gopal çi ji xwere anî, îro herkes dizane. TÎT di eslê xwe de hêzek netewperest, nijadperest bû. Lê bi hostayiyeke gelek mezin dikaribû xwe demokrat heta xwe wek rexistineke gelan nîşan bide. Gotinên wek ji herkesî re: Wekhevî, azadî û biratî dirûşma wan bû. Ev gotin ewqasî bi bandor bûn ku, di nava TÎT de; Kurd, Ermen, Arnavut, Rum, Ereb, Tirk, Cihû û her wiha gelek rengên dîtir cihê xwe digirtin. Heta di nav avakerên wan de du Kurd jî hebûn.
Lê hê piştî hilbijartinên Bi Darê Zorê çend roj derbas nebûn erîş û tapisandina muxalîfan destpêkir, pê re jî, qirkirina Ermenan, Suryan-Keldanan û Kurdan pêkanîbûn. Ew qirkirin ewqasî bi hovbûn ku, pê re ji bo tevahî hêzên faşîzan yên cîhanê bûbûn mînak. Mînak, Hîtler komkujî û qirkirina Cihûyan spartî bû li ser qirkirinên TÎT. TÎT hêzek faşîst, netewperest û nîjadperest bû. Lê xwe wek demokrat û dostên gelan nîşandabû. Heta bi salan jî wiha kar kirîbû. Hema em bêjin AKP û Erdogan jî bi tevde him fikir û ramanên TÎT temsîl dike û him jî tevahî rê û rêbazên wan ji xwere mînak digire û him jî pêk tîne.
Di destpêkê de Erdogan û AKP qaşo ji herkesî re dost û bira bûn lê niha derket holê ku çendî netewperest, nîjadperest in. Û çendî bi partiya MHP a faşîst re c]wiyê ruhî ne. Çendî yek in, îro li heman demê baştirîn fêm dibe. Mixabin di dema TÎT de gelek gel, rewşenbîr, şoreşger hatibûn xapandin û bibûn şîrîkê faşîstan. Lê encam gelek bi êş bû. Heman tişt di dema Erdogan-AKP de jî rû da. Sedan rewşenbîr, lîberal, Kurd, Ereb, Elewî, Romen, Jin, hunermend piştgirî dan Îttîhatgerên hemdem, lê îro hemû di hedefa Erdoganê faşîst de ne.
Mixabin hê jî hinek bask ku-niyeta wan çi dibe bila bibe-dibin amûrê wan leyistikên qirêj û faşîzan.
Em ji bîra nekin ku; birêz Molla Mustafa di zindana Tirkan de ji dayîk bûbû. Dîsa birayê wî yê mezin Abdulselam Barzanî bi destê Îttîhatgeran hatibû dervekirin. Her wiha yên ku Şêx Ehmed û Molla Mustefa radestî rejîma Iraqê kirîbûn Tirk bûn. Û em ji bîr nekin ku yên nehiştin çi Abdulkerîm Qasem çi jî Saddam hevdîtînên dema xwe de bi Molla Mustefa re bibe dawî carek dîsa Tirk bûn. Û her wiha yên ku Referanduma Başûr ji xwe re kirin hêncet û êrîş anîn ser Kerkûk û giştî Kurdistan jî carek din Tirkên netewperest bûn. Him jî Tirkên Îttîhatger. Ango tirkên wek Erdogan-Bahçelî faşîst. Bi hêviya ku îcar tevahî Kurd li dijî hilbijartinên Darê Zorê xwe di 24 hezîranê de bikin yek…
Qasim ENGÎN