Medenî FERHO
Dîtinên cîhanê teva di kûrên sedsalan de pijiyane, ji bo berhemên hunerî û hişmendiyê bûne çavkanî, hemû mirovahiyê himbêz kirine.
Hişmendiya “pan turanîst”, ne ji bo huner, ne ji bo hişmendiyê bûye çavkanî. Gelê Tirk jî di nev de, tu gel himbêz nekirine, li dijî hemû hişmendî û hemû huneran bûye “xezeb”!…
Ev îdoleojî, wek “mefkûre- potansiyela suc” û “sapik-kontra û çete” sûcên mirovaniye dike û di her demê de bûye ideolojiya dewletê.
Dewşirme Înonu, di 19ê Gulana 1944an de, “turanîst û nijadperestî” gunehkar kiribin jî, dewlet û artêşê, îdeala “turanîst” terk nekirine.
Komar jî, li ser vê bingehê hate avakirin. Gotina “kemalîst” bi kar bînin jî, îttîhadî û fikrê, teşkîlatî Îttîhadî (Turk-î Îslam) serdest bû, desturname û qanun jî, di vê çarçovê de hatine amadekirin. Di înkar û tunekirina gelan de bê perwa ne, wek Bonapart, tunekirina gelan û komên xelkê, ji bo xwe meşrû dibînin.
Faşîzma Turk-î îslam, (pan turanîst), ji faşîzma Naziyan, ji faşîzmên cîhanê teva cûda ye.
Tevahiya faşîzmê cîhanê yek rengî ne, faşîzma Turk-î Îslam sê rengî ye. Kesk, spî û sor…. Kesk bikaranîna ola îslamî ye, spî, îdeolojiya kemalîst e, sor, ideala turanî ya Îttîhadî, ya Turkeş e û teva li dijî demokrasî ne.
Lewma, dijminatiya herî dijwar li dijî Şoreşa Rojava, li dijî Haraketa Azadiya Kurd, li dijî HDPê, li dijî jinên xwediyê xeta mor, li dijî afirgerê sîstemê Ocalan nîşan dide.
Faşîzma Turk-î Îslam –pan-turanîst, dibin sê xalan de hatiye amadekirin: “Komên çete û kontra… Tevahiya kargehên ku çekan çêdikin dibin erka nijadperestan de ne, çavkaniyên abori, saziyên olî, kulturî control dike.. Di xala 3mîn de, benda (a) jî heye, çînayetî û ummet nîne, yekperestî heye
Ev 3 xal, nêzîkî faşîzma Musollînî ne û di xeta, “yek millet, yek dewlet, yek ziman, yek netewe û yek ol” de dimeşê. Erdogan “olê” na dikirîne, di siyaseta cambazê li ser 3 şelîtan dimeşîne. Di vê cambaziyê de, her cûre kiryarên bêexlaq hene, plansazî jî aliyê dewletê ve çêbibin; komên çete, di nava gel de ne, ne wek partî, wek gel xuya dikin û erka wan jî şikandina îradeya gelan û parçekirin e.
Lê komên çete, yên di nava Kurdan de beloq in, zû deşîfre bûne.
Armanca faşîzma sê rengî, serdestiya cîhanê ye, ji bo vê jî pêwiste tofan were rakirin, xwîna mirovan jî bikin xerca “dewleta abad”. Qirkirina gelên li Anatolya jî bi vê armancê kirin
Hitler jî digot; Min bi çek hemû karker û çînê Elman, ji bo şer amade kirin û ji bo “xwîna saf û serdest” seferber kirin.” Erdogan û Bahçelî jî, “seferberiya” şer, bi heman armancê ragihandine!…
Programa Naziyan jî; “Di hemû xebatên zanistî, kulturî û civakî de, ya esasî netewparêziya saf ya Elman e. Divê her sazî, her kargeh, her rêxistin xizmeta vê bike.” Û Hîtler dibêje; “li gorî min demokrasî, qada belabûna weba li cîhanê ye”.
Pirs: Gelo Erdogan û Bahçelî çi dibêjin? Li derî pirsê, gelo qanûn, destûrnameya Tirkiyê û fermanên Erdogan, ji bilî vê îdeolojiyê çi diparêzin?
Ez behsa cûdatiya metodê nakim û dibêjim; faşîzma li Tirkiyê, her dem di partiyên siyasî de “vûcûd” dîtiye. Artêşa Tirk jî, bi hişmendiye “zaptiye” pêşengiya vê îdeolojiyê kiriye. Faşîzmên li cîhanê, bi kesekî dest pê kirine û bi wî kesî re bi dawî bûne, weke sîstem “abad” nebûne; faşîzma Îttîhadiyan, di sala 1913an bi darbeya li Bab-i Alî dest pê dike, 107 sal in dewam dike.
Ya balkêş: Faşîzma yek rengî cîhan ne xapand, lê faşîzma sê rengî, di her serdemê de cîhan xapandiye, îro jî dixapîne. Ji ber ku di sê rengan li ser tabloyê, xumamî ne, tevlîhev in, “filû” xuya dikin, serê mirovan tevlîhev dike.
Di “bihara gelan” de, rûdêna faşîzma sê rengî derkete holê, di pîkola çeteyên DAIŞê de, di avakirina 27 komên çete û şerê Suriye de, di rizgarkirina Musilê ji çeteyên DAIŞê de, di dagirkirina Başûrê Kurdistanê û êrîşên li dijî Şingalê de, di şandina çeteyan ya Libya de, di pirsgirêka penaberan de, maskeya faşîzma sê rengî ketiye. Lê cîhan lîstika sê meymûnan dilîze.
Cîhan faşîzmê nas dike, lê beşek ji Kurdan mixabin “faşîzma sê rengî” nasnakin. Balkêş e, tirsa faşîzma sê rengî, li devê deriyê wan e jî, dîse jî ew partiyên Kurdan, naxwazin faşîzmê nas bikin.
Rastî şûrê Xwedê ye û em bikar bînin: Divê, pêşî PDKe, desthilatdariya Herêma Kurdistanê, piştre gel Kurd û gelên li Rojhilata Navîn, piştre raya giştî ya cîhanê zanibin ku gefa faşîzma sê rengî li ser wan û her kesî heye.
PDK û YNKe dibin gefek mezin de ne û her diçe bê îrade dibin, ev îxaneta li hemebrî şehîdê Başûrê Kurdistanê ye. Divê xwe “cebir bikin” û ji bo têkibirina faşîzma sê rengî û cambazê li ser şelîtan, bê şert, dengê xwe bilind bikin, ji bo yekîtiya neteweyî gavan biavêjin.
Rastî şûrê xwedê ye û em bêjin; Dilê me dişewite… Dive rayedarên PDK û YNK, wek muxtarên AKPê tevnegerin… Îrade, rûmet e, berxwedan dîrok e, hişmendî “siltan e”, berjewendî qirêja destan e, hevkariya bi faşîzmê re tofan e!..
Faşîzm sê rengî, tenê bi têkoşîna hevpar ya Kurdan dikare were berteref kirin, eger yekîtî neyê ava kirin, faşîzm pan-turkîst, wê pêşî Başûr bi qurpîne, piştre parçeyên din.
Eger Kurd yekîtiya xwe pêkbînin, hêzên global jî mecbur in, li cem yekîtiya Kurdan cih bigirin û li dijî faşîzma sedsalê dengê xwe bilind bikin.






